‘Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema û dengê êdî bes e olan dide’

Di ser qetilkirina ronakbîr û nivîskarê kurd Apê Mûsa de 27 sal derbas bûn. Doza têkildarî qetilkirina Apê Mûsa li Enqereyê didome û ber bi bihûrîna demê ve diçe. Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan got ku pênûsa Apê Mûsa li erdê nemaye. Berdevkê ÎRA’yê Hakki Boltan jî got ku dengê “Êdî bes e” yê Apê Mûsa hêj olan dide

Ronakbîr, rojnameger û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) 27 sal berê di 20’ê Îlona 1992’an de ku ji bo Mihrîcana Çand û Hunerê ya Amedê hatibû bajêr li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê ûnsûrên JÎTEM’ê ve hat qetilkirin. Tevî ku 27 sal di ser kuştinê de derbas bû jî lê heta îro li gel navê kujer û yên wan erkdar kirin jî tê zanîn lê nehatin girtin.

Jiyana Apê Mûsa di girtîgehan de û li sirgûnê derbas dibe. Apê Mûsa di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve hat dinyayê. Di sala 1944’an de bi Ayşe Hale re dizewice û perwerdehiya xwe ya li Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê nîvco dihêle.

Dest bi rojnamegeriyê kir

Piştî ji zanîngehê veqetiya li rojnameyên Şark Postasi û Dîcle Kaynagi dest bi nivîsandinê kir û di rojnameya Îlerî Yurt de ji ber helbesta kurdî “Qimil” nivîsand di sala 1959’an de hat girtin û bi cezayê darvekirinê hat darizandin. Apê Mûsa piştî darbeya 1960’î tê berdan û di rojnameyên Deng, Bariş Dunyasi û Yon de nivîsandinê dewam kir. Apê Mûsa di destpêka salên 1990’î de li rojnameyên Dîcle-Firat, Azadiya Welat, Yenî Ulke, Ozgur Gundem û kovarên Rewşen û Tewlo de nivîs lê kirin. Bi vê yekê re 7 pirtûk û ferhenga kurdî-tirkî weşand.

11 sal di zindanê de ma

Apê Mûsa di Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) de dest bi siyaseta aktif dike û di hilbijartina 1965’an de li Mêrdînê dibe namzet. Lê di demek kin de ji ber guhertina namzetiyê bi awayek serbixwe dikeve hilbijartinê. Apê Mûsa di 12’ê adara 1971’an de tê girtin û 3 sal di Girtîgeha Leşkerî ya Seyrantepeyê de dimîne. Apê Mûsa di darbeya 12’ê Îlona 1980’yî de bi îdiaya “Propaganda Kurdîtiyê kiriye” tê girtin û wî diavêjin Girtîgeha Nisêbînê û piştî salekê tê berdan. Apê Mûsa seranserî jiyana xwe bi giştî 11 sal di zindanê de dimîne.

Tetikkêşê JÎTEM’ê cînayet vegot

Apê Mûsa di 20’ê Îlona 1992’an de ji bo beşdarî Mihrîcana Çand û Hunerê bibe tê Amedê û li semta Seyrantepeya Amedê ji aliyê ûnsûrên JÎTEM’ê ve li nava kolanê tê qetilkirin. Têkildarî qetilkirinê doz hatiye vekirin û heta îro jî tu pêşketin di dosyeyê de çênebûye. Tetikkêşê JÎTEM’ê Abdulkadîr Aygan di sala 2004’an de li xwe mikur hat û da zanîn ku kuştina Apê Mûsa JÎTEM’ê plan kiriye. Aydan anî ziman ku ji kuştina Apê Mûsa avakarê JÎTEM’ê serdarê leşkerî Ahmet Cem Ersever, Mahmut Yildirim (Yeşîl), ûnsûrên JÎTEM’ê Mustafa Denîz, Savaş Gevrekçî, Alî Ozansoy, îtîrafkar Cemîl Işık (Hogir) û Hamît Yildirim berpirs in.

Tirkiye hat mehkûmkirin

Malbata Apê Mûsa ji dadgeha Tirkiyeyê tu encam negirt û doza qetilkirinê di sala 2000’î de veguhest Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û serlêdan kir. Dadgehê piştî qebûlkirina serlêdanê di sala 2005’an de xwest alîyan li hev bîne û 15 hezar Euro pêşniyarî mablatê kir. Malbatê li şûna tazmînata madî xwest biryara binpêkirinê derxe û pêşniyara DMME’yê red kir. DMME’yê di 19’ê kanûna 2006’an de ji bo mafê jiyana Apê Mûsa hatiye binpêkirin û derbarê cînayetê de lêpirsînek têrkirî nehatiye birêvebirin bi hênceta “mafê bandor ê serlêdanê ji destê malbatê hatiye girtin” Tirkiyeyê mehkûmî 28 hezar û 500 Euro kir.

Di 2013’an de doz hat vekirin

Cînayet demek dirêj “faîlê nediyar” ma û pişt re di 29’ê hezîrana 2012’an de tetikkêşê qatil Hamît Yildirim li Şirnexê hat girtin. Piştî kûjer hat girtin doz ji nûve vebû û di 5’ê tîrmeha 2013’an de îdianameya dozê ji aliyê 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Bi doza JÎTEM’ê re kirin yek

Doza Apê Mûsa di kanûna 2014’an de bi Doza Sereke ya JÎTEM’ê re kirin yek û doz di 16’ê çileya 2015’an de bi îdiaya “ewlehiyê” neqlî 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin. Dadgeha Enqereyê îtîrazî biryara dosyeyê kirine yek kir. Lê Dadgeha Bilind îtîrazê nirxand û bi biryara di 29’ê çileya 2016’an de teqez kir ku her du doz dê bibin yek. Her du dozên kirin yek li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê dîtin û didome.

Doz dê di 14’ê mijdarê de bê dîtin

Di dozê de li gel îfadeyên şahid û delîl jî hene bersûcê girtî Hamît Yildirim hat berdan. Cem Ersever û Mustafa Denîz ên navê wan di cînayetê de derbas dibe hatin kuştin û Abdulkadîr Aygan ê îtîrafkar jî li Swêdê dijî. Aqûbeta Yeşîl nayê zanîn. Di danişîna 11’ê tîrmeha 2018’an de hat dîtin Serokê Daîreya Îtîxbaratê yê berê Îsmaîl Hakki Pekîn li xwe mikûr hat û got Yeşîl ê kujer dijî û biryar hat dayîn were guhdarkirin û doz taloqî 14’ê mijdarê hatiye kirin. Doza cînayetê ya bêcezakirinê wiha dewam bike dê doz rastî bihûrina demê were.

‘Pênûsa wî li erdê nema’

Hevserokê PEN’a Kurd Samî Tan behsa têkoşîn û rewşenbîriya Apê Mûsa kir û diyar kir ku piştî Apê Mûsa hat kuştin li rojnameya Welat dest bi xebatê kiriye û piştî kuştinê nivîskarên kurd kuncikê nivîsê yê Apê Mûsa tije kirin. Tan da zanîn ku Apê Mûsa yek ji avakarê Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê bû û wiha got: “Ji roja hat kuştin şûn ve ked û têkoşîna wî vala nehat hiştin. Enstîtû heta roja hat girtin jî keda û têkoşîna Apê Mûsa li wir dewam dikir û îro her çiqas sazî hatibe girtin dîsa jî didome. Pênûsa Apê Mûsa li erdê nema. Mîrasê Apê Mûsa didome.”

‘Xebat gihîşt milyonan’

Tan diyar kir ku hêzên tarî yên wê serdemê dixwestin bi kuştina Apê Mûsa bikevin pêşiya vê têkoşînê û peşkê lê bixin û wiha got: “Apê Mûsa dema Huseyîn Denîz hat qetilkirin got ‘Ez pênûsa te radikim û nivîsandinê dewam dikim.’ Ev gotina Apê Mûsa gelek girîng bû. Pişt re Apê Mûsa hat qetilkirin û şagirt û generalê wî nehiştin pênûsa wî li erdê bimîne. Ev xebat bi pênûsên wê demê heta îro dewam dike. Bêguman ev xebat hem di qada çapemeniya kurd de û hem jî di qada rewşenbîriya kurdî dewam kir. Ew xebat gûr û geş bû û gihîşt bi milyonan.”

‘Di nav şertê giran de têkoşiya’

Tan, gotinên Apê Mûsa yên ji bo dayîna têkoşînê bibîr xist û wiha dewam kir: “Di nava şert û mercên giran de dest bi xebata ziman û çapemeniya kurd kir. Ew xebat gelek bi hêz bû û bingeha wê xûrt hat amadekirin. Bi rojnameyek heftane ya kurdî dest pê kir lê îro bi dehan sazî û dezgehên medyaya kurdî hene. Ev sazî li hemû Kurdistan û Ewrûpayê belav bûn. Ev xebat bûn wesîleya destkeftî, statû û hişmendiya gelê kurd.”

‘Bi dehan şagirtên wî dinivîsînin’

Tan, bal kişand ser kuştina Apê Mûsa ya wê serdema tarî û wiha got: “Wê demê şerek germ hebû û pêvajoyek tarî bû. Li dijî komkujî û şer serhildanên mezin hebûn. Heke îro bi milyonan kes li qadên Newrozê kom dibin ne jiber xwe ve kom dibe. Em ji ber xatirê wan rojan îro bi milyonan in. Tevî wan komkujiyên giran jî rojnameger û çapemeniya azad dest ji xebatên medya kurdî berneda. Îro bi dehan rojnamegerên kurd pênûsa Apê Mûsa hilgirtine û dinivîsînin.”

‘Rewşenbîrek pir alî bû’

Tan da zanîn ku Apê Mûsa rewşenbîrek pir alî bû û wiha got: “Tenê ne bi xebat û têkoşîna xwe bi aliyên xwe henekan jî pirr tê zanîn. Kesayetiyek wî pirr henekan dikir hebû. Di roja me de jî ew henekên wî tên bikaranîn. Nivîsên wî gelek girîng bûn. Mirova dikaribû ji her nivîsek wî dersek derbixista. Civak bi kêfek mezin nivîsên wî dixwendin. Bi taybetî ciwanên kurd li benda nivîsên wî heftane bûn. Di heman demê de mirov dikare bêje ku Apê Mûsa hiqûqnasek bû. Çimkî balê dikişand ser hemû neheqiya li ser gelê kurd. Rewşenbîrek xwedî helwest, zelal û bi biryar bû û ji bo me hemûyan bûye mînak.”

‘Ew deng her roj mezin dibe’

Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî anî ziman ku serdema Apê Mûsa xebata rojnamgeriyê dikir xebatek tarî bû û lê bi wêrekî gotinên xwe dikir û ew îro bûne şopdarê rêya Apê Mûsa û hevrêyên wî û bûne dengê çapemeniya azad. Boltan destnîşan kir ku hêj dengê “Êdî bes e” yê Apê Mûsa li her deverê olan dide û wiha got: “Ew deng her roj mezin bû. Tevî her roj kuştin li ser hevalê me bû jî lê ew deng heta îro didome. Her roj geş û gûr bû. Nûnerê sereke yê xebatê Apê Mûsa ye. Bêguman li hember wê sekn û dengî tirsiyan û xwestin bi kuştinê wî dengê qût bikin lê bi ser neketin. Piştî kuştinê ew deng û Apê Mûsa bêtir mezin bûn. Yên wî kuştin biçûk bûn û neçar man xwe veşêrin.”AMED

 

Dikarî Biecibînî