aram

Li herêma operasyonê şewat

Li herêma Hedînê ya li ser sînorê Colemêrgê û başûrê Kurdistanê ku operasyona leşkerî lê didome şewatek mezin derket. Hat ragihandin ku leşker destûr nadin ku gundî mudaxeleyî şewatê bikin

Li ser sînorê navçeya Rûbarok a Colemêrgê û başûrê Kurdistanê ji ber operasyona artêşa tirk şewatek berfireh derket. Şewat heta qada operasyona artêşa tirk a li başûrê Kurdistanê belav bû. Şewata li herêma Hedînê ya di navbera her du sînoran de didome û hat zanîn ku di şewatê de gelek pezên gundiyan jî şewitîne. Hat ragihandin ku leşker destûr nadin welatiyan mudaxeleyî şewatê bikin. COLEMÊRG

Dikarî Biecibînî