aram

Eşîra Herkî ji PDK’ê re got: Em ê bêdeng nemînin!

Serokê Eşîra Herkî Cewher Mûhyedîn bal kişand ser zext û zilma li endamên wan tê kirin û got, “Em ê ji niha û pê ve bêdeng nemînin.” Mûhyedîn PDK hişyar kir

Herkî yek ji wan eşîran e ku li başûrê Kurdistanê û çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Herî zêde li herêmên Behdînan, Lolan û herêmên din ên başûrê Kurdistanê ye.

Eşîra Herkî di tevahiya dîrokê de yek ji wan eşîran e ku bi PDK’ê re her tim nakok bûye. Ji ber nakokiyan jî her tim zext lê hatiye kirin. Endam û ciwanên eşîrê ji bo serokê eşîrê der barê zext û zilma dawî de agahdar bikin gelek name nivîsandin. Serokê eşîrê Cewher Mûhyedîn jî bersiv da nameyên ciwanan. Di bersiva xwe de Mûhyedîn destnîşan kir ku wê li pêşberî zext û zilmê êdî bêdeng nemînin û ji endamên eşîrê xwest ku bibin yek û bi wî rengî tevbigerin.

‘Em ê ti carî bêdeng nemînin’

Mûhyedîn bal kişand ser ked û têkoşîna endamên eşîra wî ji bo azadiya gel û welat û wiha got: “Ez ê rê nedim zext û zordariya niha li eşîra me tê kirin. Em kêm nînin, di nava welêt de keda me kêm nîne. Em ê bi îrade û hêza xwe her bi pêş ve biçin. Em ê rê nedin ku ji niha û pê ve jî ti hêz û kes zextê li me bikin.”

Mûhyedîn destnîşan kir ku tevî desteserkirina zeviyên eşîra wan gelek ciwan û mirovên eşîra wan ên mafên xwe diparastin hatine girtin û wiha got: “Ji bîr kirine ku ciwanên me, mirovên me yên girtine ew mirov in ku ji Şengalê heta Kerkûkê li dijî DAIŞ’ê şer kirin.”

Banga ji bo yekîtiyê

Mûhyedîn herî dawî ev tişt anî ziman: “Ji wan heye ku em ê teslîm bibin an jî dest ji maf û zeviyên xwe berdin. Ji niha û pê ve em ê li pêşberî ti zext, zilmê bêdeng nemînin. Em ê ji niha û pê ve vê sîstemê û vê zilmê qebûl nekin. Ez weke şexsekî ez ê bidim pey vê. Ger ji niha û pê ve heqaret û zilm li ciwanekî bi tenê yê eşîra me bê kirin, em ê vê yekê weke heqareta li kurê Mihê Axa Cewher, li Herkiyan hemûyan hatiye kirin bibînin. Dixwazim ku bi hev re di nava yekîtiyê de tevbigerin.” SILÊMANIYE 

 

 

Dikarî Biecibînî