30 redkarên wijdanî serî li AYM’ê dan

Hevserokê Komeleya Reda Wijdanî Parêzer Gokhan Soysal, bilêv kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên 30 redkarên wijdanî bi wan re rû bi rû mane serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dane

Hevserokê Komeleya Reda Wijdanî Parêzer Gokhan Soysal pirsgirêkên ku redkarên wijdanî bi wan re rû bi rû dimînin nirxandin.

Soysal diyar kir ku li dijî kesên leşkerî red dikirin madeya “gel ji leşkeriyê sar dikin” pêk dihat, lê belê niha ev made hinekî hatiye nermkirin û got: “Li gor berê zext û zor kêm bûne. Lê belê ev xal xaleke talûke ye û dewlet ji bo her îhtimalê dixwaze li ber destê wê be û roja bixwaze têxe dewrê. Di warê hiqûqî de jî jixwe ev made li dijî azadiya fikr û ramanê ye.”

Soysal bilêv kir ku kesên redkarên wijdanî nikarin bi awayekî rêk û pêk di karekî de bixebitin. Soysal, destnîşan kir ku ji ber vê heta niha 30 kesên redkrên wijdanî hem ji bo kar hem jî ji bo binpêkirinên mafan ên din bi awayekî şexsî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dane. Soysal, bilêv kir ku ji ber Tirkiye reda wijdanî qebûl nakeî li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) tev digere û ggot, reda wijdanî li dijî mîlîtarîzmê aştiyê diparêze.

Soysal diyar kir ku bal kişand ser operasyonên derveyî sînor û got: “Me gelek caran bilêv kiriye rêya aştiyê ne şerkirin e. Ji zarokatiyê ve mirov bi nefretê tên emzinkirin û dema kur mezin dibin ji wan tê xwestin ku kesên wekî dijmin hatine nîşandan bikujin. Me ev pêvajo berê jîd îtibû û em baş dizanin tu encam nehatiye girtin û ji dêvla çareserkirinê prisgirêk kûrtir kirine. Eger em xwe ji atmosfera mîlîtarîzmê xelas nekin, em ê hemû bi hev re di nav van pirsgsirêkên ku bi destê dewletê hatine afirandin bifetisin.”

Aktivîskê Tevgera Aştiyê û Redkarê Wijdanî Ercan Aktaş jî bilêv kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan ne zimanê nefretê divê zimanê piştevaniyş pêş bikeve. Aktaş anî ziman ku redkarên wijdanî jî nesîbê xwe ji Rewşa Awarte girtine û wiha got: “Ji ber min şideta dewletê ya li Sûr û Cizîrê rexne kir û me konferansên reda wijdanî li dar xistin der barê min de sê soye hatin amadekirin. Ji ber vê çûm Fransayê.” AMED