aram

Hevserokên HDP’ê yên Mûşê hatin girtin

Operasyona qirkirina siyasî ya li ser siyasetmedarên kurd ranaweste. Hevserokê HDP’ê yê Mûşê Ferhat Çaki û Muhlise Karaguzel girtin û şandin girtîgehê

Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser gelê kurd û siyasetmedarên kurd ranaweste. Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de polîsan duh li Mûşê bi ser gelek malan de girt û Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Mûşê Ferhat Çaki, Muhlise Karaguzel û rêveber Kudbettin Çelik binçav kiribûn. 3 kesên duh hatin binçavkirin îro sewqî dozgeriyêkirin. Kudbettîn Çelîk piştî îfade da dozger serbest hat berdan. Hevserokên HDP’ê Çaki û Karaguzel jî bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Sulh Ceza kirin. Heyeta dadgehê jî piştî îfadeya Çaki û Karaguzel guhdar kir, biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Mûşê. Polîsan duh bi ser avahiya HDP’ê ya Mûşê de jî girtibûn. Lêgerîna li avahiya HDP’ê 8 saetan berdewam kiribûm. MÛŞ

 

Dikarî Biecibînî