Li Meletiyê otobûs wergeriya: 26 kes birîndar bûn

Li ser rêya di navbera Meletî û Sêwazê de otobusa rêwiyan wergeriya û 26 kes birîndar bûn

Otobûseke rêwingan li derdora herêma Taxa Dîlek a li ser rêya di navbera Meletî û Sêwazê de wergeriya. Di encama wergerîna otobusê de 25 rêwing û ajokar Mûrat Altûntaş birîndar bûn. Li ser agahiyên welatiyên li derdorê jî gelek komên tenduristî, agirkuj û polîsan hatin cihê bûyerê.

Rêwingên ku birîndar bûn bi ambulansan rakirina nexweşxaneyan. Hat zanîn ku rewşa hinek rêwingan giran e. MELETÎ