aram

Oldar û serok eşîrên Şengalê Mîrê nû yê êzidiyan hilbijartin

Oldar û serok eşîrên civaka êzidî li Mizargeha Şêbil Qasim a çiyayê Şengalê bi merasîmekî Nayîf Dawid Selman ê ku bi xwe jî ji mala mîra ye wek Mîrê nû yê civaka êzidî hilbijartin

27’ê Tîrmehê li Laleşa ser bi Duhokê Hazim Tehsîn Beg kurê Mîrê Êzidiyan yê çûyî ser dilovaniya xwe, weke mîrê Êzidiyan hatibû destnîşan kirin. Oldar, serok eşîr û beşeke zêde ya civaka Êzidî nerazîbûn nîşan dabûn û diyar kiribûn ku divê mîrê êzidiyan ji aliyê civaka êzidî ve bê hilbijartin ne aliyek siyasî diyar bike.

Oldar û serok eşîrên êzidiyan duh li mizargeha Şêbil Qasim a çiyayê Şengalê hatin bahev û merasîmekî, Nayîf Dawid Selman weke Mîrê nû yê êzdiyan hilbijartin. Nayîf Dawid Selman bixwe jî mala Mîran tê.

Yek ji oldarê êzidiyan Feqîr Şemo têkildarî hilbijartina Mîrê nû yê êzidiyan de ev agahî parve kir: “Ji ber Hazim Tehsîn Beg bêyî nêrîna gelê Şengalê bê girtin, hatibû diyar kirin, me qebûl nekir. Hazim Tehsîn Beg ji aliyê PDK’ê ve hatibû diyar kirin. Ji ber vê me mîrekî din hilbijart. Mîr Nayîf Dawid Selman bi razîbûn û erêkirina hemû oldarên Şengalê hatiye hilbijartin.”

Banga li civaka êzidî

Oldar Feqîr Şemo bang li civaka êzidî kir ku Mîr Nayîf Dawid Selman esas bigirin û wiha got: “Em daxwazê ji civaka xwe ya êzidî dikin ku Mîr Nayîf Dawid Selman esas bigirin. Ji ber Mîr Nayîf ji aliyê civaka êzidî ve hatiye hilbijartin.”

Nayîf Nayîf Dawid Selman ji malbata Mîra ye û di sala 1970’an de li navçeya qezaya Bêdrê ya girêdayî navçeya Şêxanê ji dayîk bûye.

Mîrê êzidiyan Tehsîn beg îsal di 28’ê Çileyê de li Almanyayê wefat kir. Piştî 7 mehan, li Laleşa girêdayî Duhokê kurê Tehsîn Beg ê mezin, Hazim Tehsîn Beg weke Mîrê Êzidiyan ê nû hatibû destnîşan kirin. ŞENGAL