aram

KJK: Bihêzbûn û xweparastin têkbirina faşîzim û dagirkeriyê ye

KJK: Ya girîng ewe ku em li ser esasê parastina statû ya heyî û deskeftên gel û jinan hewldan û têkoşîna xwe bêtir bi hêz bikin. Parastina cewherî û bi hêz kirina pergala xwe rêveberiyê ji bo civaka Êzidxanê mijarekî girînge û dest jê nayê berdan.

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan (KJK) bi daxuyaniyekê di serî de di kesayeta şehîdên 3’ê tebaxa 2014’an de hemû şehîdên ku di rêya têkoşîna azadiyê de jiyana xwe dest dane bibîr anî. KJK’ê diyar kir ku li hember keda şehîdan a bêhesab û qehreman bejna xwe ditewînin.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Di sedsala 21’ê de êrîşên ku ji aliyên modernîta kapîtalîzm ve li hember gelan û nirxên wan tên kirin, di qada Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê hatiye kûrkirin. Ji bo damezrandina pergala xwe ya hegemoniya li ser giştî civakê, qurbanî kirin û qirkirina gelan û bi taybet jî qirkirina jinan bûye mijarekî pir normal ku rojane bi rê û rêbazên cuda didin meşandin. Kîjan gel, netewe, bawerî be cudahî naxînin, lewma qirkirina civaka Êzidî jî encama wê hişmendiye ye ku di Rojhilata Navîn dewam dike. Sepandina 74’emîn ferman li ser civaka Êzidî û jinan li ser esasê ji holê rakirina bawerî û çanda vî geliye. Li ser esasê tunekirina nirxên civak û bê dîrok kirina civakê ye. Dixwazin gelekî bê dîrok û bê bingeh û bê vîn ava bikin. Di rastî de bi hêz bûna çanda gelên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Êzidiyane ku ruxmê 74 fermanan dîsan karîne li ser lingê xwe biseknin û hebûna xwe berdewam bikin. Çanda Êzidî dewama çanda mîtraîsm, çavkaniya rûnahî û bingehê civakê azad e. Ev jî dibe sedem ku pir bi hovtî êrîş li ser vê çandê were kirin. Lewma bi zanistbûn li ser çanda êzidî mijarekî girîng û erkekî dîrokî ye ku pêwîste bi kûranî ser were seknandin.

Girêday bûn bi ax û bawerî astê kûrbûna welatparêzî û kevin bûna civaka Êzidî dide nîşan dan. Ji bo astengkirina qirkirinên dûbare, xwe parastin û zanistê parastin mijarekî girîng û esasiye.

Xetereya daîşê hê jî bi dawî nebûye

Êrişên hişmendiya mîna DAÎŞ’ê li ser ax û bi taybetî jî jinan û bi kole kirina van dewama hişmendiya 5000 saliye ku li ser çanda dayk – xwedawend hatiye peş xistin. Ev siyaset bingehê xwe ji hişmendiya qirker û çewsêner digre. Di encamê ev hişmendiyê da bû ku zêdetir ji 5000 jinên Êzidî dîlê destê DAÎŞ bûn, hatin frotin û bazirganî kirin. Dibe ku hejmarekî zêde hatibin azad kirin, lê hîna jî zêdetir ji 3000 jin çarenûsa van nediyar û dîlê destê DAÎŞ’in. Dîsa xeterî li ser civaka Êzidî davî nehtiye, hişmendiya faşîzim û nokerên vê di astê herêm de çavên van bi serkeftinê civaka Êzidî û pêşketinên jinan venabe, lewma bi rê û rêbazên cûda dixwazin dawî li vê serkeftinê bînin û carekî din bikin kole ya xwe.

Xwe rêxistin û parstin serketine

Lewma civaka Êzidî û jinan bi giştî jî li hember her cûre qirkirinê dagirkarî û faşîzmane hîna gerentiya van a parastinê nîne. Komplo li hember nirxên gelan û taybet jî gelê Kurd bi beşdar bûna hemû deshilatdaran berdewame. Ji ber viya girîng e ku li ser esasê parastina statû ya heyî û deskeftên gel û jinan hewldan û têkoşîna xwe bêtir bi hêz bikin. Parastina cewherî û bi hêz kirina pergala xwe rêveberî ji bo civakê Êzidxanê mijarekî girîng e ku dest jê nayê berdan.

‘Jinên êzidî keçên rojê ne

Di heman demê de avakirina civakê bi pêşengtiya jinan li ser esasê netewa demokratîk tenê rêya xelas bûn ji qir kirinê dûbare ye. Berfireh kirina pergala xwe rêvrberiya demokratîk di hemû qadên civakê de dikare gerentiya pêşeroja gel û jinên Êzidî be. Mîna Rêbertî jî dibêje; “Jinên Êzidî keçên rojêne”, lewma girîng e li ser vê bingehê dîrokî em bikarin pêşeroja xwe rûnahî bikin û tarîtî û siha hişmendiya faşîzmê li ser civakê Êzidî û jinan rakin.

3yê tebax roja jenosîda jinên êzidî ye

Dîsa xebat û têkoşînên berdewam li ser bingeha azad kirina jinên dîlê destê DAÎŞ’ê erk û berpirsyartiya hemû jinan û bi taybet jî jinên Kurd e. Ev roj roja qirkirina jinan û civakê ye, roja jenosîda jinan û sepandina faşîzm li hember jinê ye. Lewara hewldan ji bo dane nasîna 3’ê Tebax mîna “rojê jînosayd û qirkirina jinan ” li astê cîhanê û navnetewî de erkekî exlaqî û wijdanî ye û pêwîste xebat jê re were meşandin. Her wisa ew Ezidiyên ku dervayê Şengalêne carekî din vegerin ser axa xwe û li gel bira û xweşkên xwe ya êzidî ax û baweriya xwe biparêzin.

Di dawiyê de Komelên Jinên Kurdistan (KJK) carekî din di 5’emîn salvegera roja komkojiya Şengal û li kesayeta hemû jinê dîl û qurbanî de hişmendiya qirker, faşizm, DAÎŞ û dagirkar şermezar û mehkum dikin.

Bangewazî

Banga me ji bo hemû ciwan û jinan ew e ku xwedî derketin ji jinên Êzidî û vê rojê mîna erkê xwe ya exlaqî û dîrokî bizanin. Bi hevre û bi yek deng derketina meydanên têkoşînê bi taybet di vê rojê de bi hêz bûna asta têkoşîna jinan li hember dagirkarî û hişmendiya faşizm û dij bi jin dide nîşan dan.

Karê hevbeş, yek giritna jinan û bi hevre bûn bi taybet di vê pêvajoyê hesas de ku êrîşekî her alî li hember jinan û êrişên dagirkarî li ser axê me heye, dikare bibe asteng û zincîrê koletî û dagirkarî hilweşîne. Lewma em hemû bi yek dengî li hember tundiya ser jinê û dagirkarî biseknin.”  BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî