aram

Parêzerên Ocalan: Serlêdanên me bêbersiv dimînin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi lêv kirin ku piştî 4 hevdîtinan nêzî 2 meh e nikarin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin û serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv dimînin. Parêzeran wiha gotin: “Pêvajoyeke ku serlêdanên me bêbersiv bimînin û bersiva ji bo wan neyînî be, ew pêvajo pêvajoyeke negatîf e. Tê wateya domandina awayê berê.”

Piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, parêzer di 2’yê gulanê de çûbûn Gireva Îmraliyê û hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re çêkiribûn. Piştî vê hevdîtinê parêzer di 22’yê Gulanê, di 12 û 18 Hezîranê de 3 carên din jî hevdîtin bi muwekîlê xwe Ocalan re çêkiribûn. Lê belê piştî van hevdîtinên nêzî 2 meh in serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bê bersiv dimînin.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Cengîz Yureklî, têkildarî tecrîda li Îmraliyê ji nûçegihana MA’yê Sadiye Eser re axivîn. Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku piştî 8 salan cara ewil hevdîtin bi Ocalan re çêkirin û di her çar hevdîtinên dawî de jî tenduristiya Ocalan baş bûye. Sarica wiha got: “Her wiha moralê wî pir baş bû. birêz Ocalan herî zêde tenduristiya civakê esas digire. Got, di vî warî de tişta herîg irîng tenduristiya civakê ye, pirsgirêkên diqewimin pir girîng in û niha ew li ser van pirsgirêkan hûr dibe û eger ev pirsgirêk bên helkirin û tenduristiya civakê baş bibe wê rewşa her kesî jî baş bibe. Lê belê dema em hemû hevdîtinan tînin ber çavên xwe, di warê bêhnstendinê û xewê de pirsgirêkn wî hebûn.”

 7 xalên deklerasyona Ocalan

Sarica diyar kir ku ji 7 xalên deklerasyona Ocalan yek jê jî “helwesta Îmraliyê” bûye. Sarica, Ocalan 26 sal in têkoşîna ji bo aştiyê destnîşan dike û ev helwesta xwe 24-26 sal in didome û wiha got: “Ji dema Ozal ve têkoşîan wî ya ji bo aştiyê didome. Her tim bal dikişîne ser hemû hêlan, hemû firsendan pir baş dinirxîne. Qesta wî ya ji helwesta Îmraliyê jî ev e. Nîşan da ku hêza wî ya ji bo çareserkirinê heye, kirdeyeke polîtîk e û helwesta Îmraliyê di pozîsyona mifteya çareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Birêz Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ku çalakiyeke dîrokî bû da seminandin û careke din siyaseta jiyanê nîşan da. Yanî ew pêvajoya di navbera 2013-2015’an de qewimî, di gulan û hezîrana îsal de careke din hat ceribandin. Helwesta Îmraliyê ya behsa wê dike rewşeke bi vî rengî ye.”

Sarica destnîşan kir ku di hevdîtinan de mînaka Gandî jî derketiye pêş û wiha got: “Gandî greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê bi têkoşîna civakiyî û rêxistinbûyîna civakiyî xurt kiribû û bi ser ketibû. Di vî warî de, di siyaseta Tirkiyeyê de behsa kêmasiyên hêzên sivîl, civakî, qada polîtîk û kesên talibê rêya sêyem in dike. Fikra wî ew e ku di vî warî de heke bivê divê çalakiyên siyaseta demokratîk xurt dikin bên kirin. Yanî bi kurt û kurmancî behsa mezinkirin û xurtkirina têkoşîna civakiyî dike.”

Sarica bi bîr xist ku di hevdîtinan de Ocalan bal kişandiye ser destana Mem û Zînê jî û ev tişt anî ziman: “Gotibû, ew bi nêrîneke civaknasiyî nêzî van destan û bûyerên dîrokî dibe. Bilêv dikir ku ew ew niha dîrok û tiştên rojane cuda cuda û di nav hev de analîz dike. Mem û Zînê wekî sancûya demokratîkbûyînê pênase dikir.” Sarica diyar kir ku Ocalan li hemberî kesayetiya kurd ku di Mem û Zînê de bibe kesayetiyek demokratîk, kesayetiya Beko ku tevkarê pergalê ye heye û wiha got: “Digot, civak ne Bekoyek veguheriye bi hezaran Bekoyan û ji sedî 90 ji wan kesayetiya Beko li wan peyda bûye.”

Peywira sereke ya HDP’ê

Parêzerê Ocalan Cengîz Yureklî diyar kir ku Ocalan di hevdîtinên xwe de li dijî siyaseta berberîbûnê ya niha wekî açerserî rêya sêyem berpêş dike û wiha got: “Di vî warî de birêz Ocalan nirxeke mezin li HDP’ê bar dike. Ne mimkun e îktîdar ji bo gelan demokrasiyê hilberînin. Ê vê rolê bi cih bîne HDP ye yanî partiya rêya sêyem e. Birêz Ocalan dibê ger HDP pozîsyona xwe baş diyar bike wê heta 30 ji sedî jî deng bigire. Vê hêviyê ji HDP’ê dike. Divê HDP, ji bo pêşxistina pozîsyona xwe ya demokratîk tevbigere. Divê di warê qanûna bingehîn a  demokratîk de rola xwe bilîze. Çimkî ew tifaqeke demokratîk e. HDP, bi tena serê xwe îtifaqa demokrasiyê ye. Peywira wê ya sereke pêşxistina siyasetê ye.”

Di hiqûqê de cihê kurdan

Yureklî diyar kir ku rojeveke sereke ya Ocalan îtifaqa qanûna bingehîn a demokratîk e û wiha got: “Yek ji xalên ku dê çareseriyê bi xwe re bîne qanûneke bingehîn a demokratîk e. Birêz Ocalan qanûna bingehîn a heyî wekî qanûneke bipirsgirêk dibîne. Têgîna netewê ay di qanûna bingehîn de têgîneke bipirsgirêk e. Qanûneke bingehîn î homejen ku hemû deng û rengan red dike. Pêwendiya di navbera dewlet û welatîbûnê de şaş hatiye pênasekirin. Birêz Ocalan evan hemûyan wekî pirsgirêk diyar dike. Yek ji mînakên wî ew e ku dibêje di hiqûqê de cihê kurdan tune ye.” Yureklî diyar kir ku ji xwe hêleke têkoşîan Ocalan jî ew e ku kurd di deriyê hiqûqê re derbas bibin û wiha got: “Helbet ev tenê bi qanûna bingehîn pêk nayê. Di vî warî de qanûna rêveberiyên herêmî û qanûna civaka sivîl destnîşan dike.”

Ocalan, di hevdîtina 22’yê gulanê de îşaret bi demeke 30-40 rojî kiribû. Yureklî ji bo vê jî ev tişt got: “Têgîna demeke 30-40 rojî, têgîneke objektîf e. Di 22’yê Gulanê de got lê niha rewş li holê ye. Zelal e. Lê belê ev yek rewşeke polîtîk a civakiyî nîşan dide. Ev hemû girêdayî vê ye. Em bi hev re bertek û geşedanan bibînin. Her wiha ji bo ev rewş ji holê bê rakirin jî divê em bi rêbazên cuda tev bigerin.”

Îmrali bi xwe tecrîd e

Yureklî destnîşan kir ku ji 2’yê gulanê heta 18’ê hezîranê tecrîd bi dawî nebûye û ev tişt anî ziman: “Jixwe bi çûyîna parêzeran tecrîd bi dawî nebibû. Me parêzeran bi hevdîtinên 20 rojan carekê û du saetan tu carî îdia nekiriye ku tecrîd bi dawî bûye. Jixwe pergala Îmraliyê bi xwe pergala tecrîdê ye. Heta pergala Îmralyê hebe çi qas hevdîtin pêk bên bila bên dîsa wê şert û mercên tecrîdê hebin. Divê em bi vî awayî nêzî vê yekê bibin.” Yureklî, anî ziman ku ji bo deklerasyona 7 xalî ya Ocalan, helwesta Îmraliyê ya Ocalan û pozîsyona wî ya muzakereya demokratîk, divê şert û mercên azad bên peydaakirin û got: “Divê her kes bi ehsasiyet nêzî vê rewşê bibe. Çimkî mesele hesasiyetên civakiyî ne.”

Tecrîd wek berê dewam dike

Herî dawî Yureklî bal kişand ser serlêdanên dawî û ev tişt got: “Pêvajoyeke ku serlêdanên me bêbersiv bimînin û bersiva ji bo wan neyînî be, ew pêvajo pêvajoyeke negatîf e. Tê wateya domandina awayê berê.” STENBOL

Dikarî Biecibînî