aram

Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç  ji bo ku sibê biçin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê û 18’ê Hezîranê de çibûn Îmraliyê û bi muwekîlê re hevdîtin pêk anîbûn.

Ji 18’ê Hezîranê heta niha parêzeran 12 serlêdanan kirine. Lê heta niha ne bi erênî û ne jî neyînê bersiv ji van serlêdanan re nehatiye dayîn. STENBOL

 

Dikarî Biecibînî