Polîsan bi ser malekê de girtin “kesekî dawî jiyana xwe anî”

Li taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê polîsan bi ser malekê de girt û hat angaştkirin ku kesê bi navê Ferhat Şimdî tê gotin ku HPG’yî ye ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî. 4 jê zarok 8 ferdên malbatê jî hatin binçavkirin

Li taxa Îstasyonê ya navçeya Artûklûya Mêrdînê serê sibê polîsên sivîl û polîsên tîmên taybet bi ser malekê de girtin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di serdegirtina malê de kesê bi navê Ferhat Şîmdî ku tê gotin HPG’î ye û di 27’ê îlonê de li navçeya Dêrikê di pevçûnekê de birîndar bûye ji bo nekeve dest dawî li jiyana xwe anî.

Piştî bûyerê Azad Şîmdî, Halîde Şîmdî, Şemsiye Şîmdî, kesek navê wî/wê nayê zanîn û 4 zarok hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ji zarokên binçavkirî yek jê nexweşê otîzmê ye.

Hat ragihandin ku 8 welatiyên hatin binçavkirin birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê. MÊRDÎN

 

Dikarî Biecibînî