aram

Armanca Tirkiye ya li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan

Dewleta tirk PKK’ê wekî sedema êrîşên xwe yên dagirkirina başûrê Kurdistanê nîşan dide, lê rapora ku ji aliyê SETA ya nêzî AKP’ê ve hatiye amadekirin, hedefa Tirkiye ya rasteqîn, radixe ber çavan

SETA’yê di demên dawî de hin rapor weşandin. Yek ji van roporana jî li ser êrîşên dewleta tirk a başûrê Kurdistanê û armanca rastî a Tirkiyeyê ye. Ajansa Rojnewsê bi şîrove li ser vê roporê rawestiya ye û weşandiye. Di rapora bi navê, “Stratejiya Tirkiyê ya baregehên leşkerî û Iraq” de, bihêzbûna Iraq û rêveberiya başûrê Kurdistanê wekî taluke tê dîtin û hesabên heta Kerkûkê tên kirin. Di raporê de tê gotin: “Hewldana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya serxwebûnê gef li yekparebûna axa Iraqê dixwe. Bê îstîqrarbûna Iraqê û kûrbûna rewşa aloz, zirarê dide Tirkiyeyê. Daxwaza serxwebûnê ku Kerkûk jî digirt nava xwe, îhtîmala pevçûneke li herêmê zêde dike û ev yek ji bo Tirkmenan xetereyek çêdike. Sedema sereke ku li Bakurê Iraqê baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê tên çêkirin jî ev e.”

Weqfa Lêkolînên Siyaset, Ekonomî û Civakê (SETA) wekî saziyek nêzî AKP’ê tê nasîn û ji aliyê wê ve tê fînansekirin. Ev sazî zêdetirîn bi raporên xwe yên li gorî AKP’ê û dijberiya hêzên muxalîf, demokratîk tê nasîn. Bi taybetî jî bi rapora xwe ya nêzî mehek beriya niha dijî rojnamevanên li Tirkiyeyê amade kiribû û hemû rojnamevanên muxalif kiribûn hedef, hatibû rojevê. Saziya ku ji aliyê gelek derdoran ve hat rexnekirin, li ser êrîşên dagirkeriyê ku Tirkiye li başûrê Kurdistanê dide domandin jî çend rapor amade kirine. Du raporên di vê mijarê de derketine pêş li ser êrîşên dewleta tirk ku bi navê “operasyona pençe” dimeşîne û sedema hebûna baregehên leşkerî yên li Başûr hatiye amadekirin.

Rapora liser “operasyona pençe” demek beriya niha di çapemeniyê de hatibû weşandin û gelek derdoran nerazîbûn nîşan dabû.

Di rapora bi navê “Stratejiya Tirkiyê ya baregehên leşkerî û Iraq” de jî sedem û armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê û hedefên Tirkiyê yên derbarê Iraq û Başûr de tên vegotin.

Di rapora ku timî Tevgera Azadiya Kurdistanê weke hinceta dagirkirina Iraq û Başûr dide nîşandan de, niyeta AKP’ê û dewleta tirk a başûrê Kurdistanê tê aşkerekirin. Sedema sereke ya dagirkirina Başûr jî dispêre statûya kurdan a li başûrê Kurdistanê û têgotin, kurd bi referandûmê de xwestin Kerkûkê jî daxilê Kurdistanê bikin û vêya jî weke pêngaveke xeter binav dike.

Rapor, ji sê beşan pêk tê. Beşa yekemîn, bi sernavê “Çima divê Tirkiye li bakurê Iraqê baregehên leşkerî çêbike?” Beşa duyemîn, bi sernavê “Girîngiya Bakurê Iraqê ji bo ewlekariya Tirkiyê” hatiye dayîn. Beşa sêyem jî behsa armanca Tirkiyeyê ya ji baregeh û kampên leşkerî yên li derveyî Tirkiyeyê tê kirin û bandorên wê yên herêmî tê tehlîlkirin.

Di raporê de navê Herêma Kurdistanê nayê bikaranîn û timî bi gotina Bakurê Iraqê xîtabê rêveberiya Başûrê Kurdistanê tê kirin. Analîz bi gotina, “Çima Iraq?” destpê dike û wiha têgotin, “Iraq li gel têkiliyên dîrokî, çandî û aborî, ji bo ewlekariya sînorê Başûrê Tirkiyê (Bakurê Kurdistanê) pir girînge. Berê her tiştî yekîtî û yekparebûna axa Iraqê di serî hedefên Tirkiye yên herî girîng de tê. Yek ji sedema vê ya sereke ewe ku krîzên Iraq hem di herêmî de hem jî di asta navnetewî de ji sala 1980’an ve dijî û bandora wê ya li Tirkiyeyê tê. Şerê Iraq û Îranê bû sedem ku îstîqrara Başûrê Tirkiyê têk biçe. Sadam Hûseyîn dema li Bakurê Iraqê li dijî kurdan çeka kîmyawî bikar anî û bû sedema mirina bihezaran însan, ev bû sedem ku Iraq bikeve nava krîzeke mezin. Ji ber vê sedemê rejîm hem di hindir de hem ji derve de ket bin zext û aloziyeke mezin. Otorîteya nava welat ket krîzeke mezin. Di nava çend salan de dagirkirina Kûweytê û piştî wê destwerdana Amerîka li Iraqê, bandoreke neyî li Tirkiye kir û her wiha pêşî li hinek bûyerên neyînî jî vekir. Bihezaran welatiyên ji ber aloziyan koç kirin, xwe spartin sînorê Başûrê Tirkiyeyê û pêleke mezin a koçkirinê çêbû. Maliyeta şerê Kendavê ya Tirkiyê derdora 50 milyar dolar de bûye. Pêşekiya me ewe ku pêkhateyeke bi îstîqrar, bitendûrist, dikarin peywendiyên siyasî û aborî li gel çêbikin li Iraqê ava bibe. Rêya pêkanîna vêya jî di cîranên yekparebûna xwe parastine re derbas dibe.”

‘Iraq bi salaye nekariye Bakurê welêt kontrol bike

Di beşeke din de jî rexne û îşaret bi rejîma Sedam a rûxayî dike ku nekariye Bakurê Iraqê dagir bike û wiha pêde diçe, “Sedemek din jî ewe ku Tirkiye dixwaze Iraqê ji hêmanên terorê yên Tirkiyeyê tehdît dikin, paqij bike. Iraq bi salane nekariye li Bakurê welêt kontrolê çêbike, ji ber vêya valatiya otorîteyê derketiye holê.”

Di rapora SETA’yê de derbasbûna PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê jî ji bo berjewendiyên desthilata Tirkiyeyê weke metirsiyek tê destgirtin û wiha dirêjî bi nivîsê dide, “Piştî PKK ji kampên Lûbnan û Sûriyeyê derbasê herêma Qendîlê ango Bakurê Iraqê bû, ev herêm ji bo Tirkiyeyê hîn girîngtir bû. Ev rêxistin ji stratejîk bûna Qendîlê sûdwergirt û gef li ewlekariya Tirkiye xwar. Sedema sereke ya bihêzbûna PKK’ê li vê herêmê şerê Iraq û Îran û avakirina herêmeke ji firîna balafiran re qedexe ya ji aliyê Amerîkayê ve bû. Sadam jî ji ber gelek lawaz ket, nekarî li van herêman kontrolê çêbike û cezayên pêwîst bide.”

Di dewama raporê de ciheke berfireh dide hewldana lidarxistina referandûma Başûrê Kurdistanê û daxwaza gelê Başûr a ji bo referandûmê ji bo Tirkiyê weke metirsiyeke mezin tê destnîşan kirin û wiha berdewamî  bi raporê tê dayîn, “Piştî referandûma serxwebûnê ya Mesûd Barzanî, Tirkiye hewlesta xwe ya li dijî herêmê tund kir, li dewsa wê girîngî da peywendiyên li gel hikûmeta navendî ya Iraqê. Bendewariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya serxwebûnê gef li yekparebûna axa Iraqê dixwe. Bê îstîqrarbûna Iraqê û kûrbûna rewşa aloz zirerê dide Tirkiye yê û Tirkiye ji vê yekê direve. Di nava daxwaza wan a serxwebûnê de ku Kerkûkê jî digirt nava xwe, îhtîmala pevçûneke li herêmê zêde dike û ev yek ji bo Tirkmenan xetereyek çêdike.”

‘Ji ber Amerîka herêmek ji firînê re qedexe ava kir Kurd bûn xwedî otonomî

Di raporê de gilî li Amerîkayê dikin ku ji ber herêma ji firînê re qedexe çêkir, ji ber wê kurd bûne xwedî otonomî û got; “Ji ber herêma ji firînê re qedexe hiştiye ku pêşî li otonomiya Kurdan li Bakurê Iraqê vebe. Piştre parlemento û rêveberiya xwe ava kirine. Lê ev pêvajo bi peçvûn û şereke dijwar derbas bûye. Silêmanî û Erbîl li dijî hev şer vekirine. Bi taybet salên 1992-1996 hêzên çekdarî yên ser bi Mesûd Barzanî û Celal Talabanî şerekî navxweyî jiyan kirine. Di encama pevçûnan de her du alî wendaniyên mezin dane û nekarîne li hember hev serkeftinên mezin bidest bînin. Hem lawaziya hikûmeta Bexda, hem jî şerê desthilatiyê ya navbera kurdan de bûye sedem ku PKK li herêmê bi cih bibe û bikare binesaziyeke îdeolojîk pêk bîne. PKK ji van şertan kete rê û karî li herêmê jixwere xeteke bi ewle çêbike. Tirkiye vê rewşê esas girtiye û hewl daye li gorî vêya şekil bide peywendiyên xwe yên li gel Iraqê. Li gel rêveberiya Bexdayê û bi rêya rêveberiya Bakurê Iraqê ku bûne xwedî otonomî re xwestine di nava siyasetwa Iraqê de cih bigire.”

SETA rengîniya olî û etknîkî ya li Iraqê weke sedema şîdet û pevçûnê destnîşan dike û mijarê wiha dinirxîne; “Parçebûna etnîk û olî ya li Iraqê bûye sedema şîdet, pevçûn û ne li hevkirinê. Ev rewş bûye sedem ku hem navxweyê Iraqê hem jî welatên cîran berbi bê îstîqrariyê ve bibe. Hêzên hêrêmê ji vê rewşê sûd wergirtine û hewl dane di nava Iraqê de bi bandor bibin. Ji ber şerê Şîe-Sûne Îran li herêmê bibandor bûye.”

Tirkiye ku bi bahaneya DAIŞ’ê baregeha leşkerî li Başîka ava kir jî di raporê de têgotin, ji bo şerê li dijî Şengalê û herêmên ku bandora Tevgera Azadiyê lê heye agahiyên îstîxbaratî kom dike û xwedî hêza operasyonele. Di rapora SETA’yê de diyar dibe ku armanca Tirkiyê ya ji avakirina baregeha Başîka û baregehên din jî ne DAIŞ’e destkeftiyên gelê êzidî û Başûre û wiha pêde diçe:“Li dijî tehdîta DAIŞ’ê li ser daxwaza hikûmetê li herêma Başîkayê bi armanca perwerdeyê baregeheke leşkerî hate ava kirin. Tirkiye bi saya vê baregehê bi hêzên Iraqî re tevgeriya, karî têkoşîneke cidî li dijî terorê bide meşandin. Ji saya van baregehan li hember pêkhateyên terorê yên li herêmê hem di ware îstîxbarî de hem jî li hember tehdîtan tedbîrên pêwîst hatine girtin Tirkiye dem dem li dijî pêkhateyên PKK’ê yên li Sîncarê (Şengal) operasyon dike û biryardariya xwe ya li dijî terorê dide nîşan. Ji bo Tirkiye mezin bibe û bihêz bibe destpêkê pêwîstiya xwe bi sînorên bêpeçvûn û aram heye. Ji bo aramiyê jî Iraq divê yekparebe û pêwîstiya Tirkiyê jî bi Iraqeke yekpare heye.”

Di raporê de diyar dibe ku Tirkiye ji destwerdanên hêzên navnetewî ji bo Tirkiye jî ditirse û ji bo vê jî hewl dide bi polîtîkaya dijî Kurd bi dewletên herêmê re bê gel hev û di têde ev niyeta Tirkiyê wiha rave dike: “ Bi taybet li Rojhilata Navîn bê îstîqrarî welatan ji destwerdanên derve re vekirî dihêle û Iraq jî nimûneya vêye. Li hember vê rewşê Tirkiye ji bo ewlekariya xwe bi salane hem operasyonên derveyî sînor hem jî bi baregehên leşkerî yên li ser axa Iraqê avakiriye, hebûna xwe didomîne. Xizmetên ku kampa Başîka dibîne li holê ye. Baregeh li hember hêmanên ewlekariya welêt tehdît dikin, derfetê dide hêzên ewlekariyê li dijî wan gav biavêje.”

Tirkiye ji peymanên di salên 1980’an de bi Iraqê re îmzekirine jî fêde digire û ev peyman çiqas avantaj dide Tirkiyê wiha rêz dike: “Ji bo Tirkiye bikare operasyonan li nava axa Iraqê de li dar bixe, di sala 1983’an de bi peymana “Ewlekariya sînor û peymanna hevkariyê” ku navbera Tirkiye û Iraqê de hate îmzekirin, rêyeke rewa jêre vekir. Bi heman şêweyê di Cotmeha di sala 1984’an de di navbera Tirkiye û Iraqê de Protokola Ewlekariyê hatiye îmze kirin. Bi vê protokolê destûr tê dayîn ku yekîneyên leşkerî yên Tirk bêyku destûrê ji dezgehên Iraqê bixwaze bikare pênc kîlometre bikeve nava sînorê Iraqê. Tirkiye vê mafê xwe bikaraniye, lê li beramber vêya Iraq piştî şerê Îranê, ku li Bakurê Iraqê operasyon da destpêkirin, li hember komên Kurd ên derbasê sînorê Tirkiye bûn, vê mafê xwe bikar ne aniye. Tirkiye 1984’an bi 7 hezar esker operasyona xwe ya herî mezin a derveyî sînor a li dijî terorîstan li ser axa Iraqê pêkaniye. Herêma navbera Zaxo û Amediyê ku dikeve nêzî sînorê Tirkiye hatiye hedef girtin. Bi salane operasyonên derveyî sînor pêk tîne. Kampên PKK’ê yên eskerî û îdeolojîk ên dikevin navbera Îran, Iraq û Tirkiyê hatine hedef girtin. Baregehên eskerî yên di serî de li Başîka, Erbîl, Zaxo, Duhok û gelek cihên din ji bo hêzên ewlekariyê li gel îstîxbaratê û operasyonan derfetên girîng çêkiriye.”

Dibin sernavê, ‘Çima Iraq girînge’ de jî wiha têgotin: “Jixwe li gelek cihan baregeh hatine çêkirin û xizmeteke baş dikin. Dagirkeriya Amerîka ya 2003’an û paşê paşvekişîna wan a di sala 2011’an de pêkhat, bû sedem ku gelek hevsengên li herêmê ji kûr ve bihejîne. Bi dagirkirina Iraqê re pevçûna Şîe-Sûne destpê kir.Tevî hemû îtîrazan jî 25’ê Îlona 2017’an bi serokatiya Mesûd Barzanî kurd çûn referûndûma serxwebûnê lidar xistin. Li ser zextên derve Mesûd Barzanî neçar ma ku îstîfa bike. Pirsgirêkên ekonomîk, helwesta Tirkiyeyê ya hişk a piştî referandûmê, bandora Îranê û gefa DAIŞ’ê, sekna Amerîka û peywendiyên li gel Bexdayê hiştiye ku rûberûyê zextên gelek mezin were.”

‘Eger ne ji gelê Bakurê Iraqê be wê rêveberiya wê dijî PKK’ê derkeve

Di vê beşê de jî balêdikişîne ser xaleke girîng û diyar dike rêveberiya Başûr ji ber tirsa ji gel nikarin rasterast PKK’ê bigirin hember xwe û wiha têgotin, “ Divê rewşê de nabe ku li bendê bin rêveberiya Erbîlê li hember PKK’ê bibe xwedî helwestek. Gelek kesên di nava hikûmeta herêmê de jî dibêjin, ji ber xebatên çekdarî û îdeolojîk ên PKK’ê bandoreke mezin li gelê herêmê kiriye, ti partî anjî alî nikarin raste rast PKK’ê bigirin hember xwe. Di nava hikûmeta herêmê de di mijara PKK’ê de ferq di navbera helwesta YNK’ê û PDK’ê de heye. PKK li herêmên dibin kontrola Barzanî de zêde nikare bi serbestî tevbigere, herêmên dibin kontrola malbata Talabanî de dikarin tevbigerin û xebatê bimeşînin. Bajarê Silêmanî malavahiyê ji gelek xebatên PKK’ê re dike. Ji propagandaya siyasî bigrin, heya mîtîngan, perwerde û bijîşkî gelek pêwîstiyên xwe ji Silêmanî dabîn dikin. Li hember vêya Tirkiye demeke dirêje nerazîbûnên tund nîşan dide.”

‘Baregehên saziyên nêzî PKK’ê li ser daxwaza Tirkiyê hatin girtin’

Di raporê de bi awayeke eşkere têgotin rêveberiya YNK’ê di encama zextên Tirkiyê de sazî û rêxistinên nêzî fikrên Apoyî yên li parêzgeha Silêmanî girtine û ev tişt tênivîsîn, “Girtina balafirxaneya Silêmanî jî di navê de di gelek qadan de ceza lê biriye. Di vê çarçoveyê de ofîsên partiyeke siyasî ya nêzî PKK’ê li parêzgeha Silêmanî hatine girtin. Tirkiye bi çavekê erênî li vê pêngavê nêrî û jê daxwaz kir ku pêwîstî bi gavên zêdetir heye.”

Di raporê de têgotin, eger pêşnûmeqanûna derxistina hêzên biyanî ji Iraqê li parlementoyê bê erêkirin wê Tirkiye jî ji vêya nesîbê xwe bibîne û ji bo astengkirina vê pêşnûmeqanûnê jî ev tişt têgotin, “Li hember daxuyaniyên Trump hêza Şîe yên Iraqê yên nêzî Îranê, pêşnûmeqanûnek derxistibûn ji bo hêzên leşkerî yên Amerîka derkevin ji derveyî Iraqê. Ev pêşnûmeqanûn eger were pesend kirin, wê hêzên Amerîka û Îranê li Iraqê bên hember hev. Eger ev pêşnûmeqanûn bê erêkirin, dibe ku hebûna hêzên Tirkiyê yên li Iraqê jî bikeve rojevê. Tê dîtin ku her aloziyeke li nava Iraqê de rû dide raste rast Tirkiyê bandor dike. Baregehên Tirkiyê yên li Iraqê di têkoşîna dijî terorê de roleke girîng lîstiye. Ji ber vê her hewldaneke bandora Tirkiyê ya li herêmê sînordar bike, pir zû alîgir ango piştgirî dibîne. Ji ber vê her aloziyek li herêmê rû bide, divê were zanîn ku wê zirerên wê ji bo Tirkiyê zêde be.”

Tirkiye ku dixwaze siyaseta nû ya cîhanî de bibe yek ji welatên xwedî gotin, vêya jî bi belavkirina hêzên xwe yên leşkerî li welatên herêmê û gelek welatên din hewl dide bike û wiha vê beşê jî wiha dinivîse, “Bi pozîsyona xwe ya heyî di nava aktorên bihêz û lawaz yên cîhanî de cih digire. Ji vêya re dikare bê gotin, hêza navîn (Middle power). Li welatên herêmê bi karên bazirganî, dîplomatîk û leşkerî kariye qada xwe berfireh bike. Di encama têkiliyên leşkerî de bargehên leşkerî yên li aliyê din ê sînor hatine avakirin, xwedî girîngiyeke startejî kin. Di çarçoveya têkoşîna bi DAIŞ’ê re li gel baregeha leşkerî ya Başîka, li Sûrî û Somalî jî barefegên leşkerî xizmetên baş dikin. Her wiha Tirkiye li Qeter, Bosna Hersek, Arnawut, Lûbnan, Qibris, Efganîstan, Azerbaycanê jî hebûna xwe ya leşkerî didomîne. Bi taybet piştî bahara Erebî li hember hevsengên ku li herêmê çêbûne, Tirkiye gelek gavên girîng avêtiye.”

Li ser dagirkirina Kurdistanê hewl dide di siyaseta nû ya cîhanî de cih bigire

Divê raporê de pesnê dagirkirina Efrînê û hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê jî tê dayîn û tifaqên Tirkiyê yên qirêj ên li ser Kurdan wiha dinirxîne, “ Tirkiye daketiye qadê û bi Mertala Firat û Çiqê Zeytûnê kariye bi Rûsya û Îranê re rûne ser masaya bazarê. Piştî biryara Amerîka ya vekişîna ji Sûriyê, Tirkiye li Rojhilatê Firatê daxwaza avakirina herêma bi ewle kir. Careke din Tirkiye ji bo avakirina herêmeke bi ewle li Rojhilatê Firatê behsa pêkanîna operasyonekî dike. Ji bo Tirkiye li herêmê bihêz be pêwîstî bi avakirina baregehên leşkerî hye. Çi li Iraqê dibe, çi jî li cihên cûda yên herêmê dibe hebûna leşkerên Tirk ji bo temînata ewlekariya welêt xizmetê dike. Eger li herêmê hebûna wê hebe, wê bikare bibe parçeyek ji hevsengên siyasî yên li herêmê çêbibin. Baregehên ku bi awayeke stratejîk hatine avakirin, bersiva bendewariyên Tirkiyê dide. Pêvajoya Astana û herêma bi ewle ya li Rojhilatê Firatê were avakirin, nîşaneyên vêyane.”

 

Dikarî Biecibînî