Malbat hestiyên zarokên xwe dixwazin

Malbatan doza cenazeyê zarokên xwe yên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin kirin û xwestin ev zilma bi dawî bibe. Parêzer Serhat Çakmak ku dosyeyê dişopîne, bilêv kir ku ji bo sûcê hatiye kirin ew ê serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a NY’yê bidin

Di 17’ê Kanûna 2017’an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê ji Goristana Xerzanê 267 cenaze hatin derxistin. Ji cenazeyên birin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê heta niha tenê 2 cenaze radestî malbatan hatine kirin. Malbatan doza cezaneyên zarokên xwe kirin û her wiha parêzerên malbatan jî ji bo vê yekê wê serî li Komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên yekbûyî (NY) bidin.

‘Hestiyên zarokên me nadin me’

Ji cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin, yek jê jî yê Behzat Yildirim e. Dayika wî Belkîze Yildirim hestiyê zarokê xwe xwest û wiha got: “Kurê min ji ber zilma li gelê kurd dihat kirin tev li PKK’ê bû. Li Kobaniyê di êrîşeke DAIŞ’ê de şehît bû. Paşê me cenazeyê wî li Goristana Xerzanê veşart. Di sala 2017’an de jî goristan hat rûxandin û hestiyên zarokên me birin stenbolê. 2 sal in hestiyên zarokên me nadin me. Em hestiyên zarokên xwe dixwazin.”

Bavê Nazim Tok ê cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hat derxistin Kazim Tok jî bilêv kir ku tam 25 salan li cenazeyê kurê xwe geriyaye û piştî cenaze dîtiye li Goristana Xerzanê veşartiye. Tok wiha got: “Di sala 2017’an de bi kemçeyan goristan texrîb kirin û hestiyên zarokên me derxistin. Li gorî ji me re hat gotin hestiyên zarokên me anîne Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Lê em nizanin ev yek çi qas rast e.”

‘2 sal in tiştek negotine’

Tok bilêv kir ku par ji bo testa DNA’yê çûye Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û xwîn daye lê belê ji wê rojê heta niha tu tiştek ji wan re nehatiye gotin. Tok ev tişt anî ziman: “Em çûn dozgeriyê, ji me re got ‘hûn doza çi dikin?’ Me jî got ‘Em hestiyên zarokên xwe yên we ew ji gorê derxistin dixwazin. Me xwîn jî daye lê belê tiştek ji me re nayê gotin.’ Bila êdî bi çavê dijmina li gelê kurd nenêrin. Êdî wexta aştiyê ye. Ev kar bi mirinê hel nabe. Hestiyên zarokên me bidin. Qet nebe di cejnan de da em karibin biçin ser gorên wan.”

‘Hestiyên zarokên me bidin’

Xwişka Abdûlhamît Doner ku cenazeyê wî ji Goristana Xerzanê hatd erxistin Rawşan Doner jî ev tişt got: “Birayê min ji ber dewletê çû çiyê. Çimkî gava di sala 1993’yan de hat binçavkirin pir îşkence lê hatibû kirin. Piştî ji hat berdan tev li PKK’ê bû. Du salan li çiyê ma û şehîd bû. Heta sala 2004’an jî me nizanibû cenazeyê wî li kuderê ye. Paşê em pê hesiyan ku cenazeyên kesên piştî 2004’an şehîd ketine li vê goristanê hatine veşartin. Wê çaxê haya me jê çê bû ku cenazeyê birayê min li Goristana Xerzanê ye. Di sala 2017’an de goristan rûxandin û cenaze derxistin.”

Doner anî ziman ku ji bo cenazeyê xwe wergirin wan serî li gelek sazî û dezgehênd ewletê dane û wiha got: “Hz. Muhammed bi xwe jî gava cenazeyê kesekî ne ji dînê wî dibirin radibû ser piya. Em dixwazin ev zilma li me tê kirin bi dawî bibe. Em dixwazin goreke wan hebe da em roja cejnan biçin ser.”

Parêzer Serhat Çakmak ku dosyeyê dişopîne, bilêv kir ku gava ew diçin dozgeriyê an jî Saziya Tiba Edlî, muxatabekî nabînin. Çakmak, ji bo daxuyaniya Walîtiya Bedlîsê ya derbarê Goristana Xerzanê de ku gotibû “Cihê goristan lê ye mêrg e. Loma me ew goristan ji wir rakir” wiha got: “Li gorî şêniyên li nêzî goristanê ji me re gotin, berê jî ev der goristan bûye û di arşîvên osmaniyan de jî ev der goristan dixuyê û li wir gorên mirovên sivîl jî hebûne.”

Dê serî li NY’yê bidin

Çakmak destnîşan kir ku ger cenazeyan negirin dê serî li cihên eleqedar bidin û wiha got: “Tiştên hatine kirin sûc in. Ji bo vê em ê serî li komîsertiya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) bidin. Ji bo vê berê me gilî kiribû. Ger gilîkirina me encam bigire pêşî em ê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn A(YM) bidin, eger tiştek ji vir dernekev em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.” STENBOL

 

Dikarî Biecibînî