aram

Dewleta tirk çiyayê Xantûr ê Zaxoyê bombebaran kir

Balafirên şer yên TSK’ê çiyayê Xantûr ê navçeya Zaxo ya Duhokê bi dijwarî bombebaran kir

Li gorî çavkaniyên ji herêmê ragihandine balafirên şer ên TSK’ê nêzî nîv saete çiyayê Xantûr ku dikeve ser bajaroka Derkarê ya naçveya Zaxoyê bi dijwarî bombebaran kir.

Li gorî heman çavkaniyan 2 balafirên şer bê navber bombe li Xantûrê barandin. Ji ber bombebaranê jî tê gotin ku agir û dûkel ji herêmê bilind bû. ZAXO

Dikarî Biecibînî