aram

Polîsan li nav erdekî beyar du zarok îşkence kirin!

Hat gotin ku li êrîşa li dijî wesayîta zirxî ya li Yenîşehîrê 2 zarok hatine binçavkirin û polîsan her du zarok birine nav erdekî beyar û ew îşkence kirine. Yek ji van zarokan jî M.A. ye. Dayika M.A. Fatma Akkali anî ziman ku polîsan hingî li zarokê wê dane li ser hişê xwe ve çûye

Di 24’ê tîrmehê de li taxa Şehîtlîk a Yenîşehîr a Amedê hin kesên nasnameya wan nediyar êrîşek pêk anîbûn. Piştî êrîşê polîsan zarokên bi navê M.A (17) û A.E. (17) ku li ber marketekê rûniştibûn binçav kirin. Hat derpêşkirin ku polîsan M.A. û A.E. li ser rêya Farqîn-Amedê birine nav erdekî beyar û ew îşkence kirin. Hat gotin ku piştî vê her du zarok birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê û li wir careke din hatine îşkencekirin.

Di 25’ê tîrmehê de vê carê birayê M.A., M.A.’yê 16 salî jî hat binçavkirin. Her du bira û A.E. li Midûriyeta Şaxa Zarokan e. Dayika M.A. Fatma Akkalin diyar kir ku piştî pê hesiyaye kurê wê hatiye binçavkirin çûne Şaxa Zarokan, lê belê polîsên li wir jê re gotine kurê wê ne li wir û wiha got: “Wexta ji Şaxa Zarokan derdiketim min hevalê kurê xwe di wesayîta polîsan de dît. Ser çavê wî perîşan bibû. Nikaribû bimeşe.”

Li TEM’ê îşkence kirin

Akkalin destnîşan kir ku paşê ew hîn bûne kurê wê birine Midûriyeta Şaxa TEM’ê û wiha domand: “Li Şaxa Zarokan anons kirin. Li ser vê em pê hesiyan ku li TEM’ê ye. Min got kurê min biçûk e, çima wî birine TEM’ê. Li ser vê çûm TEM’ê. Wan jî pêşî em eware kirin. Meger wê çaxê kurê me îşkence dikin. Saet li dor 00.01’ê de parêze hat. Piştî parêzer hat zarok birin Şaxa Zarokan.”

Polîsan gef li zarokan xwariye

Di berdewamê de Akkalin anî ziman ku ji bo dîtina zarokên xwe çûye Şaxa Zarokan û wiha pêde çû: “Dev û pozê wî di nav xwînê de mabû. Min kir nekir nehiştin nêzî kurê xwe bibim. Wexta min kurê xwe dît, lingê wî li pê wî dihatin. Roja dinê parêzer çû cem kurê min. Got, kurê te di halekî wilo de ye ku nikare xwe îfade bike. Paşê min kurê xwe dît. Wexta min ew hemêz kir got ‘dayê bisekine her derê min diêşe.’ Te digot qey parxwanê wî hemû şikiyane. Kurê min got, piştî li şehîtlikê hatine binçavkirin wî birine nav erdekî û li wir ew tazî kirine. Li wir polîsan bi qundaxên çekan û bi hesinekî navê wî nizanin li wan dane. Sixêf ji wan re gotine û gef li wan xwarine û gotine ‘ev şansê we yê dawî ye, em ê we bikujin.'”

Rapor nedan

Akkalin da zanîn ku hema bêje her derê kurê wê birîn bûn û ev tişt anî ziman: “Pêşî kurê min birine nexweşxaneya dewletê, paşê wî birine nexweşxaneya leşkeriyê. Lê rapora derbkirinê nedane. Hingî hatibû derbkirin ne li ser hişê xwe bû. Kurê min perîşan kirine. Saeta bûyer qewimiye kurê min li ber marketê ye, dîmenên wî hene. Lê dîsa jî wî bernadin. Bênavber îşkenceyê lê dikin.”

‘Çek danîn serê zaroka 9 salî ‘

Her wiha Akkalin diyar kir ku berê jî polîsan avêtine ser mala wan û çek danîne sere keça wê ya 9 salî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Derûniya keça min xirab bû. Lêvên wê qelişîn. Dema erebeyek tê yan jî derî lê dikeve em dibêjin qey polîs hatine. Êdî bes e, bila ev zilm biqede. Em ê di warê hiqûqî de hesabê vê yekê bipirsin. Em ê heta DMME’yê jî biçin.” AMED