Balafirên şer gundê Zêwekê bombebaran kir

Balafirên şer ên tirk gundê Zêwekê yê Binarê Qendîlê bombebaran kir

Balafirên hêzên artêşa tirk saet derdora 16:00’an bombe li gundê Zêwekê yê Binarê Qendîlê barandin.

Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber êrîşê welatiyên herêmê malên xwe terikandine û şewat li deverê derketiye.

Balafirên şer duh jî saet di 21:30’an de gundên Zêwke, Aliyereş û Kunemaryan ên Binarê Qendîlê bombebaran kiribûn. QENDÎL

Dikarî Biecibînî