Dayik: Çar meh in xew nakeve çavên me

 

Dayîka Yûsûf Kayran ê ku 3’ê hezîranê bi tevgera hewayî de li çoltera Licê şehîd bû, Melîha Kayran destnîşan kir ku li ser wan şerê derûnî dimeşînin û wiha got: “Çar meh in xew nakeve çavên me. Ev yek ne di olê îslamê de û ne li cîhanê tune.”

Cenazeyên 4 HPG’iyên ku di erîşa hewayî ya 3’yê hezîranê de li çoltera navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn, 4 meh in nadin malbatan. Yek ji wan Yûsûf Kayran (Zinar Akro) ye. Kayran di sala 2011’an de tevlî PKK’ê bû. Cenazeyê Kayran û 3 hevalên wî di 28’ê îlonê de ji Stenbolê anîn morga Nexweşxaneya Gazi Yaşargîl a Amedê. Cenaze 2 rojin li morgê tên rawestandin.  Dayika Yûsûf Kayran (Zinar Akro), Melîha Kayran, serpêhatiyên xwe ya 4 mehan û têkoşîna xwe ya ji bo cenazeyan bigirin bi Ajansa Mezopotamya (MA) re parve kir û wiha got: “Ez li Îzmîrê dijîm. Em di 8’ê hezîranê de agahdar bûn. Yusuf jiyana xwe ji dest daye. Ez di 8’ê mehê de hatim Amedê. Me di 9’ê hezîranê de serî li Qereqola Cendermeyan a Licê da. Gotin, ‘rojek din werin. Em ê we ji bo DNA’yê bigirin bibin Nexweşxaneya Fakultê ya Zanîngeha Dîcleyê.’ Ji bo em xwînê bidin em çûn nexweşxaneyê. 23 roj derbasbûn encam derneket. Ji bo testa DNA’yê me dîsa serî lê da.”

Kayran diyar kir ku pisporekî cendermeyan got, ‘Peşiya 25 rojan me 5 heb kuştine lê cenazeyek tenê li holê ye. Çar heb cenazeyên din ne li holê ne.’ û wiha axivî: “Me jî got çar cenaze perçe jî bibin wê li vir bin. Tişteke wisa em qebûl nakin. Gotin ‘Niha tune ne me îmha kirine.’”  Kayran da zanîn ku ji wan re agahî çûye ku cenaze li herêma bombebaran kirine ye û wiha got: “Ewil em çûn me serî li Fermandariya Cendirmeyan a Licê da. Ji me re gotin em nikarin biçin wê herêmê. Em herin jî em ê bi operasyonê herin. Me got destûr bidin me em ê biçin wan bibînin. Gotin ‘na em ê biçin hûn naçin ewlehiya we tune.’ Me got temam hûn herin bînin got ‘em herin em ê bi operasyonê herin. Operasyon belki mehek belki du meh paşê çêbe.’ ”

‘44 rojan cenaze li ber tavê man’

Kayran destnîşan kir ku piştî 25 roj derbas bûn pê hesiyan ku cenaze li çiya ne û wiha berdewam kir: “Me agahî da cendermeyan. Wan jî got , ‘em nikarin biçin qadê.’ Herî kêm me 3 caran serî li cendermeyan da ku biçin qadê. Lê ne ew çûn û ne jî hiştin em biçin. Bi ser vê yekê de gef li me xwarin. Gotin ‘heke hûn biçin em ê we ji xala 302’yê darizînin. Pişt re em çûn me serî li Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) û Baro yên Amedê dan. Di 16’ê tîrmehê de em malbat û gel çûn cihê bûyerê û me cenaze girtin û li gund teslîmî dozgeriyê kirin. Dozger û Fermandariya Cendirmeyan cenaze girtin û birin Amedê. 44 rojan cenazeyên me li ber tavê man roja 44’an me cenaze anîn teslîmî wan kir. 3 parlementerên HDP’ê jî hatibûn gund.”

‘Me perçeyên cenaze ji serê daran kom kirin’

Kayran bi lêvkir ku cenaze di torbeyê cenazeyî de dan wan wiha lê zêde kir: “Du cenaze perçe bûbûn. Yek jê me çokê wî dît. Me perçeyê yekî din jî ji serê daran kom kirin. Du cenaze perçe perçe bibûn. Du cenazeyên din perçe nebûbûn. Lê nedihatin naskirin. 44 roj cenaze li ber tavê mabûn. Me ew cenaze anîn teslîmî fermandariya cendermeyan a Licê kir. Wan jî bi helîkopterê şandin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê. Dû re em careke din çûn Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ji me re gotin ‘em DNA’ya we nagirin. Xwîna van cenazeyan ji ber ku li ber tavê mane zûha bûne. Em van cenazeyan dişînin Stenbolê.’”

10 caran ji bo DNA’yê serlêdan kirin

Kayran anî ziman ku piştî cenaze şandin Stenbolê mehek şûnde çûn dozgeriyê û wiha domand: “Dozger got ‘dosya we hatiye girtin.’ Me her çar malbatan dîsa dosyayek vekir û dîsa xwîn da. Xwîna me nû çû Stenbolê. 27 roj xwîna me li Stenbol ma niha ji me re xeber şandin. Gotine ‘Xwîn li hev hatiye û ev cenazeye yên we ne. Em cenazeyan tînin Amedê.’ Me herî kêm 10 caran ji bo testa DNA’yê serlêdan kir. Me berê ji bo DNA xwîn dabû qebûl nekirin. Gotin ‘divê hûn cardin werin DNA bidin’ Em hatin me xwîn da. Îro 29 roj e me ji bo testa DNA xwîn daye. Ji Îzmîrê 3 caran hatim Amedê. Carekê 53 rojan li vir mam. Roja înê ji me re gotin ‘‘encama DNA’yan derketiye ev cenaze yên we ne. Em wan ji Stenbolê tînin.’ Cenaze ji Stenbolê anîn Amedê lê hêj nedane. Malbatên din ji bo cenazeyên xwe zû bigirin her roj li ber derî dozger bûn. Ji du sê rojan carekê diçûn ber deriyê dozger. Şemiyê jî em çûn dozgeriyê, dozgerê nobedar eleqedar nebû. Duşemê (30 cotmeh) wê dozger were, cenaze didin an nadin em nizanin. Cenaze bi kargoyê ji Stenbolê şandin Amedê. Dibêjin dê duşemê cenazeyan bidin.”

‘Dixwazin me bitirsînin’

Kayran bilêv kir ku li ser wan şerê derûnî dimeşînin û wiha bi dawî kir: “Dixwazin me çavtirsandî bikin. Dibêjin dev ji vî karî berdin. Çar meh in xew neketiye çavên me. Çar meh in em nizanin çi dikin. 4 meh in em li mala xwe ranezane. Ez dayik im. Tu zanibe zarokê te hatibe kuştin û gora wî tune, tuyê çi bike? Testa DNA’yan rojek du rojan de derdikevin. Meheke me xwîn daye. Em çend caran çûn û hatin. Nû ji me re gotin ev cenaze yên we ne. Ev zilm ne di olê îslamê de û ne jî li welatê cîhanê tune.” AMED

Dikarî Biecibînî