Jina ducanî ya di bin çavan de hat girtin

 

Her sê kesên ku beriya çend rojan li navçeya Rezanê hatibûn binçavkirin, li dadgehê bi angaşta “endamê rêxistinê” û “piştgiriya rêxistinê” hatin girtin

Di 9’ê tebaxê de li navçeya Rezan a Amedê polîsan bi ser malekê de girtibûn. Polisan di vê serdegirtinê de deriyê malê şikandibûn, li malê bi kûçikan lêgerîn pêk anîbûn û Rabîa Akgun a ducaniya 4 mehan, hevjînê wê Mehmet Emîn Akgun û mêvaneke li mala wan kiribûn binçavan. Her sê kesên ku bi derbkirinê hatibûn binçavkirin bi hinceta “endamê rêxistinê” û “piştgiriya rêxistinê” derbarê Rabîa Akgun a ducanî, hevjînê wê Mehmet Emîn Akgun û jina mêvana wan de biryara girtinê da.  AMED

Dikarî Biecibînî