Piştî 2 salan dê 11 cenazeyan bidin malbatên wan

Hat zanîn ku ji 262 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û 2 sal in li Stenbolê tên ragirtin dê 11 cenazeyan radestî malbatên wan bikin

Li gundê Oleka Jor a girêdayî navenda Bedlîsê di 19’ê kanûna 2017’an de 267 cenaze ji Goirstana Xerzanê hatin derxistin. Cenazeyan ji bo “otopsiyê” biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Ji cenazeyan 2 cenaze radestî malbatên wan hatibûn kirin. Hat zanîn ku ji 265 cenaeyên li ATK’ê mabûn 3 cenaze jî 5 meh berî radestî malbatê wan hatibûn kirin.

Hat diyarkirin ku ji 262 cenazeyên li ATK’ê tên rawestandin otopsiya 11 cenazeyên bi dawî bûye û dê 11 cenazeyan din jî di demek nêz de radestî malbatê wan bikin. STENBOL

 

 

Dikarî Biecibînî