Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

 

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo biçim Îmraliyê û bi miwekîlê xwe re hevditin bikin dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn. STENBOL

Dikarî Biecibînî