Kes dengê wan nabihîze

Bi ser qetilkirina Ceylan Onkol re 10 sal derbas bûn lê hê jî kujer derneketine holê. Kekê Ceylan Rifat Onkol got ku kesî dengê dayika wî nebihîstiye û ser bûyerê girtine

Di ser qetilkirina Ceylan Onkol (13) re 10 sal derbas bûn. Onkol, di 28’ê Îlona 2009’an de li mezra Xanbaz a girêdayî gundê Kanîspî yê navçeya Licê ya Amedê, dema ku sewalên xwe diçiran, bi guleyeke hewanê ji aliyê qereqolê ve hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da. Dayik Saliha Onkol ku laşê parçekirî yê keça xwe di pêştemala xwe de kom kiribû, hemû delîlên li cihê bûyerê dîtibû radestî Serdozgeriya Komarê ya Licê kiribû. Lê li gel vê yekê jî dozger, di sala 2014’an de biryara “lêgerîna daîmî” kir dosyaya lêpirsînê. Kekê Ceylan Rifat Onkol ku Ajansa Mezopotamyayê li cihê bûyerê pê re axivîn, diyar kir ku li gel ku hemû delîlan radestî dozgeriyê kirine jî ser bûyerê hatiye girtin.

Nûçegihanên ajansê bi minasebeta 10’emîn salvegera qetilkirina Ceylan Onkol çûn cihê buyerê çavdêriyên xwe wiha radigihînin: “Mezra Xanbazê ku piştî rêwitiyek dirêj em gihîştinê, ji çend malan pêk tê û dişibe zozanan. Dema ku em di nav darên ku ji bo êmê sewalan ê zivistanê hatine peşkandin de bir bi cihê ku Ceylan hatibû qetilkirin ve dimeşiyan, rastî kevirên ku bi wan tîpa C hatiye çêkirin hatin. Rifat Onkol cihê bûyerê bi destê xwe îşaret kir û wiha got: “Tam li vir hat qetilkirin. Ev goristan ji aliyê mirovên dilşewat, dayikên ku bûyerê dîtine û hîs kirine û zarokan ve hatiye çêkirin. Armanc bîranîn û jiyandina Ceylan e. Lewre ew kêlî ji bo me dîrok e û divê neyê jibîrkirin. Noqteya nîşandina wehşetê û bîrdarî ye.”

‘Wê roniyê vemirandin’

Onkol da zanîn ku heke Ceylan nehatine qetilkirinê wê ew roj ji bo dibistanê bibirina gundê Yayla yê Çewlikê û axaftina xwe wiha domand: “Ceylan tim nediçû ber sewalan, li dibistanê serkeftî bû û spasname û teqdîr dianîn. Destûr nedan ku Ceylan bijî. Çavên gelek bi bandor û ronî yên Ceylan hebûn. Wê roniyê vemiradin. Lê belê wê qetilkirin.”

‘Kesî dengê qêrîna dayika min nebihîst’

Onkol destnîşan kir ku piştî qetilkirina Ceylan dayika wî bi gelek nexweşiyên giran derbas kiriye û ketiye nav nivînan û ev tişt anî ziman: “Li cihekî vekirî, orta nava rojê lê dan. Li cihek dûr û bejahiyê lê nedan. Li cem malê lê dan. Kuştina Ceylan bê encam ma û ser girtin. Dema Ceylan hat qetilkirin, dayika min parçeyên laşê wê ji binî van darên meziyan berhev kir. Dayika min bi êşa xwe ya giran got, ‘Ji bo Xwedê Ceylana min çûye, bila hin Ceylanên din neçin û hin mirov, zarokên din neyên kuştin û xwîn nerijê.’ Dayika min bi van gotinan qêriya û bang li rayedarên vî welatî kir. Lê kesî dengê dayika min nebihîst û xwe ker kirin. Nêzikbûneke adîlane nîşan nedan, rastiyê dernexistin holê. Tenê ser bûyerê girtin. Lê dayika min ji vê êşê gelek bi bandor bû û niha di nav nivînan de ye.”

‘Em Ceylan ji bîr nakin’

Di berdewamê de Onkol anî ziman ku weke qetilkirina her zarokî êşa Ceylan teze ye û wiha pê de çû: “Heta ku li vî welatî pirsgirêk hebin, zarok, ciwan, mirov bên qetilkirin, em nikarin Ceylan ji bîr bikin. Li gel ku hemû delîl li holê ne jî ji aliyê dozger ve nayên berhevkirin û ser bûyerê tê girtin. Dema ku bûyer pêk hat, me bangî dozger, Qereqola Abaliyê kir û got ku hemû delîl li holê ne çi hewce dike bikin. Lê nehatin. Me gazî çapemeniyê kir. Delîlan bir li Qereqola Abaliyê da dozger. Li gel hemû derfetên teknîkî jî bûyerê ixmal kirin û ketin nav hewldanên bêencamhiştina bûyerê.”

‘Îxmal her hebû’

Onkol biryarê hiqûqî yên derbarê bûyerê de jî nirxandin û diyar kir ku biryara ‘kêmasiya xizmetê ya rêveberiyê’ ya Dadgeha Bilind ku di doza tazmînatê de daye biryareke di cih de ye û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Heta niha biryareke ku bûyerê ronî bike û dilê me bike cihê nehatiye dayîn. Ji roja destpêkê heta niha her îxmal hebû. Ne 28 hezar, 28 milyar jî bidin, heta ku kûjer dernekevin holê em ê razî nebin. Parçeyên cebilxaneya ku Ceylan kuşt, piştî bûyerê heta 1-2 salan jî tim li herêmê dihatin bikaranîn. Em sewalkariyê dikin, nikarin bi hêsanî bigerin. Di nav guman û diltengiyê de ne. Bi heron û wesayîtên din em timik di bin gefan de ne. Dibe ku hin Ceylanên din jî bimirin. Em dixwazin li ser axa xwe û welatê xwe rehet bin û hêsan bijîn.” AMED

 

Dikarî Biecibînî