aram

Dayikên Şemiyê: Dê rojekê edalet ji we re jî pêwîst be

Dayikên Şemiyê, Xizmên Windayan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol, Amed û Êlihê çalakiyên “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” vê hefteyê jî berdewam kirin. Li Stenbolê dayikan bang li polisan kir û ji wan re gotin ku dê rojekê edalet ji wan re jî pêwîst be

Dayikên Şemiyê ku cara 749’emîn xwestin biçin Qada Galatasarayê û aqûbeta xizmên xwe yên winda bi birsin, careke din ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Li ser astengkirina polîsan çalakiya dayikan li kuçeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê pêk hat. Vê hefteyê aqûbeta Abdûrrahman Demîr ê ku di 7’ê tebaxa 1995’an de hat hinçavkirin û careke din agahî nehate girtin hat pirsîn û pêkanîna edlatê hat xwestin. Daxuyanî ji aliyê xwişka Hansan Ocak ku di 21’ê adara 1995’an de cenazeyê wî di goristana bêkesan de hat dîtin Masîde Ocak ve hat dayîn. Ocak bal kişand ser 4 kesên ku beriya demeke dirêj hatibûn windakirin û di 28’ê tîrmehê de li Miduriyeta Polîsan a Enqereyê derketinbûn holê û xwest ku sedema windakirina her çar kesan ji aliyê rayedaran ve baş bê lêkolînkirin.

‘Gef li malbatê hat xwarin’

Ocak piştî vê yekê qala çîroka windabûna Abdûrrahman Demîr kir û ev tişt anî ziman: “Demîr li nuqteyeke venêrînê ya navçeya Qoser a Mêrdînê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û careke din agahî ji nehat girtin. Malbata Demîr ji ber pirsîna kurê xwe gef li wan hat xwarin û hat xwestin ku dev ji lêgerîna kurê xwe berdin. Dayika Demîr Kesîre Demîr heta 20 salan jî tim digot, ‘Çibû ji kurê min?’ û bêyî ku aqûbata kurê xwe hîn bike jiyana xwe ji dest da.” Ocak xwest ku kesên destê wan di windakirina Demîr de hene bên darizandin û cezakirin.

Di dawiya daxuyaniyê de dayika Mûrat Yildiz ku di 23’ê sibata 1995’an hat windakirin Hanîfe Yildiz bertek nîşanî polisan da û bi van gotinan bang li polisan kir: “Ev edaleta ku em îro li digerin dibe ku sibê ji we re jî pêwîst bike. Em dema destpêkê rûniştim me got ji herkesî re edalet.”

‘Dixwezin dengê dayikan qut bikin’

Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD’ê ya Amedê di hefteya 547’an de kom bûn û disa bi pankarta “Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin” û wêneyên windayan çalakiya xwe berdewam kirin. Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de Endamê komîsyona Windayan ê ÎHD’a Amedê Adnan Orhan anî ziman ku hêj çalakiya wan a li Parka Koşuyolu tê astengkirin û wiha got: “Li vê erdnîgariyê hêj zilm, pêkanînên keyfî berdewam dikin. Biryara Walî ya qedexeyê tê wateya ku dixwaze dengê dayikan qut bike ye.” Orhan anî ziman ku yên xizmên wan xinda kirine wê hesab bidin û wiha bi dawî kir: “Ev gel wê heta dawî daxwazên xwe bînin ziman û şopdarên windayan bin.”

Orhan, piştre çîroka Îskan Can ê di sala 1999’an de li Amedê hat windakirin pirsî. Orhan anî ziman ku dema Can ji bo xebatê çû Stenbolê çend caran ji aliyê polîsan ve hat şopandin û herî dawî di 17’ê tebaxa 1999’an de li malbatê geriya ye û diyar kiriye ku hatiye Amedê lê ji wê demê û şûnde tu agahî jê nehatine girtin.

Komkujiya Şengalê şermezar kirin

Xizmên windayan û îHD’a Êlihê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD’a Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Li Êlihê jî xizmên windayan di hefteya 453’an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên windayan amade bûn. Li ser navê malbatan û parazvanên mafên mirovan Rêvebera ÎHD’ê ya Êlihê Gulbahar Kaya, bal kişand ser komkujiya Şengalê û wiha got: “Di ser komkujiya Şengalê re 5 sal derbas bûn. Em carek din êrîşa li dijî êzidiyan şermezar dikin.”

Kaya, piştre çiroka Haci Ahmet Er ê di 15’ê tebaxa 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat windakirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsî. STENBOL/AMED/ÊLIH

Dikarî Biecibînî