Girtiyê nexweş Guler sewqî nexweşxaneyê hate kirin

Girtiyê nexweş Sidik Guler ê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa T ya Îskenderûnê dima û nedihat dermankirin, piştî demekî dirêj dermanên wî hatin dayîn û sewqî nexweşxaneyeke bi teşekul hate kirin

Girtiyê nexweş Sidik Guler (80) ku li Girtîgeha Tîpa T ya Îskenderûnê dimîne û dermankirina wî tê astengkirin. Hat zanîn ku rêveberiya girtîgehê îro dest bi dayîna dermanên wî yên dil kir û ji bo girtina raporê sewqî nexweşxaneyeke bi teşekul kirin.

Demek berê Guler bi rêya endamê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê parêzer Mehtap Sert agahî dabûn û wiha di got: “Di 26 salên xwe yên girtî de li 9 girtîgehan geriyam. Bi min re kurekî min jî girtî ye. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê min li Girtîgeha Dîlokê serî li ÎHD’ê da. Herî dawî sirgûnî Girtîgeha Îskenderûnê hatim kirin. Nexweşiyên min ên tansiyon, şekir û bayê hene. 2 caran anjiyo bûme. Nayêm dermankirin û min sewqî nexweşxaneyê nakin. Li dosya min dinêrin û nahêlin bêm dermankirin. Nikarim bi tenê jiyana xwe bidomînim. Ciwanên li qawîşê alîkariya min dikin.”

Parêzer Mehtap Sert îro careke din çû girtîgehê û bi miwekîlê xwe re hevdîtin kir. Sert têkildarî hevdîtinê wiha ev tişt anî ziman: “Weke komîsyona ÎHD’ê em cara duyemîn çûn girtîgehê û bi Sidik Guler re me hevdîtin kir. Bi saya serlêdana me û hêza çapameniyê, êdî dest bi dayîna dermanên dil ên Guler kirine. Weke tê zanîn dema ku Guler derdiket revîrê û derman dixwestin, merhema ku tu eleqeya xwe bi êşa wî re tunebû didanê. Personel di dema sewqkirinê de ji bijîşk re gotiye; ‘ev terorîst e.’ Guler niha sewqî nexweşxaneya dewletê ya bi teşekul hatiye kirin û rapora ku ‘Nikare li girtîgehê bimîne’ daye. Lê nexweşxaneyê hê rapor ji Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê re ranegihandiye.” HATAY

Dikarî Biecibînî