Bayik: 15’ê Tebaxê pêngaveke îdolojîk felsefî û siyasî ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi rasthtina Salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê axivî. Bayik li ser mijarê ev tişt anî ziman: “Pêngava 15’ê Tebaxê ne bi tenê pêngaveke leşkerî ye. Aliyê wê yê leşkerî kêm e. Aliyê wê yê îdeolojîk, felsefî, siyasî û çandî zêdetir e. Ev tevgereke demokrasiyê ye. Tevgera xwedîlêderketina azadiyê û helwesta li dijî faşîzmê ye.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, tevlî Radyoya Dengê Welat bû û di Bernameya Dilistan de bersiv dan pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç. Bayik, di derbarê 15’ê Tebaxê de ku wekî ‘Şoreşa Vejînê, Guleya Yekemîn’ tê pênasekirin, nirxanêdinên girîng kir. Bayik bal kişand ser têkoşîna fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Atakan Mahîr, Delal Amed, Huseyîn Mahîr û Sari Îbrahîm jî bi bîr anî û wiha got: “Çi pêşketin çêbûbin, bi keda wan şehîdan e û divê gelê me wan tu carî ji bîr neke.” Di derbarê yekîtiya kurd ya netewî de jî Bayik hişyarî kir û xwest civak, zarok, cîran û mirovên xwe biparêze, xayîn û xiraban di nava xwe de nede jiyîn.

Pirs û bersivên li ser mijarê bi vî rengî ye:

15’ê Tebaxê wekî “guleya yekemîn” hate binavkirin. Ev ji bo têkoşîna we, gel û tevgera we xwedî wateyeke çawa ye?

Ji ber ku we ev derfet da min ez spas dikim û hemû guhdaran bi rêzdarî silav dikim. Hurmetên xwe di serî de ji bo Rêber Apo, bo şervanê azadiyê him yên li zindanan him jî yên li serê çiyan diyar dikim. Ew soza ku me dayî Rêber Apo, hevalan, gel û însaniyetê ez dubare dikim. Cejna 15’ê Tebaxê, li Rêber Apo, şervanên azadiyê yên li zindanê, li gerîlla û li tevahî gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikim. 15’ê Tebaxê di dîroka tevger û gelê me de cihekî xwe yê taybet heye. Wekî hatî gotin, “guleya yekemîn” e. Ev gule di serî de ji bo gelê Kurd hate teqandin. Lewre gelê kurd ber bi mirinê ve diçû. Yanî gelê kurd hebû yan jî tunebû kesî nedizanî. Di xewa mirinê de bû. Bo wê lazim bû ev gel ji wî halî derketa.

Ev pêngava 15’ê Tebaxê vê îfade dike. Yan ew gel wê ji xewa mirinê rabe, zindî bibe, wê qedera xwe wergirê destên xwe, wê ji bo xwe be, têkoşînekê bike, yan jî di wê hemleyê de nikaribe rabûnê çêbike û wê temam bibe. Feqet, Rêber Apo got, “Eger pêngava 15’ê Tebaxê pêş bikeve, ev gelê ku di xewa mirinê de ye, bikaribe ji xewa mirinê derkeve, zindî bibe û ji bo xwe têkoşînekê pêş bixe. Ev belkî bi zehmet be, feqet wê bibe.” Gelekî çi qas zeyîf be, çi qas îmkanê xwe kêm bin, ber bi mirinê ve hatibe jî dikare rabe ser piyan, lazim e jî rabe ser piyan. Lazim e bijî. Ew pêngava 15’ê Tebaxê ji bo kurdan bû fîşeka yekemîn.

Yanî bi wê pêngavê kurd, ji koletî, zeyîftiya xwe, ji bindestiya xwe, ji mirina xwe rizgar bû, ev kurd rakir ser piyan û ji bo xwe kir ku îro li dinyayê kir ku bibe gelekî herî xweşik û ji bo xwe û her kesî bû hêviyek. Felsefeya Rêber Apo ya Kurdistanê, bi vî şeklî bi ser ket. Wê fîşeka yekemîn ku kurd çawa li xwe da, li dagirkeriyê jî da. Li sîstema modernîteya kapîtalîst jî da. Lewre yên kurd xistine halê mirinê him dagirker bûn, him jî li pişt wan sîstema modernîteya kapîtalîst bû. Di esas de jî sîstema modernîteya kapîtalîst bû, wan kurd xistibûn wî halî. Dagirkeran jî ev ji wan wergirtibû û berdewam dikirin. Ji bo wê jî pêk ve li ser kurdan siyaseta qirkirinê dimeşandin. Di netîceya wê siyasetê de kurd ketibûn wî halî. Kurd bi xwe ew qebûl nekiribûn, li dijî vê siyasetê gelek caran rabûbûn şer kiribûn, lê her cara ku rabûyî derb xwaribûn û zeyîf ketibûn. Bo vê êdî kêm mabû ji dest xwe berde. Digot, êdî, em nikarin tiştekî bikin. Bo wê, ji hemû nirxên xwe dûr diket. Vêya kurd ber bi mirinê ve dibir.

Rêber Apo, got, “Ev nayê qebûlkirin.Him bi navê gelê kurd, him jî bi navê însaniyetê em nikarin vê qebûl bikin.” Lewre gelê kurd, ne tenê ji bo xwe, ji bo însaniyetê tevahî di dîrokê de xizmeteke pir mezin pêş xistibû. Lazim bû ev gel bijiya. Mirin heq nekiribû. Ji bo ku vî gelî bide jiyîn, lazim e em hemû îmkanên xwe têxin meriyetê. Pêngava 15’ê Tebaxê li ser vî esasî hate pêşxistin. Tê zanîn, komara Tirkiyeyê, ev dewlet, ne tenê bi tirkan hate damezirandin. Tirk û kurdan bi hev re ev komar damezirandin. Meclîsa destpêkê ku hate avakirin, bi hev re ava kiribûn û wê meclîsê, xweseriya Kurd jî qebûl kir. Heta çi wextî? Heta 1924’an. Heta 24’an, kurd û tirk xwediyê vê komarê bûn. Lê çi wextê Tirkan, bi Fransa re îttîfaqa Enqereyê dan destpêkirin û piştre çawa bi Îngîlistanê re tifaq li ser Mûsûl kirin, wan tifaqan û şûn de, dewleta Tirk dest bi înkarkirina kurdan kir. Got, “Ev komar ya tirkan e.” Yanî wê komara ku bi Kurdan pêk ve damezirandin, înkar kirin. Kurd ji xwe re şirîk nedîtin. Her ku çû, wê çawa ji komarê dûr bixinîn, bikin dijmin ji bo xwe ev esas girtin. Di dawiyê de jî kurd înkar kirin. Çûn ser Kurdan, ji bo ku kurdan ji holê rabikin û komara Tirkan ava bikin.

PKK sedem û encama înkar û qirqirina kurdan e

Kurd li dijî vê sekinîn. Ji bo ku li dijî vê sekinîn, li ser kurdan qetlîam kirin. Hemû tiştên kurdan talan kirin. Kurdan tiştek nexwestin. Li xwe xwedî derdiketin. Li îrade, ziman, nasname û nirxên xwe xwedî derdiketin. Li azadiya xwe xwedî derdiketin. Digotin, “Hûn nikarin me înkar bikin. We bi saya me hemû tişt qezenc kir, me bi hev re ev  tişt kirin, lazim e hûn me înkar nekin, qetlîaman li ser me nekin. Wextê ku înkar kirin, dest bi qetlîam, koçberî û talanê kirin; Kurdan jî heqê bi kar anîn. Gotin, hûn çima li xwe xwedî derdikevin, ew jî sûc dîtin. Her ku kurd li xwe xwedî derketin, gotin, hûn Tirkiyeyê perçe dikin, li dijî Tirkiyeyê ne, hûn xayîn in. Lazim e hûn nejîn. Ev siyaset meşandin.

Ger ku PKK ava bûbe sedem ev bû. PKK him berdewamiya ew têkoşîna kurdan li dijî dagirkeriya faşîst, qirker bû. Kêmasî û şaşitiyên wan çi bûn, ew fam kiribû, li ser wî esasî PKK xwe damezirandibû. Ku careke din ew şaşîtî û kêmasiyana di Kurdan de pêş neketibane, wê karibûna li dijî dagirkeriyê, qirkirinê bisekinin û azadiya xwe pêş bixin. Ger ku PKK’ê pêngava 15’ê Tebaxê pêş xistibe ev ji bo wê bû. Yanî ji bo ku bikaribe kurdan ji mirinê rabike û bide jiyîn. Ev înkar û qirkirina ku li ser Kurdan tê kirin, da ku pêşiya wan bigire. Ji bo vê, di dîroka gel û tevgera me de ciyekî wê yê taybet heye. Li Kurdistanê dîrok guherand. Ew dîroka ku ber bi tinebûnê ve diçû guherand, kurd rakir ser pêyan, zindî kir, kir gelekî xweşik û îro li dinyayê bûye gelekî hêviyê.

Di serî de ya Fermandar Egîd, hûn rola fermandaran di Pêngava 15’ê Tebaxê de çawa dinirxînin?

Niha di Zindana Amedê de têkoşîneke pir mezin hate jiyîn, him jî di nava bê îmkaniyan de ew têkoşîn hate jiyîn. Dewleta faşîst û dagirker, dixwest Zindana Amedê, bike goristana kurdan. Da ku careke din bi navê Kurd û Kurdistanê tu tişt neyê jiyîn. Di zindana Amedê de Mazlûm, Xeyrî, Akîf, Ferhat, Kemal û wana, li dijî vê siyasetê têkoşîneke bêhempa kirin. Tenê bîrdoziya xwe û canê xwe hebûn. Bi wê têkoşînê jî encam wergirtin. Tevgereke ku xwe li zindanê xwe îspat bike, her kesek dikare baweriyê bi wê tevgerê bîne. Ger ku gelê Kurd bi Rêber Apo û PKK’ê bawer kiribe, di vê tevgerê de cî girtibe û hemû tiştên xwe xistibin xizmeta vê tevgerê, ji ber ku li zindana Diyarbekir, berxwedana wan hevalan raber kirî, dîtin bo wê bawer kirin û ev gav avêtin

“Van qêrînên me bigihînin dinyayê”

Rêber Apo jî li Rojhilata Navîn di nava wan zor û zehmetiyan, bêîmkaniyan de têkoşîn pêş dixist. Çawa di zindana Amedê de, di nava wan bêîmkaniyan de têkoşîn dihate kirin, li Rojhilata Navîn jî wê têkoşîn pêş dixist. Mazlûm Dogan, got, “Ev qêrînên me lazim e bigihên dinyayê.” Rêber Apo ew ji bo xwe esas wergirt. Wê çawa qêrînên wan, bang û têkoşîna wan bigihîne dinyayê. Bo wê li Rojhilata Navîn karekî dîrokî da destpêkirin. Ew xebata li Rojhilata Navîn û zindana Diyarbekir gihişt hev du, bû bingeha 15’ê Tebaxê. Pêngava 15’ê Tebaxê, weke zindana Diyarbekir, weke Rojhilata Navîn di nava gelek zor û zehmetiyan de pêş ket. Ev rastiya vê tevgerê ye. Vê tevgerê tu caran, rihetî, îmkan, neda pêş xwe. Lewre tu li Kurdistan û gelê Kurdistan û azadiyê xwedî derdikeve, tu dizanî ku rehetî nabe, îmkan nabin. Tê di nava zor û zehmetiyan de vê têkoşînê bimeşîne. Rêber Apo ev rastî, bi awayekî baş bi milîtanê PKK’ê û gelê kurd da fêmkirin.

15’ê Tebaxê heval Egîd bi xwe ye

Hevalê Egîd, di nava van rastiyan de xwe perwerde kiribû, mezin bûbû. Mîlîtaniya ku Rêber Apo dixwest, li Kurdistan pêş bixe, bo xwe esas wergirtibû. Ji bo wê di hemleya 15’ê Tebaxê de gelê Rêber Apo esas e. Yê ku ew di pratîkê de pêk anî jî hevalê Egîd e. Bo wê jî dema mirov behsa 15’ê Tebaxê bike yan jî bi bîr bîne, hema hevalê Egîd tê bîra mirov. Hevalê Egîd bi 15’ê Tebaxê re bûye yek. 15’ê Tebaxê heval Egîd bi xwe ye. Çima? Lewre yê ku di pratîkê de serokatiya wê kiriye, li Dihê ev çalakiya bi serkeftî pêk aniye. Ji bo wê bi hevalê Egîd tê naskirin û fêmkirin. Çawa ku PKK Hakî Karer e, 15’ê Tebaxê jî hevalê Egîd e, Mahsûm Korkmaz e. Kes nikare vana ji hev du cuda bike. Rastî ev e. Li gel hevalê Egîd di vê hemleyê de yê xwedî ked e, yek jî hevalê Gozluklu Alî ye, xelkê Bîngolê ye, şehîd ket. Dîsa hevalê Omer bû, ji aliyê Mereşê bû. Mûstafa Yondem (Hevalê Erdal) bû. Hevalê Bedran (Mehmet Sevgat) ew bûn. Van hevalan jî di vê hemleyê de cî girtibûn. Hinekan fermandariya Şemzînan, hinekan jî fermandariya Erûhê dan ser milên xwe. Wan ev çalakî li dar xistin û tê de cih girtin. Hevalê Egîd, him tevahî ev hemle organîze kir, di pratîkê de rêxistin kir, serokatiya wê kir, him jî di ya Dihê de cî girt. Hevalê Bedran wan re ev hemle serkeftî pêk anîn. Bi tevahî Dihê girtin destên xwe. Ya Şemzînan jî belkî hemû cî bi dest nexistin, lê hemle li wir jî bi ser ket. Ev temamî bi keda wan hevalan pêk hat. Van hevalan hemleyên ku Rêber Apo dixwest li Kurdistan pêş bixe fêm kiribûn, ji bo ku wê hemlê serkeftî pêk bînin ji bo xwe esas girtibûn. Hemû hestên xwe, enerjiyên xwe tevlî wê hemlê kiribûn. Ji bo vê jî ev hemle encamên mezin ava kir

15’ê Tebaxê di tevgera we û civaka we de guhertinên çawa afirandin?

Hemleya 15’ê Tebaxê ne tenê di nava tevgerê, gelê kurd de guhertin çêkirin. Di Rojhilata Navîn de jî guhertin çêkirin. Li ser dewleta dagirker, ya faşîsta tirk, li ser sîstema modernîteya kapîtalîst jî tesîr çêkir. Tê zanîn, sîstema modernîteya kapîtalîst, li Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe gelek gav avêtibûn. Gelek cî ava kiribûn. Gelek îmkan bi dest xwe xistibûn. Kurdistan weke mulkê xwe hesab kiribûn. Belkî dagirkeran li ser turdan siyaseta qirkirinê dimeşand, lê sîstema modernîteya kapîtalîst ev îmkan dabûn dest wan. Wan dagirkeran bi navê sîstema modernîteya kapîtalîst ev sîstem dimeşandin. Bo wê Kurdistan wekî mulkê xwe didîtin. Dema ku hemleya 15’ê Tebaxê pêş ket, ew bi salan bo xwe nirx û îmkanê ava kiribûn, ditîn ku hemleya 15’ê Tebaxê sîstema wan berjewendiyên sîstema wan, dixe tehlîkeyê. Bo wê li pişt dewleta dagirker faşîst sekinîn. Ji her alî ve alîkarî kirin. Ku bi wê alîkariyê pêşiya tevgerê bê girtin. Ku ev tevger, pêş nekeve, tehlîkeyê mezin çêneke.

Modernîta kapîtalîst û nato dewleta tirk a dagirker li ser pêyan hişt

Her ku tevger pêş ket, wana zêdetir alîkariya dewleta Tirkiyê kirin, dewleta Tirkiyeyê şer mezintir kir. Hemû jî bi alîkariya NATO û wan dewletan ev şer mezin kirin. Bi vî şeklî xwestin pêşiya tevgerê û kurdan bigirin. Da ku berjewendiyên xwe biparêzin. Lê her ku wan êrîş kir, qetlîam, girtin û kuştin kirin, tevgerê jî ev kirin ku sebeba tevgerê mezintir bibe. Ketin xizmeta wê. Ji bo wê jî tevger mezintir bû, berjewendiyên wan zêdetir ketin xeteriyê. Li ser dagirkeran jî tesîrên mezin çêbûn. Hukmê desthilatdariya 12’ê Îlonê ya faşîst, ku bernameyeke dabû pêşiya xwe digot, ez ê vê bernamê bi ser xim û tu astengî li pêşiya min nabin. Gelek astengî hebûn, ew ji holê rakiribûn. Tenê yek astengî ma bû, ew jî kurd û PKK bûn. Ew wahşeta ku li zindana Diyarbekir pêş xistî ji bo wê bû, da ku bikaribe îradeya tevgerê bişkîne, wê astenga li pêşiya xwe jî ji holê rake, da ku bernameya xwe bide rûniştandin, sîstemeke faşîst li Tirkiyê bi cî bike. Lewre NATO, sîstema modernîteya kapîtalîst, ev dixwest. Tirkiye dewleteke NATO bû, dixwestin ku Tirkiyê li Rojhilata Navîn berjewendî û desthilatdariya xwe xurt bike. Faşîzma Kenan Evren ji bo wê li dijî kurdan ev wahşet meşand.

Lê çi qas gav avêtin jî di encamê de negihiştin hedefa xwe. Îro Erdogan û Bahçelî, dixwazin tiştên ku Kenan Evren nîvî hiştibû, temam bikin, heta wê derbas bikin. Tiştên ku dikin, yên Kenan Evren li Kurdistan kiriye, li ser gelê Kurd û demokratan pêş xistiye. Heta ji wê jî derbas dike. Rastî ev e. Hemû demokrat, çep, lîberal, nivîskar, sendîkavan, serokên partiyan girtin û xistin zindanan. 15’ê Tebaxê ew derî hemû vekirin. Ger ku paşê Ecewît, Demîrel, bûne reîsê cûmhûr, van a hemû di netîceya 15’ê Tebaxê de çêbûn, deyndarê PKK’ê û Kurdan e. PKK’ê û Kurdan nehişt faşîzm tam rûnê. Demokrasî parastin.

Pêngava 15’ê tebaxê hemleyeke leşkerî, felsefî, bîrdozî, siyasî, rêxistinî û çandî ye

Hemleya 15’ê Tebaxê ji bo vê ne ku wekî tê fêmkirin, hemleyeke leşkerî ye; aliyê wê yê leşkerî pir kêm e. Aliyê wê yê felsefî, bîrdozî, siyasî, rêxistinî, çandî pir xurt e. Ew tevgereke demokrasiyê ye. Tevgereke li nirxên gelan û yên mirovahiyê xwedî derketin e. Xwedîlêderketina li azadiyê ye, sekna li dijî faşîzmê ye. Parastina gel e. Vê tevgera di civak û mirovên kurd de, guhertineke bingehîn çêkir. Ew kurdên ku digotin, “êdî em xilas” rakir serpiyan, zindî kir, ji bo xwe kir. Di hemû şertan de dest pê kir, ji bo xwe têkoşîn pêş xist. Di civaka însanê kurd de, zîhniyeta wî û di kesayeta wî de, tiştên ku sîstema dagirkeriyê pêşxistî hemû perçe perçe kir.

Kurd înkar dikirin, da diyarkirin ku nikarin kurdan înkar bikin, kurd hene, wekî her kesî dixwazin li Kurdistanê jî bijîn. Ev derxist holê û da îspatkirin ku êdî nikarin kurdan wisa ji holê rakin. Di jin û ciwanên kurd de guhertineke esasî çêkir. Ew jina ku nikarîbû ji mala xwe derkeve, derxiste çiyan, tevlî gerîlla û şerê azadiyê kir. Ew ciwanê ku bo berjewendiyên xwe yê şexsî li duv maddiyatê dibeziyan, zêdetir jî ji ber ku ew derfet li gel dewleta Tirkiyê bû, Tirkbûn didan pêşiya xwe ku nikarîbûn bijîn, berê wan da çiyan, da şer û têkoşîna azadiyê.

15’ê Tebaxê şoreşeke zihnî, netewî, demokrasî û azadiyê ye

Ciwan her ku çûn, ji dewleta Tirkiyê qut bûn. Jin ji desthilatdariya zilam û dewleta Tirkiyê qut bûn, ji bo xwe azadî esas girtin. Ciwanan ji bo xwe azadî bi dest xistin. Vêya di civak û zilamê kurd de guhertineke esasî da çêkirin. Yên ku qebûl nake ku zarokên wan, qîzên wan tevlî gerîla bibin, jinên wan ji mal derkevin; qebûlkirin ku têkoşînê bikin. Qebûlkirin ku derkevin serê çiyan, heta bi xwe tevlî kirin. Yanî şoreşeke zîhnî çêbû. Şoreşeke demokratîk çêbû. Şoreşeke netewî çêbû. Şoreşeke azadiyê çêbû. Gelê kurd, ji mirinê rabû, dît ku bo azadiyê di her şertî de ku têkoşîn kir, dikare serbilindî bijî. Derveyî wê nikare bijî. Ew jiyana ku xizmeta azadiyê nake li xwe heram kir. Vêya li ser civaka Rojhilata Navîn jî têsîr kir. Gelê Rojhilata Navîn di bin desthilatdariya rejîmên heyî de, nikarîbûn nefes bigirin, dîtin ku Tirkiye dewleteke NATO’ye, li dijî wê dewletê kurd, bi jin, zilam, ciwanan pêk ve civakek ji bo azadiya xwe rabûye ser piyan, têkoşînê dide. Di vê têkoşînê de jî her ku diçe encamê werdigirin. Vêya rih da gelên Rojhilata Navîn. Guhertineke wisa 15’ê Tebaxê di Rojhilata Navîn de çêkir. Ji bo wê hemleya 15’ê Tebaxê her çiqas PKK’ê li Kurdistanê pêş xistibe jî ne tenê ji bo gelê kurd e, hemleyeke ji bo tevahî gelan e, ji bo Rojhilata Navîn û ji bo tevahî mirovahiyê ye.

Kesayeta Fermandar Egîd îro di gerîla de çawa tê jiyîn?

Gerîllayê ku li Kurdistanê pêş ketî, Rêber Apo û heval Egîd ji bo xwe esas werdigirin. Belkî hinek kêmasî û şaşîtî hene, mirov nikare bêje bi temamî zîhniyet û kesayeta Rêber Apo û hevalê Egîd ji bo xwe esas wergirtiye. Li ser xeta Rêber Apo û rêgezên wî xwe bi temamî çêkiriye, lê gerîlla çi komûtanê wî bin, çi jî şervan, Rêber Apo û hevalê Egîd bi her alî ve ji bo xwe mînak digirin. Dixwazin li ser rastiya Rêber Apo û hevalê Egîd, ew rastiya Rêber Apo ye, li ser wî esasî dixwaze zîhniyet û kesayeta xwe çêbike û kûr bike. Da ku bikaribe ev gerîlla û şerê ku Rêber Apo xwestî pêk bîne. Lewre ev daxwazên gelê kurd û mirovahiyê ne. Tê zanîn di dîrokê de gerîlla her daîm, qaweta azadiyê ye. Her daîm gelên bindest, yên feqîr, bi şerê gerîla şer kiriye û azadiya xwe qezenc kiriye. Li Kurdistanê jî gelê kurd, encaq bi gerîlla dikare azadiya xwe qezenc bike. Derveyî gerîlla qaweteke xwe wer zêde nîn e ku li dijî dewleta Tirkiye ku dewleteke NATO’yê ye bikaribe bisekine.

Îmkanên wan ji her alî ve zêdetir e. Îmkanên gelê Kurd zêde nîn in. Pir kêm û basît in. Şerê gerîlla jixwe bi îmkanên kêm û basît tevlî şer bûne. Ku derbê li dewleta dixe. Li qawetên mezin dixe û wer netîce digire. Rêber Apo li Kurdistanê şerekî gerîlla wê çawa bê meşandin, stratejî û tektîqên wê çi bin, gerîllayekî çawa yê bikaribe vê stratejî û teqtîkê pêk bîne, li ser vê gelekî lêkolîn kir. Heta teoriya wê jî ava kir. Stratejî, teqtîk, rêxistin, perwerde, kesayet û zîhniyeta wê ava kir. Xwest ku li ser vî esasî fermandar û şervan bê amade kirin, ew fermandar û şervan jî li ser wî esasî bimeşin. Ji bo wê karekî mezin kir.

Yê ku ew karê Rêber Apo bo dîrokê, mirovahiyê û gelên Kurdistanê dikir, ji her kesî zêdetir yên ku baş fêmkirî yek jî hevalê Egîd bû. Hevalê Egîd, teoriya ku bo şer, gerîlla Rêber Apo ava kir, daîm lêkolîn dikir. Daîm, di wê de xwe kûr dikir û di gerîlla de çi kêmasî û şaşîtî hene, rakirina wê ji xwe re esas werdigirt. Çi fikirîn û nêzîkatiya nakeve xizmeta fikrê Rêber Apo rakirina wê ji xwe re esas girt. Li ser wî esasî gerîlla birêxistin kir. Hevalên ku li gel xwe li ser wî esasî rêxistin dikir. Ji bo wê jî hevalên ku li gel wî qaweteke mezin ji hevalê Egîd wer digirtin. Wan jî ew nêzîkatî dîtin ku Rêber Apo û hevalê Egîd, pêş dixist, him ji bo xwe esas werdigirtin him jî wan jî dixwest ji bo hevalên xwe jî pêş bixin. Ji bo wê jî ew gerîllayê ku Rêber Apo dixwest, hevalê Egîd, di serî de pêş dixist, hevalên ku li gel wî dijiyan jî ji bo xwe esas wer digirtin. Yê ku di esas de di gerîlla de rol pêk anî jî ew bûn. Yên ku hemleya 15’ê Tebaxê pêşxistî jî ew bûn.

Piştî hemleya 15’ê Tebaxê dema ku zor û zehmetî çêbûn, gerîlla hinekî derbe dixwarin, heta ku her kesekî digot, dawiya gerîlla tê, di wê demê de hevalê Egîd û yên ku hevalê Egîd esas girtin, yên ku ew perwerde girtin, roleke mezin lîstin. Di şertên pir zor û zehmet de, di bêîmkaniyan de, ku her kesî digot, dawiya gerîlla tê, wan jî hewildan û xebitîn ku yê gerîlla çawa mezin bikin, çawa bidin jiyîn, derban li dijmin bixin esas digirtin û pratîkeke wisa jî pêş xistin. Dane diyarkirin ku gerîlla tu caran tasfiye nabe. Her ku diçe yê gerîlla mezin bibe, şer mezin bibe, ew jî bi her kesekî re dane diyarkirin.

Di salvegera şehadeta wî de Fermandar Atakan Mahîr û fermandarên wekî Delal Amed, Sari Îbrahîm û Huseyîn Mahîr jî wekî sembola fermandariyê ne. Hûn ji bo wan dixwazin çi bêjin?

Niha çawa em hevalê Egîd, hevalê Mustafa Yondem (Erdal), Gozluklu Alî, welhasil van hevalan a, wekî serokê gerîlla dibînin, weke wan hevalan a hevalên din jî hene. Him jî gelek heval hene. Belkî niha ne ciyê wê yê em navê wan tevan yek bi yek bêjin, li ser wan axaftinan bikin. Lê di şexsê hevalê Egîd de, Atakan, Delal, Huseyîn Mahîr, Sari Îbrahîm de mirov dikare hemûyan bîne zimên. Lewre ev heval temsîla hemû heval û şehîdan e. Temsîla hemû şervanên azadiyê dikin. Hemû taybetmendiyên hevalan yên ku xizmeta azadiyê dikin, di kesayetiya xwe de pêk anîn. Hevalê Egîd, çawa Rêbertî bo xwe esas werdigirt, girêdayîneke xwe ya pir xurt hebû, dîsa girêdayîn û hurmeteke xwe ji bo hevaltiyê hebû, bo partî girêdayîneke xwe ya pir mezin hebû. Bo gerîlla û şerê gerîlla pêşxistinê girêdayîneke xwe ya pir mezin hebû. Bêyî azadiyê jiyan li xwe heram kiribû. Çi nêzîkbûn, fikrên ku nakevin xizmeta azadiyê qebûl nedikir, diçû ser. Ku jiyan hebe, lazim e ew jiyan bi temamî di xizmeta azadiyê û gel, hevaltî û mirovahiyê de be, ku ew zîhniyet û kesayet di xwe de pêş xistibû, mutewazî bû bi hevalên xwe re dijiya. Bi kar û keda xwe pêk dianî, bo hemû hevalan xwe dikir mînak û xeteriyek ku hebûya xwe dida pêş da ku negihê hevalan. Bi temamî li ser wan esasan ji bo ku zîhniyet û kesayeta xwe ava kiribû, ti caran kêmasî û şaşîtî pêk nedihat, çavên xwe jê rê nedigirt û layîqî hevalên xwe jî nedidît. Daîm wê çawa hevalên xwe pêş bixe û ser bixe ew esas digirt.

Hevalê Atakan, Hevala Delal, Hevalê Huseyîn Mahîr û Hevalê Sari Îbrahîm jî ew taybetmendî di zîhniyet û kesayetiya xwe de pêk anîn. Çawa hevalê Egîd biçûya ku derê, ew zindî dikir, dixiste tevgerê, li wê derê serkeftin û pêşketin avakirin. Hevalên ku li gel wî ji hevalê Egîd qaweteke mezin digirtin. Wekî ku di nava artêşekî de têkoşîn dikin û yê netîce wergirin, hîs dikirin, ew hîs di wan de çêdibû. Moral, coş, bawerî û zanebûneke mezin di wan de çêdibû, daxwaziya şer û di şer de netîce wergirtin çêdibû, van hevalan jî ku li ku derê bûna, diçûna ku derê rûh didana wê derê, hestên azadiyê di hevalan de wer mezin dikirin. Moral, bawerî û zanabûn û coşa wan, daxwaziya wan ya şer mezin dikirin. Tu caran, xwe li ser hevalan nedîtin. Xwe wekî hevalekî didîtin. Daîm jî yê çawa xizmetî heval û gelê xwe bikin, yê çawa wan zana bikin, pêş bixin ew ji bo xwe esas girtin. Ev taybetmendiyên Rêber Apo bûn. Lewre Rêber Apo dizanîbû ku heval û gelê xwe perwerde neke, pêş nexe, di wan de kesayetiya serkeftinê ava neke, nikare tiştekî bike, li Kurdistanê azadî çênabe, van hevalan jî ew taybetmendî ji bo xwe esas wergirtin.

Bi taybet jî di jinên kurd de, weke hevala Delal, rêxistinkirina hevalekê gelekî girîng bû. Belkî di zilaman de hinekî pêş ketibane, lê ya muhîm, di jina kurd de lazim bû pêşeng û fermandar derketina. Hevala Delal, ew pêk anî. Temsîla jina kurd kir. Temsîla gerîlla, ciwana, gelê kurd kir. Pêşengiyeke mezin di xwe de pêş xist. Lewre Rêber Apo dabû fêmkirin ku doza kurdan di esas de pêşêngtî ye. Ger ku ev pirsgirêk çareser nebe, tu çi qas xebat û şer bike jî tu nikare encamê werbigire. Lewre di dîrokê de ev gelek caran îspat bûbû. Lazim bû pêşengtî bê çareserkirin, kesayetiyên pêşeng bên pêşxistin. Heval Egîd, Atakan, Delal, Sari Îbrahîm, Huseyîn Mahîr û gelek hevalên din ew ji bo xwe esas wergirtin. Li ser wî esasî xwe ji nû ve avakirin pêş ket.

Ji bo wê di wan hevalan de kesayetiya pêşengtî pêş ket. Ku diçûne ku derê li wê derê rûh didane çêkirin, hestên azadiyê mezin dikirin. Bo wê rolekî dîrokî ji bo tevgerê û gel pêk hat. Daîm ji bo rêveberiya tevgerê bûne qawet. Bi fikir, nîqaş, nêzîkatî, çareserkirina pirsgirêkan, bi pratîk û jiyana xwe û her alî ve ji bo rêveberiyê, ji bo fermandar û şervanan bûne qaweteke esas. Eger ku em gihiştibin îro, ev di encama tevahî şehîdan de ye, di encama xebatên Rêber Apo de ye, di nav wê de jî di netîceya têkoşîna wan hevalên ku me navê wan gotî de ye. Roleke mezin pêk anîn.

Gelê kurd nirx û kesayetên mezin ava kir

Di netîceya wê rolê, kedê û têkoşînê de em gihiştine îro. Ji bo wê gelê me lazim e, van qehreman û pêşengan tu caran ji bîr nekin. Bi taybet gelê me jinê kurd, lazim e Hevala Delal ji bîr neke. Ku me çi qezenc kiriye, me bi Delalan, Atakanan, Huseyînan, Îbrahîman qezenc kiriye û ji niha û pê de jî em ê bi wan qezenc bikin.  Van a nirxên gelê kurd û însaniyetê yên mezin in. Ev nirx çi qas bêne parastin, gelê kurd û însaniyetê ew qasî dikarî biparêze. Wer nebe, ne gelê kurd ne jî însaniyet nayê parastin.

Gelê kurd ev nirxên xwe yê mezin di nav xwe ava kir. Bi vê jî xwe mezinkir û gihande îro. Eger ku çawa heta îro lê xwedî derket, ji îro û pê de jî lê xwedî derkeve, yê qezenc bike û bi însaniyetê jî bide qezenckirin. Ger li dîrokê xwedî dernekeve, li nirxan xwedî dernekeve, li wan kesan xwedî dernekeve, li ser wan esasan xwe ji nû ve ava neke, hemû tiştên ku qezenc kiriye jî wê winda dike, bi însaniyetê jî bide windakirin. Bo wê, gelê kurd, PKK, Rêber Apo çawa heta niha ew kesayetiyên pêşeng yên mezin ava kirin, ji niha û pê de jî wê bide avakirin. Lewre dîroka PKK’ê, dema ku mirov lêkolîn dike, mirov vê baş dibîne. Ji bo wê ev tevger her tim pêş dikeve û ser dikeve.

Lewre vê tevgerê bi kedeke mezin, bi berdelên mezin, bi şehîdên mezin, bi kesayetiyên mezin hatiye damezirandin û hatiye pêşxistin. Ger tevgerek, gelek, li ser wan esasan bê damezirandin, li ser wê têkoşînê bike, kes nikare pêşiyê bigire. Ji bo wê hemû jinên kurd ciwanên kurd, însanên kurd, yên ku dibêjin ez welatparêz im, demokrat im, sosyalîst im, ez girêdayî nirxên însaniyetê me, lazim e, Rêber Apo û van kesayetiyan ji bo xwe daîm esas bigirin. Li ser wan kesayetiyan xwe perwerde bikin. Bi wan kesayetiyan re xwe bike yek. Wê wextê di xwe de kesayetiyên mezin ava bike. Pêwîstiya gelê me jî kesayetiyên wiha ne. Wê demê, em vî gelî di her şertekî de dikarin azad bidin jiyîn. Garantiya pêşerojê jî ev e.

Rêber Apo destpêkê jî sosyalîzma îlmî esas girt

Gerîla bi “Şerê Rizgariya Netewî” dest bi têkoşîna xwe kir. Îro jî projeya xwenûkirinê û “gerîllayê modern” tên nîqaşkirin. Gerîlayê modern çawa ye, peywirên wî çi ne?

Dema ku PKK hate damezirandin, bi paradîgmayekê hate damezrandin. Paradîgmaya reel sosyalîzm hebû, yên ku ji bo demokrasî û azadiyê, sosyalîzmê têkoşîn dikir, ew paradîgma ji bo xwe esas digirt, PKK’ê jî ew esas girt. Di wê paradîgmayê de dewlet, îktîdar, ji bo wê şer ji xwe re esas girtin hebû. PKK’ê jî heta wextekî bi wê paradîgmayê têkoşîn kir, gelek jî pêşketin û guhertin çêkirin, netîce wergirtin. Feqet, hêja di destpêkê de Rêber Apo bi îhtiyat nêzî wê paradîgmayê bû. Ji bo ku ferqa xwe çêbike jî digot, “Em sosyalîzma îlmî ji bo xwe esas digirin, ne navendeke bi navê sosyalîzmê heyî.” Her ku lêkolîn kir, pratîk pêş xist, dît ku ew paradîgma çi qas, guhertin û pêşketinan çêbike jî, armancên ku dayî pêş xwe nikare pêk bîne. Bi hinek aliyan ve heta ters dikeve, zerarê dide. Ew dît. Bo wê jî yê çawa wê çareser bike, kete lêgerîna wê. Di wê lêgerînê de paradîgmayeke nû pêş xist. Sosyalîzma reel, li Sovyet jî têk çûbû. Vê jî xizmetî Rêber Apo kir ku Rêber Apo di vê lêgerîn û lêkolînên xwe de hê bilez û zûtir paradîgmaya nû pêş bixe. Hêja reel sosyalîzm têk neçûbû, dev ji hin aliyên wê berdabû. Paradîgmayeke nû ji bo xwe pêş dixist. Her ku pratîk pêş dixist jî ew xurt kir. Bi têkçûyîna Sovyetan jî êdî paradîgmaya pêş dixist bi temamî ji bo xwe esas girt. Eleqeya xwe û paradîgmaya reel sosyalîzmê qut kir. Xwest ku tevgerê jî li ser paradîgmaya nû pêş bixe, li ser paradîgmayeke mirov têkoşînê bi salan pêş bixe, piştre mirov di wê de guhertinê çêbike, ew wer rihet çênabe. Di dîrokê de jî daîm dema ku mirov ji paradîgmayekê derbasî paradîgmayeke nû bûne, nêzîkbûnên çep û rast çêbûne. Di PKK’ê de jî ew çêbû. Sîstema modernîteya kapîtalîst ya dagirkeran, yên ku kurd in û hevalbendiyên wan dikin pêk ve, xwestin ku pêşî li wê bigirin. Yanî xwestin ku tevger li ser paradîgmaya nû xwe ava neke. Lewre ku xwe ava bike, tehlîkeyeke mezin ji bo wan çêdibe. Ji bo ku tevger nekeve paradîgmaya nû û ji ber ku ji ya kevin jî derketiye, ji bo ku di navbera wan de bimîne, bi wî awayî jî derbê lê bixin, ew kirin. Wexte ku dîtin di paradîgmayê de guhertin çêdibe, di nav tevgerê de jî rast û çep nêzîkbûn çêdibe, yên ku dixwestin tevgerê tasfiye bikin, xwestin ku yên rast nêzî paradîgmayê dibin, li ser wan hesab kirin. Hewildan ku tasfiyegeran hakîm bikin da ku di PKK’ê de tasfiyeyê ava bikin. Di nav PKK’ê de ew ên ku tên zanîn xizmetî wê kirin. Kêm ma ku tevgerê bi navê girêdana Rêber Apo ji holê rabikin û her kesî bixapînin. Feqet, tevgerê ew tehlîke derbas kir, xwe ji paradîgmaya kevin derbas kir û xwe di ya nû de avakirin esas girt. Çi qas ku xwest di wê de xwe ava bike hinek kêmasî jiyan kirin.

Xwestin xayîn û tasfiyegeran di nava PKK’ê de hakîm bikin

Bi taybet jî lazim bû gerîlla li ser paradîgmaya nû di xwe de nûbûneke wer çêbikira. Ji bo wê jî gerîlla hinekî dereng ma. Hinek kêmasî û şaşîtî jî pêk hat. Dijmin jî ji vê feyde dît, derbe li gerîlla dan. Da ku gerîlla û bi giştî jî tevger nikaribin rolê xwe bilîzin. Ger ku windahî çêbûn û çêdibin, ew girêdayî vê ye. Lewre sîstema modernîteya kapîtalîst ya dagirkeran, yên ku bi wan re tevger dikin, kurd pêk ve, ew xayînên di nav kurdan û PKK’ê de jî dixwestin hakîm bikin. Da ku PKK nikaribe wê nûbûnê di xwe de çêbike, wê pêngavê pêş bixe. Dixwestin bi wî şeklî tevgerê di nava xwe de meşgûl bikin. Di nav gel de tevgerê lewaz bikin. Bêqîmet bikin, da ku bikaribin tesîrê li civakê bikin. Ji bo wê lazim bû ku me ew guhertin, nûbûnên ku Rêber Apo dayî peşiya tevgerê bi lêz pêş bixistina. Eger bilez pêş bixistana ew texrîbatên tasfiyevanan çêkir, hinde mezin çênedibûn. Tesîrên wê jî wer dûvdirêj berdewam nedikir. Her çi qas tevgera gerîlla, tasfiye tasfiye kir, bi têkoşîna Rêber Apo, feqet, ew fikrên ku wan belav kir di nava vê tevgerê de tam ji holê ranebûn. Ji bo wê jî li ser paradîgmaya nû xweavakirin, wer rihet çênebû, zû çênebû. Vê ya gelek zerarên mezin jî dane me, hê jî dide. Belkî ne wekî salên derbasbûyî ye, tersê wê kêm bûye, lê hêja jî heye. Niha gerîlla li ser wî esasî dixwaze ew fikrên ku tasfiyevanan, nêzîkbûnên wan ku xistina nav gerîlla, bi temamî ji holê rake. Dîsa gerîllayê ku bi paradîgmayê bi şer îktîdar, dewlet ava kirin dixwaze li ser paradîgmaya nû, vêya bide aliyekî. Li ser paradîgmaya nû dixwaze xwe ji nû ve çêbike. Ji bo wê jî êdî ji bo dewlet û îktîdar avakirinê jî pêşxistina şer esas nagire. Bi temamî li ser azadiya jin û ekolojiyê azadiyê, civakê, demokrasî pêşxistinê bo xwe esas werdigire. Konfederalîzma Demokratîk, Xweseriya Demokratîk û parastina rewa esas digire. Di pêşengtiya tevgerê de guhertinê ji bo xwe esas digire. Li gorî paradîgmaya berê, karker û gundî pêşeng bûn; li gorî paradîgmaya nû, jin û ciwanan esas digire. Ji bo ku di armanca gerîlla de jiyan, civak û kesayetiyeke azad heye û vê jî di azadiya jinê, ekolojiyê û di civakeke demokratîk de dibîne, ji bo wê têkoşînê dike. Gerîllayê ku niha modernîteya demokratîk ji bo xwe esas digire, li ser vî esasî dixwaze xwe ava bike. Ji gerîllayê berê cudatir e. Ew gerîllayê berê êdî nema. Êdî bi wê paradîgmaya berê gerîllatî nema. Eger bixwaze weke berê gerîllatiyê bike, nikare yê derbê bixwe, tasfiye bibe. Li ser paradîgmaya nû ku xwe bi temamî çêkir, wê demê dikare şerê gerîlla bimeşîne. Ji bo gelê kurd jî ji bo gelên bindest jî dikare bibe qaweta azadiyê û dikare berdewam bike. Çawa bi belavbûna Sovyet, sîstema modernîteya kapîtalîst got, “Êdî sosyalîzm mir, kapîtalîzm heta dawiya dawî ye” û li dijî sosyalîzmê şerekî îdeolojîk yê mezin pêş xist, xwest sosyalîzmê bêqîmet bike, niha jî dixwaze gerîlla ji qawetbûna azadiyê derbixe. Bo wê jî teknîka pêş xistiye, li ku derê gerîlla heye, wê teknîkê dide wê derê. Dixwazin bi wê teknîkê derbê li gerîlla bixin, da ku êdî gerîlla jî ji bo gelên bindest ne qaweteke azadiyê ye, ji dev azadiyê berdin. Da ku sîstema xwe bidin jiyîn. Ew teknîk dane Tirkiye. Tirkiye wê teknîkê pir xurt dişixûlîne. Ew teknîka teyarên keşfê, teyarên bomberdûmanan, termalan, temamî şer li ser vî esasî dimeşîne. Bi vê jî dixwaze ku gerîlla li gor paradîgmaya nû xwe temamî çêneke. Da ku gerîllayê modern, profesyonel di xwe de çêneke. Da ku bikaribe wer netîce wergire. Da ku gerîlla ji bo gelê kurd nebe qaweta azadiyê. Da ku hêvî û îradeya gelê kurd ji holê rabike, Kurdistan bi temamî têxe bin desthilatdariya xwe û bike milkên xwe. Da ku bi navê kurd û Kurdistan çi heye, ji holê rabike. Heta ku gerîlla bi temamî ji holê raneke, nikare vê bike. Ji bo ku ji holê rabike, vê teknîkê dişixûlîne. Ev teknîk jî sîstema modernîteya kapîtalîst, NATO dane wê, ew jî dişixûlînin. Dibêje “Ev teknîka me ye, yerlî ye, mîllî ye.” Ev axaftin hemû derew in, axaftinên vala ne. Sîstemê dane Tirkiyê vê dişixûlîne, Tirkiye bi navê sîstemê dixwaze ji holê rabike. Ji bo wê ew wahşeta Erdogan-Bahçelî li ser kurdan û gerîlla dimeşînin, kes deng nake. Sebep ev e. Bo wê gerîlla di şertên pir zor û zehmet de, têkoşînê dike, qehremaniyê dike, berdelên mezin jî dide. Berdelên ku dide, hinek hê jî li gorî teknîka dijmin xwe rêxistin û dîsîplîne nekiriye, ji ber wê berdêlan dide. Ji bo wê jî bi lez lazim e li gorî teknîka dijmin di xwe de nûbûnê çêbike. Yanî xwebicîkirinê, tevger kirinê, eleqet çêkirinê, meşê, çûyîna ser hedefan û piştî li hedefê dixe paş de zîvirînê de, lazim e wekî berê neke. Di xwe de disîplîn û nehîniyeke pir xurt pêş bixe. Şêwazê xwe yê tevgerê lazim e fireh bike. Xwe nexe bin kontrola teknîka dijmin û zilamên wan. Lazim e çalakiyên xwe pir dirêj neke, zû bike û netîce wergire û weke berê bi hejmareke mezin tev negere. Dîsa lazim e ji bo kamûflajan pir baldar be. Da ku dijmin nikaribe bi keşfê, termalan, bi dûrbînan, yan jî bi veşartî cî û tevgerê gerîlla tesbît bike. Dîsa, ew ciyên ku berê pir şixûlandiyê ku dijmin wir dizanê, li ser wan mintiqayan kontrolê çêdike, bo wê lazim e gerîlla wan noktayan zêde neşixûlîne, di eraziyê de pir noqteyan bişixûlîne, xwe mehkûmî hin noqteyan neke. Ciyên ku bibîne yê derbê bixwe, lazim e li wî ciyê nemîne. Ciyên ku nikare lê kar bike, lazim e tê de israr neke. Yê çawa derbê nexwe, li ku zêdetir derbê li dijmin bixe, lazim e wir esas bigire. Ciyên ku dijmin pir saxlem çêkiriye, neçe ser. Lewre biçe ser nikare netîce bigire û yê derbê bixwe. Teqtîkên gerîlla lazim e baş bişixûlîne. Sabotajan, kemînan, êrîşan, hedefên ku xwe rehet bigihîniyê û netîce wergire bo xwe bike hedef. Hedefên mezin yên ku dijmin tedbîrên pir xurt girtiye, lazim e ji bo xwe neke hedef. Hê zêdetir dijmin di araziyê de, di tevgerê de, bi kemînan lê bide. Yanî ew qûralên gerîllayên klasîk hene, di şertên nû de li gorî teknîkê ku dijmin dişixûlîne, li gorî îstîxbaretên ku dijmin bi kar tîne di wan teqtîkan de nûbûn û kûrbûnan çêbike. Wê demê yê gerîlla zêde derbê nexwe. Dikare hêviyên gel jî pêk bîne, derbê jî li dijmin

Ricaya min ew e ku civak li xwe xwedî derkeve

Li gorî xeta 15’ê Tebaxê îro peywira gel çiye?

Em tevger û gel, di şerekî pir mezin de ne. Li ser tevger û gelê me dixwazin tasfiye û tinekirinan pêk bînin. Di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dixwazin komployên navnetewî ji nû ve zîndî bikin. Di komploya navnetewî de stûnê esas hinek kurd bûn. Di ya niha de jî dîsa li ser wan dixwazin komployê nû bikin, pêş bixin. Ger hin kurd nebin, ti caran nikarin komployan pêş bixin, ne mumkun e. Ger berê pêş xistibin, niha jî dixwazin nû bikin, bi temamî li ser hinek kurdên ku girêdayî komplogeran vêya pêş dixin. Lazim e, gelê me vê ya baş bizanibe. Dixwazin derbê li PKK’ê bixin, PKK’ê tasfiye bikin. Ne tenê li Bakur, li hemû beşan dixwazin kurdan ji holê rabikin. Siyaseta ku Erdogan û Bahçelî dimeşînin, temamî siyaseta ku kurdan di qirkirinê de derbas bikin e. Wer hesab dikin ku di vî şerê Rojhilata Navîn de dikarin vê pêk bînin. Dikarin dewleta xwe jî mezin bikin. Ji bo wê kurd divê bizanibin, ku kurmê darê ne ji darê be, dar nakeve. Di esas de lazim e, kurd nav xwe saxlem bikin. Xwe ji kurman yanî ji ajanan, yên ku îxbaran dike biparêze. Wan di nava xwe de ne de jiyîn. Yên ku di nava gel de fûhûşê, xirabî, diziyê, sîxûriyê pêş dixe lazim e di nava xwe de ne de jiyîn. Niha dewletên dagirker, bi hinek xayînên kurd di nava civaka kurd de eroînê, fûhûşê, diziyê, hemû bêexlaqî û xirabiyan pêş dixin. Bi vî şeklî însanê kurd, dixwazin ji însaniyetê, netewiyetê, têkoşîna azadiyê der bixin. Da ku civakê bi temamî pûç bikin, ji civakîbûnê der bixin. Însan, ji însaniyetê der bixin, da ku desthilatdariya xwe bimeşînin. Ji bo wê ji her malbatekî rîca min ew e li zarokên xwe, li malbat, cîran û mirovên xwe xwedî derkevin. Nehêlin ku têkevin xizmeta dijmin. Ajantiyê, îxbariyê, bêexlaqiyê, fûhûşê, diziyê nêzîkî xwe neke. Da ku civak saxlem bimîne, li ser esasê xwe bikaribe ji bo xwe têkoşînê bike û encam bigire. Îro dewleta faşîst ya dagirker, ya Erdogan-Bahçelî pir zeyîf ketiye. Di netîceya têkoşîna me de zeyîf ketiye. Ji ber hindê har bûye. Ji bo wê qetlîaman, girtinan, heqeratan dike. Ji bo ku zeyîf e, vê dike. Ger ku em nehêlin ku ew di nava kurdan de pûçbûnê pêş bixin, em li xwe baş xweyî derkevin, yekîtiya xwe biparêzin, yekîtiya xwe ya neteweyî pêş bixin, bi her alî ve li dijî dagirkeriyê bisekinin, her însanekî me ku li ku derê be wezîfeyên neteweyî pêk bîne, dagirkeriyê qebûl neke. Saziyên wan, netewîbûna wan qebûl neke, nebêje, leşker, polîs, qaweta parastinê ye, ew hemû ji bo kurdan qawetên tinekirinê ne. Hemû saziyên dewletê kurdan tinekirinê pêş dixin. Ev li ber çavên her kesî ye. Lazim e kurd li dijî vê li xwe xwedî derkevin. Li tevgerê û nirxên xwe, xwedî derkevin, yekîtiya xwe xurt bikin. Li Rêbertî ya xwe xurt xwedî derkevin. Li dijî faşîzmê bisekinin. Têkoşîna demokrasiyê li Tirkiyê xurt bikin, bi hêzên demokrasiyê re cepheyên demokratîk xurt bikin. Ji bo Destûra Bingehîn ya Demokratîk pêş bikeve, tevgera wê pêş bixe. Li zimanê kurdî xwedî derkeve. Perwerdeya zimanê kurdî li her ciyî pêş bixe, her kes lazim e bi zimanê kurdî biaxive. Zimanê kurdî bi her kesekî, bi zarokên xwe, bi mirovên xwe bide famkirin. Li dijî bêedaletiyê bisekine. Li Tirkiyeyê heta dawiyê bêedaletî heye. Destûr, qanûnên heyî hemû dane bin lingên xwe. Hiqûq, miqûq nîn e. Bêedaletî pêş ketiye. Vê ya her kes tîne ziman. Bo wê lazim e, mirov tevgereke edaletê rêxistin bike pêş bixe. Kurd çi qas tevgereke edaletê, demokrasiyê, ziman û destûrê pêş bixe hinde ji vê zilmê û qirkirinê xilas dibin. Demokrasî ji her kesî zêdetir xizmetî gelê kurd dike. Ji bo ku vê dizanin demokrasiyê ji holê radikin. Di faşîzm û qirkirinê de israr dikin. Kurd jî li dijî vê lazim e di demokrasî, azadî, edalet û tevgerên wan pêşxistinê de israr bikin. Yê ev bi Kurdan mezin bide qezenckirin.

Niha di zindanan de li ser hevalan û welatparêzan zilm û heqaretên mezin dikin. Bi taybet jî piştî ku berxwedan pêşxistin û şûnde ev kirin. Lazim e, zindan vê qebûl nekin. Çawa li dijî tecrîdê bi qehremanî sekînin, mecbûr kirin ku dewlet bi teqtîkî be jî dewlet paş de gav bavêje, her daîm lazim e li dijî dagirkeriyê û zilma wan bisekinin. Ew çi qas îşkence, zilm û heqaretan, şantaj û tehdîtan dikin bila bikin, heta dikarin tiştên derveyî însaniyetê exlaq jî pêk bînin, lazim e ji vê netirsin, paş de gav navêjin. Ew qehremaniya ku di zindanan de bi Mazlûman dest pê kirî, heta îro berdewam dike, lazim e bigihînin asteke bilindtir.

Li benda kesî nemînin

Gerîla qehremaniyên mezin dike, berdêlên mezin dide. Lazim e, kêmasî û şaşitiyên xwe zûtir rake. Têkoşîna xwe mezintir bike. Gelê me li ku derê be, bila bibe, di nava xwe de lazim e, kurdên xayîn di nav xwe de nehêle. Nehêle ku dijmin di nava wan de xirabiyan bike. Nehêle ku rehet bikeve nava wan. Lazim e, ji her alî ve li xwe xwedî derkevin û bi her şiklî çi ji destên wan tê, li dijî dagirkeriyê bisekine. Xwe rêxistin bike. Qaweta wî ew e. Ger ku xwe rêxistin neke, dijmin jê feydê dibîne û derbê lê dixe. Dijmin niha bêbawerî xistiye nava gel û wê pêş dixe. Wer dike ku kes ji kesî bawer neke. Da ku negihîne hev, nebin qawet û li dijî wan nesekinin. Ji bo wê lazim e kes neyê lîstikên dijmin. Bi hev du bawer bikin. Bi hev du re yekîtiyê xurt bikin li dijî dijmin, pêk ve bijîn û têkoşîn bidin. Yên ku neyê vê jî ji nav xwe derxe, nede jiyîn. Di gund, tax û bajarên xwe de wan nede jiyîn. Lazim e, nav xwe paqij bike. Wê demê yê rehet bike. Wê demê yê dijmin nikaribe wer rehet têkeve nav, girtin û kuştinan bike. Nikare bêexlaqî, xirabiyan bi Kurdan bide kirin. Daxwaziya min ji gelê me, ev e, li benda kesî nesekinin. Nebêje, “Hinek wê li me xwedî derkevin, hinekên me rizgar û azad bikin.” Azadiya wan di destên wan de ye. Ew jî bi rêxistinê dibe. Çi qas xwe rêxistin bike, li dijî dagirkeriyê û faşîzmê sekinîn, têkoşîna netewî û demokratîk pêşxistin; ew qasî dikarin azadiyê bi dest bixin. Azadiyê kes nade wan. Tirk qet nade wan. AKP-MHP qet nade wan. Hêvî ji wan nayê kirin. Hilbijartinên Stenbolê jî diyar kir. Ger ku di wan de hinek wijdan hebûya, baweriya wan bi demokrasiyê hebûya, yê îstîfa kiribane. Lewre winda kirin. Li dinyayê her kes wisa dike. Lê ew wê nakin, zêdetir şer, zulum, girtin, kuştin û heqaretê dikin. Ev jî diyar dike ku hêvî bi wan nabe. Hemû axaftinên wan xapandinin. Derbe lêdan e. Divê kes bi axaftinên wan bawer neke û tevger neke. Yê çawa xwe ji wan xilas bike? Wê esas wergire. Ew jî bi têkoşînê dibe. Bêtêkoşîn mirov nikare xwe xilas bike. Mirov nikare xwe ji mirinê der bixe. Mirov nikare azadî, demokrasî, nirx, çand, ziman û nasnameya xwe bijî. Bo wê hemû gelê me him demokratên Tirkiyê re eleqatê xwe xurt bike, him jî li dijî vê faşîzmê bisekine. Wê demê ew ê zûtir têk biçin, berdelên me wê kêmtir bibin. Gelê kurd û Tirkiye jî wê bi ser bikevin. Wê bi Rojhilata Navîn jî bi ser bikeve. Li ser van esasan ez careke din, cejna Rêber Apo, gerîlla, hevalên zindanan, gelên me tevahî pîroz dikim. Silav û hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim, serkeftinê dixwazim. Dibêjim, bêyî serkeftinê ti rê ji bo me nîn e. Serkeftin, serkeftin, serkeftin!” BEHDÎNAN

Dikarî Biecibînî