aram

10 meh in cenaze nadin malbatê

Cenazeyê endamê HPG’ê Tûgay Çelîk ê di bombebarana li çoltera Elkê de jiyana xwe ji dest da, bi hinceta “DNA hev ne girtiye” ev 10 meh in nadin malbatê

Cenazeyê endamê HPG’ê Tûgay Çelîk (Reşît Hogir) ê di encama bombebarana 14’ê Îlona 2018’an a li herêma Marînos û Kato ya çoltera navçeya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da ligel 10 meh sere derbas bûn jî, nayê dîtin. Malbata Çelîk, ji bo cenazeyê kurê xwe bigire, 2 caran ji bo testa DNA’yê mînaka xwîn da Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê û carekê jî serî li morga Saziya Tıpa Edlî ya Meletiyê (ATK) da. Malbatê ligel hemû hewldan û serlêdanan jî tu encam bi dest nexist.

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, ji bo testa DNA’yê ya malbatê dabû ev bersiv da: “Tespîta profîla DYN’yê li hev nayê.”

Birayê Çelîk Amîl Çelîk diyar kir ku ev 10 meh in ew di navbera Şirnex û Edenwyê de tên û diçin û da zanîn ku ligel hemû serlêdanan jî, cenazeyê birayê wî nehat dîtin û wiha got: “Me gelek hewldan nîşan dan, lê bi tu awayî me cenazeyê xwe nedît. Çawan ku dizanin wêneyê birayê min di manşetên rojnameyan de serwîs bikin, wê demê dizanin cenazeyê wî jî li ku derê ye. Em dipirsin gelo cenazeyê me li ku derê ye? Ev 10 meh in em li cenazeyê xwe digerin. Em cenazeyê birayê xwe dixwazin. Hestiyek wî tenê mabe jî em dixwazin. Heya ku em cenazeyê xwe bigirin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Ez ê dîsa li Şirnexê mînaka xwînê ji bo testa DNA’yê bidim. Ji vê zilmê re êdî bes e. Hûn zarokên me dikujin, qet nebe cenazeyê wan bidin me.” EDENE