‘Êrîşa li ser cenazeyan êrîşa li ser bîra kurda ye’

 

Cîgirê Hevserokatiya HDP’ê Azad Bariş bilêv kir ku hîn jî 265 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin radestî malbatan nehatine kirin û got ku di asasê xwe de ev êrîşeke ku li ser bîra kurdan tê kirin

Li gundê Oleka Jor ê navçeya Tetwan a Bedlîsê, di 19’ê Kanûna 2017’an de 267 cenaze ji Goristana Xerzanê hatibûn derxistin. Ji van cenazeyan hîn jî kes nizane aqûbeta 265 cenazeyan çi ye. Tê gotin cenazeyên hatine derxistin birine Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Cîgirê Hevserokatiya HDP’ê Azad Bariş ji MA’yê re axivî û destnîşan kir ku ya tê kirin êrîşeke ku li ser bîra kurdan tê kirin.

Bariş bilêv kir ku rêz û hurmeta ji ji bo cenaze û miriyan biq asî dîroka mirovahiyê kevn e. Bariş anî ziman ku dîrokzanên berê di ser çanda veşartina miriyan re medeniyetê dinirxandin. Bariş wiha got: “Ger rêz û hurmet ji bo miriyan tune be, ew civak ne emdenî ye. Îjar tersa vê tê wateya babartiyê. Ev der ne dewletek e, colê barbara ye. Çimkî rêz û hurmeta wan ji bo mirî û cenazeyan tune ye. Ev yek ji hêla teknîka hiqûqê ve jî nayê ravekirin. Li vira hiqûqa dijminatiyê tune ye. Ev yek ji hiqûqa dijminatiyê jî wêdetir e. Li vira problemeke der barê qanûna ehlaqê de heye. Yanî bêehlaqîtî ye. Çimkî mirî kî dibe bila bibe muteber e. Hêleke qutsî ya mirî heye. Her kes dixwae şîna miriyê xwe bigire û ji bo neyê jibîrkirin tim bi bîr bîne. Heta goreke miriyan hebe mirov wan bi bîr tîne.”

‘Êrîşa li hemberî vîna gelê kurd’

Bariş destnîşan kir ku ev hewldana dewletê ew e ku kurd miriyên xwe jî bi bîr neynin û ev yek êrîşeke ku li hemberî kurdan û bîra kurdan tê kirin. Bariş bilêv kir ku li vî welatî 40 sal in şerek heye û wiha got: “Di vî şerî de gelek eks mirin. Yanî êş dikeve her malê. Lê gava kesek bimire hûn nikarin wî/ê kesê wekî etrorîst îlan bikin. Mirî mirî ye û divê rêz û hurmet hebe. Hûn mecbûr in, bi rêzgirî nêzî gora wan bibin. Êrîşên li hemberî goristana û miriyan taktîkeke ku ji şerê taybet jî wêdetir e. Di tu dînî û di tu qanûneke ehlaqî de heqaret ji bo miriyan tune ye. Gava em li şerên li dîrokê dinerin, sirf ji bo mirî bên veşartin navber dane şer. Piştî mirî hatine veşartin şer dîsa dest pê kiriye. Dewlet bi vî awayî dixwaze wan mirovan bide jîbîrkirin. Lê yek ji wan jî nayê jibîrkirin. Loma gora me bi qasî dîroka me pîroz e. Em ê xwedî li wan derkevin.”

‘Tekane rê aştî ye’

Bariş diyar kir ku berpirsiyarê zarokên malbatên li ber avahiya HDP’ê rûniştine û berpirsiyarê zarokên ku ji goran hatine derxistin û revandin dewlet e û wiha got: “Ger dewlet nebarbar bûna wê rê li ber mirinê û çûyîna çiyê bigirtana. Ji bo vê jî rêyeke pir hêsan heye. Ger aştî pêk bê wê tu dayik negirî. Em HDP tu carî zarokên kesî naşîne cihekî. Rêyên me yên ji bo demokarsiyê hene û em ji bo demokrasiyê gazî her kesî dikin. Loma em bi awayeî ecêb li malbatên li wir nanêrin. Dibe ku dewlet biw an malbatan bilîze lê em bi êşa wan dizanin. Zarokên wan zarokên me ne jî. Em jî wan zarokan dixwazin. Ew zarok di mesûliyeta dewletê û ebrpirsiyariya dewletê de ne.”

‘Divê kesên aştîxwaz bên cem hev’

Bariş destnîşan kir ku divê kesên aştîxwaz bên cem hev û ev tişt got: “Em dayikên ku cenazeyên zarokên wan ji gorê hatine derxistin û dayikên ku doza zarokên xwe dikin bînin cem hev du. Her wiha em Dayikên Şemiyê û dayikên polîs-leşkeran jî bînin cem hev du. Ger dewlet samîmî be bila vê rêyê vebike. Hûn radibin li Galatasarayê, li nêv Stenbolê bi gaz û jopan êrîşî Dayilkên Şemiyê dikin ku ev dayik 40 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin. Paşê jî hûn ê rabin û çend malbatên kurd ên mexdûr bînin ber avahiya HDP’ê û bêjin ‘zarokên me bînin.’ Ev bêsamîmîyetbûn e.”

Herî dawî Bariş gazî malbatan kir û ev tiş anî ziman: “Werin em bi hev re li van zarokan bigerin. Cihê hûn lê digerin ne ber deriyê HDP’ê ye, deriyê dewletê ye. Em biçin ber deriyê dewletê. Em biçin cem Wezîrê Karên Navxweyî. Berpirsiyar ew e. Êecbûr e hesabê vê berpirisyariyê bide. Ê ku di dest wî de polîs û MÎT heye Wezîrê Karên Navxweyî ye. Divê ew zanibe ka ev zarok çûne kuderê.” STENBOL

 

Dikarî Biecibînî