aram

Doktorê gerîla ‘hişmendiya nexweş’ nirxand

Dr. Kendal Amanos dema fakulteya tibê dixwend tevgera azadiyê nas kir û piştre tevli refên gerîla bû. Doktorê gerîla Amanos behsa hişmendiya nexweş kir û wiha got: “Civaka ku hebûna xwe li ser tunekirina civakeke dî ava kiriye jixwe civakeke nexweş e, pêgir e.” Li ser mudaheleya leşkerên tirk ên li ser cenazeyên gerîla Amanos got ku leşkerên tirk ji hêla zîhnî û ruhî ve nexweşên giran in

Dr. Kendal Amanost li nav malbateke Kurd hate dine, ku ji Rihayê goçî Osmaniyê kiribûn. Dr. Amanos dema ku li  Tokatê, li Zanîngeha Gazîosmanpaşe perwerdehiya Beşa Tibê didît, têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd nas dike. Asta hişmendiyê ya ku bi xwendina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geş dibe, berê wî dide çiyayên Kurdistanê.

Dr. Kendal Amanos ku dema Fakulteya Tibê dixwend têkoşîna azadiya Kurdistanê nas nedikir, li ser tevlêbûna xwe ya li nav refên gerîla wiha dibêje: “Her çendî min bi derengî Rêbertî nas kiribe û bi derengî parastinên Rêbertî xwendibe jî, ya ku min bi rasteqiniya kurd ve girêdide her ku diçû xurtir dibû. Sala dawî ya zanîngehê, ber bi qedandinê ve li ser mijara ku pergala heyî biqevêzim, li dijî tiştên ku li ser kurdan têne kirin zelal bibim.” Amanos wiha didomîne: “Her ku min parastinên Rêbertî dixwendin, min keşf kir ku heqîqeta ez lê digerim, li vir in. Bi vê çarçoweyê, li dijî zor, tundî û zexta ku zêde bûyî min biryar li ser da ku tevlî nav refên PKK’ê bibim. Wê rêya herî rast bûya ku têkoşînê li qadên cuda, li nav gerîla, li çiyayên Kurdistanê bidim.’’

Hîsên doktorê gerîla

Li ser hîsên xwe yên ku dema li çiyayan, li qadên şer doktoriyê dike jî, Amanos wiha dibêje: GHevalên ku em tim bi hev re, heman qadên par ve dikin li rex we birîndar dibin. Mudaxaleya li van hevalan hîse û hêzeke din hewce dike. Mirov hewl dide ku bi hîsî tevnegere. Hevalên ku tim hûn bi hev re ne, heman hîsan par ve dikin, diçin ser heman peywirê dibe ku ji ber destê we biçe. Divê kesên peywirdarê tendirisiyê bihêz be, hîsên xwe bide rexekî, zû mudahele bikî.”

Amanos balê dikişîne ser êrîşên dagirker ên dewleta tirk ên li ser Xakurkê û dibêje: “Helbet  di şertên dijwar de, li qadên mîna Xakûrkê ku şer lê giran e, mirov bibe bersiv girîng e. Dema ku hevalekî jî li van deran tedawî dikim, dibinim ku şad dibe ev ji bo min hîseke cuda ye. Şahidiya li vê têkoşînê, mane li ser piyan e, bêyî dudilyekê rêveçûn, têrê dike ku hêzê bide vê lehengiya ku tê kirin.”

Tenduristî û pêvojoya tedawiyê

Gerîla Dr. Amanos li ser dijwariyên doktoriya li gerîla dibêje: “Ez qet li hêla fizîkî ya çiyê nefikirîm. Hîç ew fikir bi min re çênebû ku di şertên çiyê de zorê bikişînim, an jî li rasta zor û zehmetiyan werim. Ramanên min ên derbarê mirov, hişmendiya li ser sirûştê û hezkirina li wê dema ku dibin yek, têrê dike ku mirov heq jê derkeve. Ev pêşî li ramanan min a bi wî rengî digire. Helbet, xebaten tendiristiyê yên li çiyê û bajêr ne yek in, pir cuda ne.”

Amanos bi berdewamî dibêje doktorek dema ku tedawiyê dike bi her şertî divê pêvajoya tedawiyê bike, di her şertî de biçûk jî be, tiştekî bike ji bo mirovê hewce, di her şertî de divê mirov afirîner be û div an şertan de, hemû derfetan, derfeta herî baş, şertên tedawiya herî baş divê mirov biafirîne û wiha got: “Şertên me, tam jî şertên wiha ne. Li bajêr a ku tê kirin çi ye? Alîkariya pêşî li nexweş tê kirin û neqlî nexweşxaneya têr û tije tê kirin, derfet û amûr zêdetir in. Di şertên me de ev ne pêkan in. Bêhtir, di nav şertên çiyê de, di şertên eraziyê de, bi pergala veguhaztinê hewl tê dayin ku şertên tedawiyê yên hevalên birîndar an jî nexweş were çêkirin. Tu pê dizanî ku dijminê herî mezin dem û şert in û li gorî vê hewl didî ku tedawiya herî baş bikî.”

Gerîla Dr. Amanos li ser şertên tedawiyê yên li çiyê jî dibêje, li çiyê rêxistiniya pergala tendiristiyê kirine, ji ber şert û mercan cihekî wan ê neguharbar tine, tim diguhere, li gorî şertên şer nexweşxane çêkirine û hewl didin ku hawîrdora tedawiyê ya bi tendiristî û ewle ava bikin. Amanos wiha dibêje: “Ev hemû xebat bi ji hêla komite û yekîneyên tendiristiyê ve ku me rêxistiniya wan kiriye, têne rêvebirin. Her wiha akademiyeke me ya bi navê M. Hayrî Durmuş heye, ku em xebatên perwerdehiyê lê dikin, bi derfetên xwe, bi hevalên xwe yên doktor re, di şertên çiyê de me ava kiriye. Nexweşxaneyên me yê qadê hene ku di şertên çiyê de me ava kirine ku armanc ew e ku di zûtirîn demê de xwe bigihînin hevalên birîndar û nexwe. Yekîneyên me yên tendiristiyê û alîkariya pêşî hene. Her wiha hevalên me yên tendiristvan hene ku me di tîman de rêxistiniya wan kiriye û ew perwerde kirine. Ev hevalên me piştî ku mudaheleya pêşî dikin bi lez û bi rengekî bi tendiristî hewl didin ku wan bigihînin hevalên ku baştir dikir pêvajoya tedawiyê bikin. Bi vê çarçoweyê heval dest bi pêvajoya tedawiyê dikin Di şertên şer de em peywira tendiristiyê dikin, piranî caran rê dirêj dibe. Du roj, sê roj, carinan heftiyek, du heftî dibe. Helbet di van hemû pêvajoyan de em ne tenê tendiristvan in, em beriya her tiştî gerîla ne. Li dijî dijminê ku xwedî teknîka pêşketî ye, em di şertên çiya de têdikoşin. Bi vê çarçoweyê divê em xwedî helwesta milîtanî bin ku wiha rêxistiniya xwe kiriye. Bi vê hişmendiyê em hewl didin ku van xebatan bikin û tevbigerin.”

Amanos bi berdewamî diyar dike hem ji ber rewşa giştî ya şer û hem ji ber şertên erazî û sirûştê ew li rasta travmayan tên, birîndariyên şer piranî ne ji ber şer lê ji ber teqînên mezin ên bombeyan û bi encamên vê ne, weke himeta zêde, parçe, şewitandin û bandora ji ber gazê ye. Her wiha hin nenfeksiyonên ji ber şertan û nexweşiyên din hene.

Amanos da zanîn ku li çiyê beriya her tiştî divê malzme û aletên wan ên teknîk hebin di dema mudaheleya lezgîn û pêvajoya tedawiyê de û bi giştî kêm jî be ew xwe digihînin gelek malzemeyan. Dotorê gerîla Amanos diyar dike heta niha wan ji Doktorên Sînornenas tu alîkarî û destek negirtine.

Hişmendiya nexweş

Li ser bêdengiya li bara şer û têkiliya şer û tendiristiya civakî Dr. Amanos wiha got: “Rasteqiniya civakî ku pirsa azadiyê baş fêhm kiriye û bîrewer bûye, li bara qirkirina civakê bi ti awayî nikare bêdeng û bêgav bimîne. Beriya her tiştî divê mirov ji bîr neke, bi civakên azad re nexweşiyên mîna êrîşkarî, dagirkerî û kuştinê nîn in. Civaka ku hebûna xwe li ser tinekirina civakeke dî ava kiriye jixwe civakeke nexweş e, pêgir e, ango ne pêkan ku mirov behsa azadbûn û tendiristbûna wê bike.”

Li ser mudaheleya leşkerên tirk ên li ser cenazeyên gerîla Amanos got, “Ev rewşa wê kesayatiyê dibêje ku ji hêla zîhnî û ruhî ve bi nexweşiyeke giran in. Helbet, ev xirabûna zêhnî û ruhî terisîna hişmendiya giştî ye. Bilindcihê hişmendiya faşist e.”

Amanos civaka bi tendirist jî wiha pênase dike: Civaka bi tendist civakeke wiha ye ku xwe ji hemû nexweşiyên zîhnî û ruhî pak kiriye, her wiha zemînên nexweşiyê jî ji holê rakiriye.G

Nasnameya etnîk a doktoran nîne

Amanos wiha bang li doktoran dike :’’Nasnameya etnîk a doktoran nîne. Divê taybetmendiya sereke ya doktoran wijdanê wan be. Ji ber vê jî, banga min li hemû doktoran ev e; li dijî vê hişmendiya ku li Rojhilata Navîn, nexasim li cografyaya  Kurdistanê sûcê mirovahiyê dike, bêdeng neminin. Bêdengî hevparî ye.”

Li ser tevgera dagirkeriyê ya dewleta tirk jî Dr. Amanos dibêje, “Ev hewldana dagirkeriyê ne tenê li ser qadekê ye, konsepta êrîşa giştî ye, ji Rojava, heta bi Başûr, Rojhilat tê xwestin ku were dagirkirin, ji bo vê dagirkirinê jî dewleta tirk her tiştê xwe seferber kiriye.” Amanos got ku gerîla li dijî vê hişmendiyê berxwedaniyeke mezin dike û divê gelê Başûr li zarokên xwe yên fedayî xwedî derkevin. BEHDÎNAN

Çavkanî: Toprak Eren / ANF

Dikarî Biecibînî