Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm encama polîtîkaya şer û darbeyan e

Li Amedê di roja 45’emîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de siyasetmedar Akin Bîrdal axivî û destnîşan kir ku qeyûm encama polîtîkaya şer û darbeyên ji salên 60’an heta yên niha ne. Bîrdal da zanîn ku bi qeyûman re pêşeroja Tirkiyeyê hatiye xespkirin û divê li dijî vê bêhiqûqiyê hemû derdor bi hev re têbikoşin

Çalakiyên Nobeda Demokrasiyê ya ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo protestokirina biryara tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê daye destpêkirin, kete roja 45’an. Di roja 45’emîn de jî li Amedê bi tevlêbûna hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçûk Mizrakli, malbata parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ku di sala 1993’an de li Êlihê hatibû qetilkirin, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê û Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê û gelek welatiyên ku ji navçeya Sêwereg a Rihayê hatibûn, li Kolana Lîse ya Yenîşehîr a Amedê çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin.

Çalakî bi stran û dirûşmên ciwanan dest pê kir û paşê axaftin hatin kirin. Ewil di çalakiyê de hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan axivî û diyar kir ku heta ku qeyûman dişînin dê têkoşîna xwe bidomînin.

‘Qeyûm encama polîtîkaya şer e’

Piştre jî siyasetmedar û hiqûqnas Akin Bîrdal axivî û destnîşan kir ku heta ku aştî nebe demokrasî û heta ku demokrasî nebe jî edalet nabe. Bîrdal got ku qeyûm encama darbeyan û polîtîkayên şer e. Bîrdal da zanîn ku tayînkirina qeyûman encama darbeyên ji salên 1960’an heta roja me ne. Bîrdal wiha domand: “Tayînkirina qeyûman encama polîtîkaya şer e. Darbeya li dijî destkeftiyên 31’ê adarê, ne xespkirina vîna hevrêyê min Mizrakli û ne jî xespkirina vîna gelên Amed, Wan û Mêrdînê ye. Xespkirina vîna hemû gelên Tirkiyeyê ye. Xespkirina daraz û pêşeroja Tirkiyeyê ye.”

Bang li muxalefetê kir

Bîrdal berxwedana 45 rojan silav kir û wiha pê de çû: “Dibe ku di demekî kin de her tişt veneguhere rewşeke baş lê dê neçar bimînin ku dawî li vê xespa xwe bînin. Sala nû ya qanûnçêkirinê ya Meclisê bi ‘reforma darazê’ re dest pê kir. Ger ku hûn bi rastî jî edaletê bixwazin, ger ku hûn girêdana bi hiqûq û mafên mirovan re bixwazin, weke karê destpêkê divê hûn heta ku lêpirsîna der barê hevşaredarên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi encam dibe wan li peywira wan vegerînin. Divê bibêjin; ‘Em qeyûm dişînin Enqereyê.’ Divê di serî de partiya muxalefetê, hemû hêzên demokrasiyê ji bo demokrasî, hiqûq û mafên mirovan deng bidin berxwedan, qîrîna demokrasî û aştiyê ya gelên Amed, Wan û Mêrdînê.”

‘Pere ji bo perwerde û demokrasiyê veqetînin’

Di berdewamê de jî Bîrdal bal kişand ser nexşerêya di hilbijartinên 31’ê adar û 23’yê hezîranê de û wiha bi dawî kir: “Em dikarin qeyûman bişînin. Em dikarin dawî li polîtîkaya şer bînin. Ew pereyê ku hûn didin çekan, ji bo perwerde û demokrasiyê veqetînin. Ger ku veneqetînin, dê berxwedana gelan li aştiyê bîne Tirkiyeyê. Vaye 27 sal derbas bûn. Îro, têkoşîna gelê kurd ji Vedat Aydin û Apê Mûsayan gihaşt Mehmet Sîncaran. Em ê wan tu caran ji bîr nekin. Dema ku em ji qeyûman re dibêjin na, her wiha em xwedî li bîranîna windakiriyên xwe jî derdikevin. Dilê min li Amedê bi we re lê dide. Bijî Amed, bijî Mêrdîn û bijî Wan. Her bijîn dayik û ciwan.”

Piştî axaftinan, girseyê çalakiya rûniştinê pêk anî û çalakî bi dawî bû. AMED

Dikarî Biecibînî