Artêşa tirk gundên Şerayê topbaran dike

Artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê di van kêliyan de gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dikin

Êrîşên hêzên artêşa tirk û komên çete yên girêdayî wê yên li ser qadên sivîlan ên li Efrînê bênavber berdewam dikin. Hat zanîn ku hêzên artêşa tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Şêwarxa û Kela Şêwarxa yên Şera ya Efrînê topbaran dikin.

Têkildarî encamên topbarana li ser qadên sivîlan nehatin zanîn.

Li gorî agahiyên ji herêmê, topbarana li ser qadên sivîlan hê jî berdewam dike. EFRÎN

Dikarî Biecibînî