Şêniyên Qamişlo li dijî biryara NY meşiyan

Pêkhateyên kantona Qamişlo ji Kurd, Ereb û Suryan li dijî biryara NY meşiyan. Şêniyan gotin: “Dûrxistina nûnerên Rêveberiya Xweser ji komîteya amadekirina destûrê, niheqiyeke li pêkhateyên û dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ye. Çaranûsa destûra ku beyî Rêveberiya Xweser amade dibe, binkeftin e.”

Biryara NY ya girêdayî komîteya amadekirina destûra Sûriyê rastî nerazîbûnên tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin. Di vê çarçoveyê de pêkhateyên Qamişlo îro meşiya û nerazîbûna xwe rave kirin. Pêkhateyan diyar kirin ku komîteya ku hatiye nûnertiya gelê Sûriyê nake.

‘Destûra bê Rêveberiya Xweser bisernakeve’

Îdan El-Efîn bavê şehîd Ehmed El-Efîn  û e ji pêkhateya Ereb e beşdarî meşê bû û got: “Tevî hewldan û danûstandinên ji bo vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê lê hindek alî dixwazin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê paşguh bikin a ku ji bo gelê Sûriyê tê koşiya û hîna tê dikoşe.”

El-Efîn destnîşan kir ku dûrxistina Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrê asta paşguhkirina nûnerên gelê Sûriyê yên ku li dijî DAIŞ`ê tê koşiyane yanî Rêveberiya Xweser isbat dike. Ji ber wê bê Rêveberiya Xweser destûr wê helbet bi bin keve.

El-Efîn diyar kir ku aliyên tev li amadekirina destûrê bûne guh nadin gel Sûriyê û gelê Sûriyê ji bo wan ne girîng e.

‘Tekane nûnera me Rêveberiya Xweser e’

Jina bi navê Semîre Mihemed destnîşan kir ku ew îro ji bo ku nerazîbûna xwe ji biryara NY`î rave bikin dimeşin û wiha domand: ” Em destûra ku Rêveberiya Xweser ne tê de ye, wê red dikin û pê îtîraf nakin. Îran, Sûriyê, Tirkiyê û Rûsya van komployan li dijî herêmên ku  ji terorê rizgar bûne plan dikin.”

Semîre diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd û birîndar dane.

Semîre balkişand ser kesên ku îdia dikin ew nûnerên gelê kurd di komîteyê de ne û got: “Ew kesên di hemêza Erdogan de rûniştine û li dijî gelê Kurd komployan plan dikin nûnertiya me nakin.  Rêveberiya Xweser nûnertiya me û nûnertiya demokrasiyê dike.”

Dûrxistina Rêveberiya Xweser ji komîteyê neheqiyek e

Lora Selûm a ji pêkhateya Suryan destnîşan kir ku daxwazên tevahiya pêkhatyên herêmê ew e ku tev li komîteya amadekirina destûrê bibin û got: “Dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya amadekirina destûr; der heqê pêkhateyan de neheqiyek e. Ji mafê me ye ku tev li amadekirina destûrê bibin.”

Lora diyar kir ku dûrxistina Rêveberiya Xweser ji komîteyê dê gelek pirsgirêkên mezin çêbikin û wiha domand: “Ev tê wateya betalkirina vîna tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Lora bi navê pêkhateyên xwest ku bi vîna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê were îtîrafkirin û wiha pê de çû: “Em banga nasnameya sûrî dikin na nasnameya erebî ya ku li ser me tê ferzkirin.”

Sekreterê giştî yê NY`î Antonio Guterres di 23`yê Îlonê de avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê ragihand. Lê nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne di nav de ye. Li gorî Antonio Guterres komîte ji 150 endaman pêk tê 50 Rejîma Sûriyê wan diyar dike, 50 ji aliyê opozîsyona girêdayî Tirkiyê û 50 şandeyê taybet ê NY`î diyar dike.QAMIŞLO

 

Dikarî Biecibînî