Girtiyê nexweş ê 80 salî nayê berdan

 

Keça girtiyê Nexweş ê 80 salî Siddik Guler, Ayşe Guler diyar kir ku bavê wê ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bi tenê bijî û wî nabin nexweşxaneyê. Guler destnîşan kir ku şerwel û kumê bavê wê nadin wî û xwest girtiyên nexweş tev bên berdan. Guler bilêv kir ku heta niha 10 caran sirgûn bûye û gelek mafên wan binpê dikin

Girtiyê 80 salî Siddik Guler ku 20 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê dimîne, bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên jiyanî bibîne. Guler, di sibata 1994’an de bi sûcdariya “Yekitiya dewletê xirekir” hat girtin. Piştî guhertina qanûnan a di sala 2004’an de hat bêrdan. Ji heman sucî di sala 2009’an de dîsa hat girtin û hêj girtî ye. Guler, di 20 salên girtîgehê de 10 caran sirgûn bû. Parêzera Guler, bi sedema Guler li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewlêtê hatiye darizandin û cezakirin serî li dadgehê da û xwest ji nûve bê darizandin û berdan. Lê parêzer hêj bersîv negirtiye. Malbatê jî ji bo binpêkirinên mafan serî li Şaxên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) ên Amedê dan.

Keça Siddik Guler Ayşe Guler diyar kir ku çend sal berê bav û birayê wê di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de bûn û wiha got: “Bavê min nikarîbû li xwe binêre. Birayê min ji bo lê binêre hatibû cem wî. Nêzî du salan bi hev re man û her yek şandin cihekî. Birayê min sirgûnî Girtigeha Kandira ya Kocaeliyê kirin. Bavê min jî sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê kirin. Birayê min 8 sal in li Girtîgeha Kandirayê ye. Bavê min piştî Amedê, ji Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê sirgûnî Tîpa H a Dîlokê kirin. 5 mehan li wir ma. Ji wir sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûn kirin. Bi temenê kal sirgûnî Yozgat, Aydin, Sêrt, Midyat, Amed, Dîlok û herî dawî Îskenderûnê kirin.”

‘Bila li nexweşxaneyê derman bikin’

Guler destnîşan kir ku bavê wê bi tenê nikare bijî û wiha axivî: “Em di cejnê de çûn ziyareta wî. Bi kursiya bi teker anîn cem me. Dema me bavê xwe bi wî halî dît em matmayî man. Wî nabin nexweşxaneyê. Tenê dibin revîrê. Baş tedawî nakin. Divê wî bibin nexweşxaneyê lê nabin. Bi bavê min re nexweşiyên tansiyona bilind, nexweşiya dil û romatîzma heye. Carekê li derve, carekê jî li girtîgehê anjiy bû. Ba di canê wî de heye. Dibêje ‘ez nikarim rakevim, canê min dişewite’. Êşek bi şewat di bedena wî de heye. Li Dîlokê carekê birin nexweşxaneyê. Bijîşkan got ‘masurên wî îltîhap girtine.’ Li Girtîgeha Îskenderûn nem heye ji ber nemê bandorê zêdetir lê dike.”

‘Kumê wî nedan wî’

Guler, bal kişand ser binpêkirinên mafan û wiha lê zêde kir: “Hejmara serpiyan li wan ferz dikin. Rojname û pirtûkan nadin wan. Radyoyên wan jî tune ye. Avê bi sînor didin wan. Bi lîtreyan an jî bi saetan didin wan. Dema bavê min birin Girtîgeha Îskenderûnê, me şerwel û kumê wî jêre şand lê nedan wî. Bi ser odeyên wan de digirin. Zextan li ciwanan dikin. Dema em di cejnê de çûn ziyaretê, dayika ciwanekî digiriya. Zêde zorê li wan dikin. Bavê min got ‘Ez kal im lê rêza wan ji min re tune. Me li ser piyan didin jimartin.’ Di tecrîdê de dijîn.”

‘Hevalên wî yên odeyê xizmeta wî dikin’

Guler, bibîr xist ku herî dawî di 4’ê Îlonê de xwişk, dotman û pismamê wê çûn hevdîtinê û wiha domand: “Bavî min di ziyaretê de gotibû ‘Hêj ez nebirime nexweşxaneyê.’ Hevalên wî yên odeyê xizmeta wî dikin. Tenê carekê birin revîrê derzî lê xistin, lê ev ne çare ye. Bavê min xwestibû wî bibin nexweşxaneyê lê rayedaran qebûl nekiribûn. Li gelek girtîgehan binpêkirn heye. Lê li Îskenderûnê zêdetir e. Bavê min got ‘Ez li ewqas girtîgehan geriyam lê min wekî vê zor û zehmet nedît. Edalet, heq, hiqûq, qanûn tune ye.’ Herî dawî em çûn ziyaretê, tîşortekî nivîsa îngîlîzî ser hebû. Xwestin ez tîşort berovajî li xwe bikim. Min ji neçarî wekî wan kir. Ev li dijî mirovahiyê ye.”

‘Bi sedan girtiyên nexweş hene’

Guler herî dawî, bang li her kesî kir û got: “Em edaletê dixwazin. Em dixwazin bavê min bê berdan. Lê heviya min ji kanûnên wan tune. Bi sedan girtiyên wek bavê min nexweş hene. Nikarin bi tenê bijîn. Em dixwazim hemû girtiyên nexweş bên berdan.” AMED

Dikarî Biecibînî