Îşkenceya li girtîgehên Osmaniye û Xarpetê zêde bûye

Rêveberên ÎHD’ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê bi girtiyên rastî îşkence û muameleya xerab hatin re hevdîtin kirin, têkildarî mijarê rapor amade kirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, îşkenceya ku li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li girtiyan tê kirin, bir rojeva Meclisê

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê, piştî li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê girtiyên rastî îşkence û muameleya xerab hatine ziyaret kirin rapor amade kirin. Endamên komîsyonê piştî hevdîtin kirin rapor amade kirin û bi raya giştî re parve kirin. Komîsyonê diyar kirin ku li ser daxwaza malbatên girtiyan çûne li Girtîgehê lêkolîn kirine û rapor amade kirine. Endamên komîsyonê diyar kirin ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku pêkaninên li dijî mafên mirovan qebûl nekirine rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Endamêm komîsyonê anîn ziman ku girtî nikarin ji mafên xwe yên zagonî sûdê bigirin û mafê wan ê zagonî rojname, kovar, pirtûkan nadin wan.

Endamên komîsyona ÎHD’ê di raporê de destnîşan kirin ku mafê girtiyên nexweş ên dermankirinê tê astengkirin û wiha cih dan raporê: “Ji xeynî hefteyê saetek mafê sporê hemû mafê wan ê çandî û civakî ji destê wan hatiye girtin. Ser kawîşên wan bi torên têlînî hatine girtin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Zorê li girtiyan dikin ku bi kelepçeyê muayene bikin. Rojnameyan nadin girtiyan. Dozgerê girtîgehê li ser vê îhlalê nasekine. Dîsa têkildarî binpêkirinan nakeve nava hewldanan. Rêveberiya girtîgehê zorê li girtiyan dike ku li ser piyan hêjmarê bidin. Yên vê yekê qebûl nakin jî li wan didin û îşkenceyê li wan dikin. Rojnameyên Evrensel û Yenî Yaşamê yên rojane nadin girtiyan. Rojên ku bûyer pêk tên bi 40 gardiyanan bi ser odeyan de digirin. Ev jî nîşan dide ku idare bi awayekî keyfî hewl dide provonan pêş bixe. Divê bi lez çareserî ji vê yekê re bê dîtin. Divê gotinên girtiyan esas bê girtin û li gorî wê Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan gavên çareseriyê bavêjin. Di 8’ê tebaxa 2019’an de li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê, girtî rastî lêdanê hatine. Delîlên şênber hene. Divê raporên tibî bên girtin û têkildarî van binpêkirina mafên mirovan lêkolîn û lêpirsîn bê destpêkirin. Li tevahiya Tirkiye binpêkirina mafan zêde yebûye û divê ji bo hemû binpêkirinên mafan ku li girtîgehên Tirkiye zêde bûye lêkolîn û lêpirsîn bê destpêkirin.”

‘Ez bi lêdana wan ketim xwar’

ÎHD’ê cih da îfadeyên girtiyên li Girtîgeha Osmaniyê Sabri Kaya û Kaya wiha got: “Ez li Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê li Kawîşa A6’an girtî me. Nêzî 10 salin girtî me. Nêzî salek e hatime vê girtîgehê. Heta niha min 2 caran emeliyata dil derbas kiriye. Ez niha nexweşê giran ê dil im. Tansiyona min a pir bilind heye. Ez rojê 12 cudreyên îlacan dixwim. Ji roja ez hatime vê girtîgehê heta niha pirsgirêk xelas nabin. Nameyê em diçîn an naçin an jî nameyan nadin me. Nameyên em dişînin saziyan bê bersîv dimînin. Daxwaznameyên me tên astengkirin. Rojnameyên Evrensel û Yenî Yaşamê nadin me. Hemû mafê me yê civakî û çandî ji destê me hatine girtin. Tenê hefteyê saetekê em derdikevin sporê. Em nikarin biçin pirtûkxankeyê. Malbat tenê dikarin 30-40 deqîqeyî hevdîtina vekirî bikin. Odeya em lê dimînin cihê 3 kesan e. Lê 9 ranze danîne. Em 10 kes dimînin. Di 08.08.2019’an de Midûrê 1.2. û 3’emîn ên girtîgehê û nêzî 40 gardiyan bi ser odeyê de girtin. Xwestin em li ser piyan jimartinê bidin. Me ev yek qebûl nekir. Ji ber vê yekê êrîşî me kirin. Gardiyan ketin kawîşê û hemû derb kirin. Li erdê li girtiyan xistin. Ez ji kawîşê derxistim û li hewlê bi pêhnan li min dan. Ez bi lêdana wan ketim xwar. Piştre bi kamera û cilên robocop ketin odeyê û dîsa xwestin em li ser piyan jimarê bidin wan. Lê dîsa me qebûl nekir û em tev kişandin kamerayê. Dîsa em tehdît kirin. Em niha nizanin wê çi bibe. Gefan li me dixwin.”

Doktor muayîne nake

Girtî Akar Îkbal jî anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê li odeya A17’an dimîne û wiha got: “Nêzî 3 salin li vir im. Ez welatiyê Iraqê me. Di bûyerên Nisêbînê de ez ji milê xwe yê çepê birîndar bûm. Gule li milê min ketiye û zerar daye sînga min. Piştî bûyerê ez hatim girtin û ez şandim Girtdîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Osmaniyeyê. Ez gelek caran birim nexweşxaneya Osmaniyeyê. Lê her carê doktorê ku ez muayine kirim qet bi min re neaxivî. Ez emeliyat nekirim. Ez nizanim çima ez emeliyat nekirim. Dema min muayine dikin kelepçeyê dixin destê min. Doktorên girtîgehê wekî mirovan nêzî me nabin. Niha li kawîşa min kalê 75 salî Hakki Erdogan heye. Nexweşê giran ê dil e. Di 8’ê Tebaxê de bi ser kawîşê de girtin û li Mikail Gulmez, Mehmet Emin Dal û Veysi Baltaş îşkence kirin.”

Veysi  Baltaş, Mehmet İpek, Îbrahim Sutçu, M. Şirin Arat, Mehmet Faruk Engin û Îbrahim Halil Karataş jî bal kişandin ser binpêkirina mafan û diyar kirin ku zext û tundiya rêveberiya girtîgehê li ser wan zêde bûye û mafê wan tên binpêkirin.

Pêkanînên Girtîgeha Xarpêtê careke din ketin rojeva Meclisê

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel jî îşkenceya ku li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li girtiyan tê kirin, bir rojeva Meclisê. Guzel têkildarî rewşa girtî Medenî Kiye ku ji ber îşkenceya lê hatiye kirin, lal bûye û girtî Mûsa Adsiz ku li dijî Îşkenceya lê tê kirin, ji 29’ê tîrmehê ve ketiye rojiya mirinê de ne ye, pêşnûmepirs amade kir û pêşkêjî Serokatiya Meclisê kir. Guzel di pêşnûmepirsa xwe de rewşa Kiye û Adsiz ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.

Midurê girtîgehê li betlaneyê ye

Guzel di pêşnûmepirsa xwe de daxuyaniya Baroya Amedê ya 9’ê Tebaxê ya têkildarî çavdêriyên wê yên li Girtîgehê jî bi bîr xist û diyar kir ku li gorî vê daxuyaniyê yekemîn midurê girtîgehê li betlaneyê ye û yekemîn midurê girtîgehê jî serlêdana baroya ya ji bo hevdîtinê qebûl nekiriye. Guzel têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîr Gul kir;

* Wezareta we ji bûyerên îşkenceyê yên li Girtîgeha Xarpêtê agahdar e?

*Agahiya we ji lalbûna girtî Medenî Kiye ya ji ber îşkenceya lê hatiye kirin heye? Derbarê berpirsyaran de tu lêpirsîn hatiye destpêkirin?

*Girtîgeha Xarpêtê herî dawî kîngê hatiye venêrînkirin? Di encamên venêrînê de agahiyên têkildarî îşkenceyê û binpêkirina mafan cih digirin?

*Ji bo ku pêşî li pêkanînên li Girtîgeha Xarpêtê bê girtin bergirî û xebatên ji bo başkirina şertên girtîgehê hatine kirin?

*Têkildarî kesên berpirsyarên bûyerên Girtîgeha Xarpêtê tu lêpirsîn hatine destpêkirin?

*Ji bo pêşîgirtina nêzikbûnên neheq û binpêkirinên ku li Girtîgeha Xarpêtê pêk hatine, hûn ê kîngê gav bavêjin? OSMANIYE / XARPET

 

Dikarî Biecibînî