aram

Rojnameger Aykol: Bi hêviya nûçeyên xweş û bi wateme

Rojnameger Huseyîn Aykol, ji girtîgeha lê dimîne ev peyam ji rojnamegeran re şand: “Çav û guhên min li ser wene. Bi hêviya nûçeyên xweş û bi wate dikim.”

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Tayîp Temel, çû serdana Hevgerînendeyê Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Huseyîn Aykol ê li Girtîgeha Sîncanê girtiye. Temel derbarê hevdîtina xwe ya duh pêk anî de ev agahî da: “Moralê Aykol baş bû. Ligel temenê xwe yê mezin jî rewş û moralê wî di astan ders bide me de ye. Di zindanê de hilberînên xwe dewam dike. Dersên çapemeniyê û Îngîlîzî dide hevalên xwe yên ciwan ên di qawîşê de. Ji bo dozên wî yên dewam dikin daxwaza piştgiriyê dike.”

Temel, peyama Aykol a ji hempîşeyên xwe re şandin jî parve kir: “Ez ji hevalên xwe yên rojnameger hêviya nûçeyên xweş û bi wate dikim. Ez dewama serkeftinê ji we re dixwazin. Bila agahiya we jê hebe. Çav û guhên min li ser we ne.” ENQERE

Dikarî Biecibînî