aram

Otogara Esenlerê bi talûke ye

Esnafên li Otogara Esenlerê kar dikin, diyar kirin ku êdî Otogara Esenler ne bi ewle ye û gelek pirsgirêkan di nava hev de dijîn. Esnafan, destnîşan kirin ku qatên jêrzemînê êdî nayê bikar anîn û bi talûkeyek mezin re rû bi rû ye

Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) di 26’ê tîrmehê de bi biryarekê Otogara Esenler a li navçeya Bayrampaşa ji şîrketa Şuxulandina Termînalê ya Avrasya girt û dewrî ÎSPARK’ê kir.

Li ser îtiraza Şuxulandina Termînalê ya Avrasya, 3’emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê, dewirkirina Otoparkê ya Esenler ya ÎSPARK’ê ku di bin baneyê ÎBB’ê de ye rawestand. Piştî biryara rawestandinê ya dadgehê, dadgehê belgeyên ku ÎBB’ê ji wan re şandibûn lêkolîn kirin û temam kir û biryar da ku doza ji bo betalkirina dewirkirina otoparkê ya ÎSPARK’ê red bike.

Bûye wargeha tîryakan

Welatiyê ku ji bo rêwîtiyê tê Otogarê Tolga Gursoy anî ziman ku êdî ev otogar ji bo Stenbolê pir biçûk e û wiha got: “Otogara Esenlerê ne cihekî bi ewle ye. Di ketin û derketinê de tedbîrên ewlehiyê tune ye. Qatên jêr wêran û tarî ye. Em dizanin li qatên jêr çi dibe. Dikanên jêrzemînê yên girtî bûne wargehên tiryakê.”

Esnafê li jêrzemînê esnafiyê dike Oktay Çivî jî anî ziman ku baqijiya vir nayê kirin li qadê jêr hola bi ewle tune ye. Çivî, da zanîn ku hemû kesên tiryakê bikar tînin û ji malê direvin vir, li vir tiryakê dikişînin û bûye qada tiryakê.

Xebatkarê Otogara Esenlerê Gunay Bahçecî jî anî ziman ku bi hatina ÎSPARK’ê ya otogarê çareserî pêş nakeve û wiha got: “Divê qatê jêr bi awayekî cîddî bê paqijkirin. Li qatê jêr pirsgirêka trafîkê heye. Esnafên li vir tev mexdûr in. Li vir hemû karê qirêj tê kirin. Em ji bo Stenbolê otogarek li gorî pêdiviyê dixwazin. Dewlet ji ewlehî û paqijiya vir berpirsiyar e.” STENBOL