Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê dan

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasî Mazlum Dînç ji bo roja duşemê biçin Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Malbatên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş yên li gel Ocalan dimînin jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serî li heman serdozgeriyê dan.  STENBOL

Dikarî Biecibînî