aram

Li Xakûrkê dîrok tê nivîsîn

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Xalîde Engîzek diyar kir ku li Xakûrkê gerîla bi xwîna xwe dîrokê dinivîsînin

Endama Komîteya Rêvebir a PKK’ê Xalîde Engîzek li hember dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê  berxwedana dîrokî a herîlayande axivî. Xalîde Engîzek têkildarî mijarê ji nûçegihanê ANF’ê Toprak Eren re axivî û axaftina wê wiha ye:

“Rast e, li Xakûrkê dîrokek nû tê nivîsandin, dîroka çi tê nivîsandin, dîroka erdînîgariya xwedawenda li textê xwe danî ye û bi hezaran sal in, di bin pençên dagirkerî de dinalê. Hatiye perçiqandin, parçekirin, hatiye talankirîn, gundên wê hatine wêrankirin, civaka wê hatiye koçberkirin û rastiya wê ya civakî hatiye belavkirin. Ji rastiya wê hatiye derxistin û tê hewldan ku bikin Enkîdû û Beko yên demê.  Jinên wê dibin têgihîna namûsê û di nav malbatê de, di bin çarşefan de hatine nixumandin û bêdeng kirin. Rastiya welatê ku li wê, ken li ser lêvên zarokên  wan qerisîne, dîroka welatekî ku, dîroka wê nehatî nivîsandin dinivisînin. Dîroka vê welatî dinivisînin ku dayika hemû welatam e, dîroka wê civakê dinivisînin ku dendika şaristaniya mirovahiyê ye.  Dîroka jina li dora wê civakbûn ava bûye dinvisînin. Dîroka wan çiyayên bilind, asê axa bakîre ku kesî nekarî ye lê bimînê û bûne sitargehên Hurî, Mîtanê, Kasît û Kardoxan. Vê destanê ji zûde ji beriya 40 salî destpê kirî. Ji grubên şoreşgeran ku weke Apocî dihatin bi navkirin, ji Fermandar Egîd ku plana pêngava 15’ê Tebaxê li wir neqişandin, ta Gulnaz Karataş-Bêrîtanan, ji wir ta Rustem Cudî, Çîçek û Alîşêran, ji wan ta Agirî û Hawaran, ji wan ta Kendal û Mizgînan.

Bi xwîna xwe dîrokê dinivîsînin

Belê rastî ev destan hîn jî tê nivîsandin, rûpela rêhevalê Welat û Besê nivîsandin tenê yek ji wan rûpelên dîroka azadiya welat, netew û jiyana ku mîna tîrêjên rojê darivî nava damarên laşe me, dilê me germ kirin û em gavek din nêzî azadiyê kirin.

Belê bi çarçoveya politikaya înkar û îmhayê, dîsa bi çarçoveya plana dagirkirin Kurdistanê  ji payîza sala 2018’ an ve dagirkeriya Tirk hewldide ku başurê Kurdistanê dagir bike. Bi taybetî jî ji Xakûrkê dest pê kir ku dixwaze ber bi Qendîl û Şengalê ve biçe. Ji milê din ve jî li ser Rojavayê Kurdistanê tevgerek dagirkeriyê dimeşînê. Armanca dagirkeriya Tirkiyê ew e ku sêhoşeya Bakur, Başur û Rojhilatê Kurdistanê ku di dîrokê deSkender nekariye lê bimînê bixe bin serweriya xwe ku li her çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên gelê me têk bibe û civaka wê jî careke din mehkûmî jiyaneke koledar bikê. Lê belê li berxwedaneke destanwarî ya gêrîla rast tên her gavek dagirker diavêjin, ew mîna volkana bi wan de diteqin wan tarûmar dikin.

Lehengên vê demê

Bê gûman raya gîştî ya cîhanî, mirovahî, saziyên mafên mirovan ku xwedêgiravî saziyên mafên mirovan e, xwe bêdeng kirine, mîna ku çawa şervanên azadiyê li Kobanê bi canê xwe yê tazî ve li beramberî zulma DAIŞ rêxistina herî hov di dîroka mirovahiyê de hat hiştin, di encamê de bi rihê fedayî û berxwedana Arîn û Rêvanan ve ev plan pûç kirin û destan nivîsandin û bala cîhanê kişandin ser xwe, ev bi dehan sala ne li welatê me Kurdistanê gêrîla destanan dinivisînê û cîhan bêdeng e, lê ev nayê wê wateyê ku berxwedan nîne. Ger di cîhanê de nivîskar, helbestvan rewşenbîr wêjevan hene bila werin berxwedana keç û kurên xwedawendan li Xakurkê bibînin û belkî ji bo pênûsa wan paqij bibe binivisînin, ji ber gêrîla bi xwîna xwe vê dîrokê dinivisînin. Belê destana rêheval Welat û Besê yek ji wan destana ne. Em li ber cîhazê rûniştibûn me agahiyên şer guhdar dikirin, hevalan agahiyên eniya Xakûrkê dan. Hevalê ku agahî dide wiha dibêje ‘li Xakûrkê milê Şemzînanê, dijmin di amadekariya operesyoneke berfireh de ye, heval ferq dikin û hewldidin ku li ser wê hêza operesyonê çalakî bikin. Balefirên keşfê dîmenên hevalan dibînê, paşê ew hêza li wir hemû dikevin tevgerê û bi wesayîtên zirxî hevalan dorpêç dikin. Armanca wan ew e ku hemû hevalan îmha bikin. Lê belê grup di nava xwe de nîqaş dikin, hevalê Welat û hevala Besê bi awayekî fedayî diçin ser dijmin û şer dikin. Di vê çalakiyê de 2 efser û 2 çawişên pispor tên kuştin û 3 leşkerên wan jî birîndar dibin, heval bi ruhê fedayî şer dikin û herdû heval bi qehremanî tevlî kerwanê şehîdan dibin. Hevalên din jî xwe xilas dikin.’ Belê ev rihê Egîd û Bêrîtana ye. Ev rihê şervanî û mêrxasiya nû ya Apocî ye. Ev di şer de rihekî wisaye ku li ser nivîsandin û axaftin pir zehmet dibe, mirov li ber vê egîdiyê mest dibe.

Ji bo jiyaneke nû têdikoşin

Ev sekna kurd ya nû, jina kurd ya nû, mêrê kurd yê nû ye. Ev nasnameya kurdîtiya nû ye, kurdîtiya azad e. Derveyî wê jiyan nîne, derveyî wê xiyanete û nokerî ye. Ev kesayeta serkeftinê ye, ev kesayeta dilsoz a bi rastiya xwe ya dîrokî ve ye. Dema ev rih hebe ti teknîk, planên qirêj û xiyanet nikarin bigîhin armanca xwe û wê nikaribin me ji nivîsandina dîroka azadiyê paş de vegerînin. Bi rastî ev herdu hevalên ciwan bedew û dilpola bi xwîna xwe rûpelek li dîroka azadiyê zêdekirin. Herdu heval pir ciwan in lê dilê wan ji pola ye û pir mezinin. Ew li ser vê erdnîgariyê parastina tevahiya gelan, jinan û mirovahiya pêşverû dikin. Ew bi baweriya ava kirine şoreşa hişmendî û wîjdanî, netewa demokratîk û Rojhilata Navîn ya konfederal têdikoşin û li berxwe didin. Ji bo wê xwe feda dikin.  Lewma dibe ku ev egîd, ev mêrxas, ev jinên wêrek di tekoşînê de bi tenê neyên hiştin, dibe ku ev berxwedan civakî bibe û civaka me xwe bi rastiya gelê şerker ve bi rêxistin bibe û xwe bi gerîla re bike yek. Em vê bikin ku Welat û Besêyan bidin jiyîn, em ala azadiyê li ser xaka welatê xwe bilind bikin û welatê azad diyarî ruhê wan ê pak bikin.” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî