aram

Polîsan li Amedê 2 kes binçav kirin

Polîsan li Amedê bi ser mala xebatkarê Belavkariya Firatê yê berê Mehmet Emîn Akgun de girt û li malê Mehmet Emîn Akgun û hevjîna wî Berîtan Boltan Akgun binçav kirin

Li Amedê polîsan serê sibê bi ser mala xebatkarê Belavkariya Firatê yê berê de girt û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtinê de deriyê malê şikandin û lêgerîn kirin. Polîsan di lêgerînê de hemû alav û amûrê malê li nava hev xistin û belav kirin. Piştî lêgerîna malê Mehmet Emîn Akgun û hevjîna wî Berîtan Boltan Akgun binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. AMED

Dikarî Biecibînî