Şandeyeke êzidiyan îro dê biçe Bexdayê

Şandeyeke ku ji rûspî û serokeşîrên civaka êzidî pêk tên dê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro biçe Bexdayê û hevdîtin bike

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê  di 26’ê îlonê de bi waliyê Mûsilê re hevdîtin pêk anî. Niha jî şandeyeke ji rûspî û serokeşîrên civaka êzidî îro dê bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê biçe serdana Bexdayê.

Tê tayîn ku dê şande rewşa civaka êzidî, pirsgirêkên û rewşa îdarî ya heyî dê bi rayedarên hikûmetê û partiyên siyasî re nîqaş bike. ŞENGAL

Dikarî Biecibînî