aram

Dewleta tirk ji bo dagirkeriyê fermana ‘seferberiyê’ da

Navenda Nûçeyan

Rejîma tirk a ragihand ku dê li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkeriyê bike, ji bo navçe û bajarên li ser xeta sînor ‘fermana seferberiyê’ da

Piştî Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku dê li dijî kurdan dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê bikin û şûnde, Wezareta Karê Hundir ji bo herêmên li ser sînor ‘fermana seferberiyê’ şand.

Fermana bi sernavê ‘Di Çarçoveya Tevgera Derveyî Sînor de Tedbîrên bên Girtin’ bi taybet ji bo baskên jendermeyan, midûryetên emniyetan, midûryetên AFAD, odeyên koçberiyê ya bajar, baskên rê, Şaxên Sor a Tirk, şaredarî û qeymeqamên navçeya Riha û Mêrdînê re şandin. Ev ferman di çarçoveya amadekariyên dagirkeriyê de hate nirxandin.

Dikarî Biecibînî