62 kesên ketibûn greva birçîbûnê berat kirin

Li Amedê ji ber greva birçîbûnê 62 kesên doz li wan hatibû vekirin berat kirin

Li avahiya HDP’a Amedê 62 kesên ji bo piştevaniya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn, hatibûn binçavkirin û piştre hatibûn berdan. Li 62 kesan bi angaşta “propaganda rêxistinê kirine” doza hatibû vekirin û di navbera salek û heta 5 salan de cezayê girtîgehê ji bo wan dihat xwestin. Danişîna doza 62 kesan li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di dadgehê bi hênceta çalakiya greva birçîbûnê ne hêmanê sûc e 62 kesan berat kir. AMED

Dikarî Biecibînî