Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê vê sibehê polîsan dewleta tirk bi ser gelek malan de girtin û 7 kes binçav kirin

Polîsên tirk li Îzmîrê û navçeyên wê vê sibehê bi ser gelak malan de girtin.

Polîsên tirk di serdegirtina malan de 7 kes bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” binçav kirin. Polîsan dema ku bi ser malan de girtin, dest danîn ser telefon, kompîtirên û pirtûkên şexsî.

Navên çar kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Emîne Kutal, Yasîn  Ateş, Şekeft Taşdemîr û Ugraş Bîlgen.” ÎZMÎR

Dikarî Biecibînî