Ji ber silavdayînê salek ceza lê hat birin!

Rayedarên Girtîgeha Turkoglu bi sedema ku Abdurrahîm Avci dema çû ziyareta kurê xwe, silav da girtiyekî din û bi destê wî girt, rastî neheqî û salek cezayê hevdîtinê hat

Abdurrahîm Avci ê 50 salî li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Turkoglu ya Mereşê çû ziyareta kurê xwe Murat Avci yê 24 salî. Dema Bav Abdurrahîm Avci kurê xwe ziyaret kir, ji ber di ziyareta kurê xwe de silav da girtiyekî din û bi destê wî girt, rastî heqareta rayedaran hat. Piştre Midûriyeta Saziya Înfazê ya Girtîgehê bi îdîaya ‘Pergala saziya înfaza ceza xera kiriye’ salek cezayê hevdîtinê li bav Avci birî.

Têkildarî mijarê bav Avci anî ziman ku kurê wî 3 sal berê li Qasora Mêrdînê hatiye girtin û ji wir şandin Girtîgeha Mêrdîn, Tersûs û piştre sewqî girtîgeha Turkoglu kirine. Avci da zanîn ku kurê wî di meha tebaxê de rastî lêdan û îşkenceya gartiyanan hatiye û ji rewşa kurê xwe bi fikar e. MÊRDÎN