aram

Bi neheqî mehek e di hucreyê de tê girtin

Ronî Yavûz ê 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakranê tê girtin, rêveberiya girtîgehê 29 roj in bi sûcdariya dîmenê kamerayê yên aîdê wî ne, di odeya yek kesî de digire

Ronî Yavûz ê 4 sal in li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 4 a Şakaranê yê Îzmîrê tê girtin, di sala 2016’an de hat binçavkirin û bi îdîaya “Endamtiyê rêxistinê” hat girtin. Gardiyan û rayedarên girtîgehê di 1’ê tîrmehê de bi ser qawîşa Yavûz de girtin û bi zorê avêtin odeya yek kesî.

Rayedarên girtîgehê bi hinceta ku girtiyekê di baxçeyê de, ji girtiyeke qawîşeke din alav girtiye, Yavûz kirin odeya yek kesî. Bavê Yavûz Ramazan Yavûz ê di 11’ê tîrmehê de çû hevdîtina kurê xwe, diyar kir ku kurê wî kirine odeya yek kesî û tecrîd kirine.

Bavê Yavûz Ramazan Yavûz, da zanîn ku ligel ku di dîmenên kamerayê de girtiyek din xuya dike, lê rayedarên girtîgehê bi israra kurê wî sûcdar dikin û wiha axivî: “Demildest divê ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin. Lêpirsîna îdarî bi encam bû û derket holê ku kesê di kamerayê de xuya dike ne Ronî ye. Lê hîna jî kurê min di odeya yek kesî tê girtin û hatiye tecrîdkirin. Dîsa lêpîrsîna edlî ji bo dozger hatiye şandin, lê ev 29 rojan dozger tu bersiv nedaye. Me herî dawî Ronî di 26’ê Tîrmehê de dît. Em çûn hevdîtina wî. Yaredarên girtîgehê xwestin wî bi sûcdarên edlî re derxînin hevîtinê. Wî jî gotibû ‘ezê bi girtiyên edlî re dernavekim hevdîtinê’ û ev yek îtîraz kiribû. Lê îtîraza wî nehatibû qebûl kirin. Ji ber vê ev 4 hefte ne hevdîtin nayê kirin.”

Hiqûqê binpê dikin

Yavûz dest nîşan kir ku rêveberiya girtîgehê hiqûqên xwe binpê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî mafên mirovan ên gerdûnî, mafên ji bo girtiyan hatine dayîn hene. Rayedarên girtîgehê bi zanebûn van mafên girtiyan xesp dike. Gelo di rewşek wisan de emê li ku derê li mafên xwe bigerin. Ma emê giliyê kî ji kî re bikin. Em diçin gel rêveberiya girtîgehê, Wezareta Dadê nîşanî me dikin. Em serî li Wezareta Dadê didin, evê carê jî em tu encamê bi dest naxwin. Em dixwazin demildest lêpîrsîn bi dawî bibe û Ronî bibin qawîşa wî ya siyasî ku em karibin hevdîtinê bikin.” ÎZMÎR