aram

Li xwemikûrhatinên sîxûr Abdullah Ateş

Li xwemikûrhatinên sîxûrê MÎT’a Tirk Abdullah Ateş yê ji Amedê ku destê wî di şehîdxistina 5 gerîlayên HPG’ê de heye, di Stêrk Tv de hate weşandin. Di îtîrafên xwe de behsa gelek tawanên ku li dijî gerîla kiriye û wê kiriban jî dike

Stêrk Tv roja çarşemê di beşa duyemîn a xeleka bernameya ‘Kûrmê Darê’ de li xwemikûrhatinên sîxûrê ji Amedê Abdullah Ateş weşand. Abdullah Ateş li beramber girtina pereyeke zêde, di şehîdkirina 5 gerîlayên HPG’ê ku di navê de fermandarên di lîsteya terorê de jî hene rol lîstiye. Ango raste rast li ser îxbara wî gerîla hatine şehîd xistin û ketine destê dewleta tirk.

Rojnewsê lixwemikûrhatinên Abdullah Ateş weşand. Abdullah Ateş bi kurtî xwe wiha dide nasîn: “Sala 1979’an li navçeya Bismilê gundê Belê ji dayîk bûme. 1993’an zewicîme û bavê 6 zarokanim. Hevjîn û zarokên min niha li Amedê dijîn. Min karê pêlavan dikir û bi bazirganiyê re mijûl dibûm. Sala 2013’an li Cudî Girê Çolya bi gerîlayên bi navê Dr. Xebat û Engîn re naskirina min çêbû. Bi vî awayî min bi wan re dest bi xebatê kir.”

Abdullah Ateş di sala 2017’an de dest bi sîxûriya ji MÎT’ê re dike. Ateş piştî dikeve bin kontrola MÎT’ê û dibe endamê wan di demeke kurt de dikeve çavê wan û vê pêvajoyê jî wiha vedibêje, “Hesen Îlter di dîroka 24.10.2017’an de min da destê dijmin. Bi 8 cîhazên mezin, ji aliyê bîrîmên taybet ên endamên MÎT’ê ve hatim girtin. Min birin emnîyeta Mêrdînê. Li wir jî bi şantaj, gef û yek jî bi îfadeya Hesen Îlter ê di derheqê min de dabû hewldan bikin, sîxûr û bûm sîxûr. Min ji 27’ê Cotmeha sala 2017’an ve dest bi sîxûriyê kir. Bîrîma ku min kir sîxûr ji 7 endamên MÎT’ê pêk dihat. Di mehên destpêkê de min tenê ji bo karên birin û anînê bikardianîn. Lê her car karên girantir didan pêşiya min. Ji min re digotin, tu amûran bibe, cihê ku te amûr birine ji me re bêje. Digotin hem tuyê fêde ji ew amûrên ku tu ji wan re dibî bigirî, hem jî wê dewlet weke xelat pere bide te. Piştî wê hefteyekî plansaziya min guhertin. Min bi amûran destpê kir û paşê ketim qonaxa duyemîn a sîxûriyê.”

Qonaxa yekemîn a sîxûriyê

Abdullah Ateş ku di qonaxa yekemîn de xwe ji MÎT’ê re îspat dike, piştî hefteyekî karê wî diguherin û êdî cîhaz di nava amûran de tê bi cih kirin, ji bo cihê gerîlayan deşîfre bibe û di dewama îtîrafa xwede wiha dibêje, “Ji min re gotin, tuyê destpêkê amûran nebî ji wan re. Tuyê binî gel me, paşê emê wan tiştan teslîmê te bikin, piştre bide wan. Digotin emê binêrin eger guncavbe, emê paşê bidin. Ya rastîn min fêm dikir wê di nava wan amûran de çi bi cih bikin. Min du meh wisa kar kir. Paşê li gorî raporên li ser min çûne, zanîn ku ez li herêma Botan, Amed û Dêrsimê şarezame. Êdî amûr dan aliyekî û plansaziya li ser kesan (gerîlayan) danîn pêşiya min. Digotin, tuyê biçî hevdîtin bikî û paşê jî werî wê hevdîtinê ji me re ragihînî.”

Li ser îxbara wî şehadet çêdibin

Êdî gerîlayên hevdîtin li gel Ateş dikin, li ser îxbara wî tên şehîd xistin û her hevdîtineke li gel gerîlayan ji bo MÎT radigihîne û cihên gerîlayan jî wiha deşîfre dike, “3’ê Tebaxê min encama hevdîtina bi gerîla Egîd û Şahîn re da dijmin. Piştî wê bi sê rojan ew hevalana şehîd bûn. Piştî wê 28’ê Tebaxê bi hevalê Cûma re re hevdîtina min çêbû û min encamên hevdîtinê ji dijmin re got. Piştî 8 rojan hevalê Cûma jî şehîd bû. 10’ê mehê hevdîtina min li gel hevalê Heqî çêbû, rojek piştî min agahî da wan ew heval jî şehîd bû. Di 13’ê Tîrmehê de ji bo hevdîtin li gel hevala Viyan bikim çûbûm. Ji ber wesayîta min dişopandin, hevala Viyan girtin. 28’ê Îlonê çûm gel hevala Medya Mawa. Dema vegeriyam min tekmîla hevala Medya da û got, li gel hevalê Akîf û hevalê Cemîl e. Piştî 4 rojan hevala Medya jî şehîd bû.”

Fermandarê HPG’ê Medya Mawa û Heqî ku di heman demê de di lîsteya terorê ya Tirkiyê de ne ji bo wan pere hatiye destnîşan kirin û Abdulah Ateş jî ji bo pereyeke zêde teklîfa wan qebûl dike û wiha îtîraf dike, “Piştî şehadeta hevalê Heqî bi 5 rojan ji bo pere bigirim, min îmze avêt. Piştî şahadeta hevala Medya jî bi 5 rojan gazî min kirin, çûm emniyetê min li wir jî ji bo pere îmze avêt. Du îmzeyên min yên ji bo girtina pereyan heye. Min heya niha ji bo du komên gerîla îmze avêtiye. Ya yekemîn hevalê Heqî bû ya duyemîn jî hevala Medya Mawa bû.”

Karê girantir didin pêşiya wî

Her diçe karên didin pêşiya Abdullah Ateş zêdetir dibe û MÎT fêdeyeke zêde ji vî sîxurî digire û bi berdewamî wiha behsa kiryar û tawanên xwe yên dijî gerîla dike, “Dijmin tim derbarê teknîkên ku gerîla bikartînin, cil û tiştên ku lixwe dikin û amûrên locîstîkê yên bikartînin de agahî ji min digirtin. Nimûne niha şêwazê cil û bergê hevalan li gel wan deşîfre bûye. Kîsê xewê yê hevalan amade kiribûn, çente û tiştên elektronîk û hemû amûrên teknîk jî ew amade dikirin. Heta ji ber heval ji min radio dixwestin, ew ji min re amade dikirin, ji bo bidim wan. Wisa amade dikin ku bi dedektorê jî kontrol bikin, nikarin tespît bikin cîhaz di navê de hatiye bicîh kirin an na. Niha di depoya emniyetê de tijî tiştên ku heval bikartînin heye. Her wiha kîjan wesayîtan dixwazin ew jî amade dikin. Tenê yên ez dizanim niha 3 wesayîtên ku heval dixwazin di destê wan de heye. Pîkapeke bi cûreya Toyoto heye. Cormetek gewr, transîtek bi plakaya 73 heye. Hemû jî wesayîtên xweş yên keyfa hevalan ji wan re werêye û li otoparka Mêrdînê disekinin.”

Abdullah Ateş ji bo sîstema kamûflajê ya gerîla deşîfre bike û pêşî li windahiyên mezintir veke, agahî dide MÎT’ê û ew jî li gorî wê tevdigerin. Abdullah Ateşê sîxûr wiha behsa vê pêvajoyê dike, “ Min dê cûreyeke paçê kamûflajê û cil ji hevalan re biriba. Du caran ji min re hat, ji bo teslîmê hevalan bikim. Min agahiya wan da dijmin. 10 termal û 10 jî kamûflaj bûn. Min agahiya van jî da dijmin. Min nimûneya wan tiştên ku min dane gerîla li gel xwe hişt û wêneyê wan kişand. Yên din jî min da wan. Piştî lêkolîna li ser cilê termalê ango kamûflajê kirin, diyar kirin ku ji bo parastina ji termalê cileke zehf başe û nabe ku tu bi ti awayî vê kamûjlajê ji wan re bibî. Heya 3 mehan min bi vî awayî bi MÎT re kar kir.”

Planên ji bo derveyî welat û Başûr

Abdullah Ateş piştî ku xwe li Bakur îspat dike ku sîxûrekî baş ê dewleta tirk e, MÎT êdî planên derveyî Tirkiye jî di deynin pêşiya wî û dixwazin ji bo Başûr û Rojava erkdar bikin. Abdullah Ateş piştî perwerdeyeke berfireh êdî wê ji aliyê dewleta Tirk ve li saheya Başûr û Rojavayê Kurdistanê bihata erkdarkirin. Abdullah Ateş di mikûrhatinên xwede wiha behsa planên ku wê li ser Rojava û Başûr pêkanîba dike, “Heya wê demê tenê ji bo Bakurê Kurdistanê plan ji min re didanîn. Gelek civînên min yên li gel MÎT çêdibûn. Di her civînek de muheqeq endamekî MÎT’ê yê derveyî welat jî dihat beşdarî civînên me dibû. Piştî 3 mehan ji min re gotin, divê êdî dest biavêjî Başûrê Kurdistanê jî. Ji ber samîmiyeteke min a berê bi fermandarê saheya…..re jî hebû, xwestin ji vêya fêde bigirin. Dixwestin bi rêya wî ez xwe bigihînim hevalan û li ser wî plansazî ji min re derdixistin. Çalakiyên li milê Başûr ji aliyê bîrîmên MÎT’ê yên derve de dihate plankirin. Ezê destpêkê tenê çûbam Başûr û bihatima. Yanî wê hatin çûyîna min çêbûbûya. Lê wê piştre min mayînde avêtibana Başûr. Wê min bi îmajeke mexdûr, sexlem û baş bişandibana nava rêxistinê, ji bo di navê de bixebitim. Di nava xebatên min bikiraban de Qadên Parastina Medya, noqte diyar kirin, nexşe derxistin, cihên baregehan, rêyên tên bikaranîn û aracên tên bikaranîn û ya herî girîng jî bi rêya filan filan hevalî çawa rêyek diyar bikim ku xwe bigihînim hevalê Cûma û Cemal. Ji min re digotin, xwe  bi fermandarekî asayî yê kampekî yanjî fermandaê herêmek re  sînordar neke. Dixwastin li ser hinek hevalan re em xwe bigihînin hevalê Cûma (Cemîl Bayik) û hevalê Cemal (Murat Karayilan). Armanc tasfiyekirina wan bû.”

Plansaziyên li ser Rojava

Ateş di heman demê de ji bo Rojavayê Kurdistanê jî tê amade kirin û plansaziyeke xeternak dide pêşiya xwe û vê plana tirsnak jî wiha vedibêje, “Plansaziyên li ser Rojava jî wisa bû ku ezê destpêkê bi awayeke qanûnî biçûma û bihatama. Min dê agahiyên wir ji bi dijmin re parve kiriba. Min dê hem li Rojava, hem hem li Başûr hem jî li Bakur kar bimeşanda û li ser agahiyên min wê xebat li Başûr cûda, li Bakur cûda û li Rojava jî cûda bihata meşandin. Plansaziya dawî jî ew bû ku eger derfetên xebatê li Başûr û Bakur nemîne, wê bi awayeke sexte li ser mal de girtiban anjî wesayît dabana ber guleyan. Wê bi birîndarî min avêtibana aliyê Rojava. Ezê li wir bi îmajeke birîndar û mexdûr biçûma gel rêxistinê. Min dê li wir xebat bi awayeke mayînde bi cih kiriba. Me dê li gel MÎT’ê peywendî danîban û karên mezin serxistiba. Heta eger bê xwestin ezê bizewicîbama. Wê karê min bi giştî li ser wesayîtanba. Wesayîtên kar û makîneyên tûnel kolandinê, malzemeyên tendûristiyê û li ser cîhazên tendûristiyê plansazî hatibû kirin. Karê min yê li Rojava wê mirovekî kar û zilamê malbatê yê başba. Dema jî pêwîst kir min dê piştgirî daba nexweşxane û dibistanan û bi vî awayî îmajeke baş avakiriba. Min dê toreke îstîxbaratê ya ayîdê xwe avakiriba. Yek jî fermandar bi kîjan wesayîtan tên, ji ku tên, li ku dîmînin, nexşeyên wan hemû derxistiba û di kêliyê de agahî parvekirin çêbûna. Bi taybetî ji min re digotin, xetên ser sînor bixe bin kontrola xwe. Ji min re gotin, wesayît, sîstemên kamerayan hwd. çi pêwîst bike, tuyê bidî wan û di van karana de tuyê bi serkeftîbî. Wê Rojava tev biketa bin serweriya min. Bi şebekeyên îstîxbarî, amûrên ku didim wan, fermandarên bi wanre pêwendiya min heye, wê bi fermandar û rêveberiyên herêmî re xebatên min çêbûna. Min dê kêlî bi kêlî MÎT agahdar kiriba. Dawiya sala 2018’an wê perwerde bihata dayîn. Armanca vê hevdîtinê ev bû, GPRS, nexşe û noqte diyarkirinbû. Kordînat dayîn û aracên ku didin min ezê çawa bikar bînim bû. Wê Jîpekî bidana min. Ev jîp dibe ford jî be dibe Nîsan jî be. Wê ji Enqerê aracek bi teknîkeke gurçûpêçkirî û modern hatiba. Cihê ku ev araç biçûba wir wê nexşeya wê derê bixwe derxistiba, hem jî kamera, hem wê deng qeyd bikiriba, hem jî wê  GPRS hebûya. Yanî ez ketiba kîjan rêyên Kurdistanê wê ev agahî biçûna Mêrdînê û ji wir jî  bi Enqereyê re bihata parve kirin. Êdî biçûma milê Rojava yanjî Başûr min dê van perwerdeyan bidîta. Min dê ji bo Başûr û Rojava perwerdeyeke hîn profesyoneltir li Enqereyê bidîta. Lê detayên wê perwerdeyê nedan min. Dibe ku di wê perwerdeya navborî de planên sûîkastê jî li ser rêveberiyên partiyê bihata kirin. Armanc sûîkastkirina kadroyên pêşeng bû.” SILÊMANÎ

Dikarî Biecibînî