4 kes ji Partiya Şoreşger hatin binçavkirin

Li Stenbol û Îzmîrê di operasyona li dijî Partiya Şoreşger a Yekgirtî de 4 kes hatin binçavkirin

Li Stenbol û Îzmîrê, di operasyona li dijî Partiya Şoreşger a Yekgirtî de, 4 rêveberiyên wê hatin binçavkirin. Li Stenbolê, Endamê Partiya Şoreşger a Yekgirtî û MYK’a Dev-Guç Huseyîn Yildirim, endama MYK’a Dev-Guç Başak Yeşîlot û endamê MYK’a Dem-Guç Can Çildir hatin binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadyea Vatanê.

Li Îzmîrê jî Endamê Meclîsa Partiya Şoreşger a Yekgirtî Vûral Kos ku hat binçavkirin û nehat zanîn ku Kosê bi ku ve birin. STENBOL

Dikarî Biecibînî