Polîsan li Stenbolê êrîşî çalakiya Nobeda Demokrasiyê kir

Li Stenbolê polîsan êrîşîçalakiya  ‘Nobeda Demokrasiyê’ kir. Di encama êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin

HDP’yiyan xwestin li Qada Komarê ya Bajêr a li Esenyûrt a Senbolê çalakiya ‘Nobeda Demokrasiyê’ li dar bixin. Polîsan qad dorpêç kir û diyar kirin ku walîtiyê meş û çalakî qedexe kiriye.

Piştî anonsa polîsan hewldanên wekîlan ên diyalogê domiya lê polîsan bi fîşekên plastîk û gaza îsotê êrîşî girseyê kir. Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin. STENBOL

Dikarî Biecibînî