‘Bila ji gel û gerilayên xwe şerm bikin’

Malbata Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed) keça xwe bibir anîn. Dayik Meryem Soylû diyar kir ku Hêvîdar tu carî zulim û neheqî qebûl nekir û keça wê bû bûka Kurdistanê. Soylû, bang li malbatên li pêş avahiya HDP’ê jî kir û wiha axivî: “Bila destê xwe dînin ser wijdana xwe. Bila gelê xwe reş nekin. Bila ji gele xwe, gerilayên xwe ji welatê xwe şerm bikin. Eyb e şerm e.”

Malbata Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed) a di 2’yê cotmeha 2012’an de di şer de li Şemzînan a Colemêrgê şehîd bû, bi minasebeta salvegerê keça xwe li ser gora wê ya li navçeya Bismila Amedê bi bîr anî. Rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê jî beşdar bûn. Di bîranînê de Bavê Zarîfe Soylû (Hêvîdar Amed), Bedrî Soylû diyar kir ku keça wî di 2004’an de beşdar bû û di 2012’an de şehîd bû û wiha got: “Ez hevalê şehîd im nikarim bêjim ez bavê wê me. Şehîda me 2012’ê li ser rêça qehremanên Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş ên ku ronahiya azadiyê di zindana da pêxist meşiya. Li ser rêya wan şehîdan bi felsefeya Serokatî xwesteka Serokatî tevgeriya.”

Bav Soylû dest nîşan kir ku şehîda wan bi soza Kurdistanê tevlî hevalên xwe bû û wiha axivî: “Li ser axaftina serokê xwe, ji bo azadiya wan qehremanên di zindanan de ji bo soza wan jîn bikin çûn û di dilê xwe de hêşîn kirin. Me şehîda xwe ji Şemzînan anî. Hin perçeyên bedena wê hêj li qadê mane. Ew perçeyê bedena wê heta Kurdistan azad bibe wê bi wan re be. Em ê heta ku nefeseke me hebe li ser vê axê, em ê li ser soza wan bin.”

Gelê kurd li ber xwe dide

Soylû, xwest kes nebêje ku gelê kurd sekîniye û wiha got: “Îro gelê kurd li ser piya ye. Gelê kurd edalet û aştiyê dixwaze. Em li ser xeta qehremanan têdikoşin û em cûdakariyê naxin nava mirovan. Em li ser xwesteka Serokatiya xwe heta dawiya jiyana xwe ji bo aştî û wekheviyê têbikoşin. Em li cîhanê 50 milyon kurd hene. Em zulmê qebûl nakin.”

 ‘Zilm û zordarî qebûl nedikir’

Pişt re dayika Zarîfeyê Meryem Soylû jî diyar kir ku çiqas behsa şehîdan bikin ne kaxiz ne pênûs têrê nakin û wiha axivî: “Zaroktiya Hêvîdar pir cuda bû. Tu car zilm û zordarî qebûl nedikir. Di zarokatiya xwe de tu carî neheqî qebûl nedikir. Di salên 90’î de eskeran avêt ser mala me Hevîdar neh salî bû. Zarok li kolanê kom kirin û îşkence li wan kirin. Eskeran wê deme xwestin bi pereyan wê bidin axaftin û agahiyan jê bigirin. Nêzî 20 tîmên taybet bûn. Ez pir tirsiyam ku wê bitirsînin. Lê ew ji wan netirsiya û neaxivî. Zarokên me bi îşkenceyê mezin bûn. Ji birayê xwe pir hez dikir. Piştî birayê wê yê mezin tev lê bû, salek şûnde ew tev li partiyê bû.”

‘Em li çiyayên Kurdistanê bibin bûk û zava’

Soylu destnîşan kir ku dema li Mêrsînê bûn, xizmê wan Mele Meaz hat xwazgîniya Zarîfeyê û wiha axivî: “Mele Meaz xwez Hêvîdar bibe bûka wî. Dema hat xwazgînî got: ‘Heke tu bibî bûka min weke giraniya te ez ê zêr û mal bidim te’. Zarifeyê jî got ‘Hin şertên min jî hene.’ Seyda got ‘şertên te çi ne’ Zarifê got şertên min ewe ku ger tu ji kurê xwe jî hez dike keleşekê têxe destê min, yekê têxe destê kurê xwe û cihê hezkirinê çiyayên Kurdistanê ne. Em li wir bibin bûk û zava.’ û bersîv da mele.”

Sê zarokên wê jiyana xwe ji dest dan

Soylû da zanîn ku dema kurê wê Berxwedan şehîd bû û şûnde çar pênç mehan ew hat girtin wiha lê zêde kir: “Ev ji bo min pir giran bû. Hêj nû kurê min şehîd bû ez hatim girtin. Zarokên min biçûk bûn. Keça min name li pişt xwe hişt û çû.” Soylû bibîrxist ku wexta keça wê şehîd bû li derve bûya wê xwesteka wê bi cih anîbûya û wiha domand: “Ez li derve bûma, min ê hine çêkiribûya û li destê wê û porê wê kiribûya. Wê bi devê xwe got ez bûka Kurdistanê me. Got ‘Ji kesê re nabim bûk’. Ez di nava çar dîwaran de bûm.”

Soylû destnîşan kir ku Zarifeyê pir ji birayê xwe hez dikir û li pey wan çû û wiha berdewam kir: “Got heta saxbe wê barê birayên xwe bide ser pişta xwe û li çiyayên Kurdistanê bigere.  Bi wê hesretê li Şemzînanê şehîd bû.”

‘Eyb e şerm e’

Soylû, bal kişand ser rûniştina malbatên li pêş avahiya HDP’ê û wiha axivî: “Ez bang li dayikên ku li deriyê HDP’ê rûniştî dikim. Bila destê xwe dînin ser wijdana xwe. Bila bi hezaran polîsan li xwe kom nekin. Bila gelê xwe reş nekin. Bila ji gele xwe, gerilayên xwe ji welatê xwe şerm bikin. Eyb e şerm e. Dayîkan jî dixapînin. Gereke dayik neyên xapandin. Serokatî bi xwe dibêje yên ku aştî, edalet, mirovahiyê bînin dayik in. Gereke dayik xwe rûreş nekin. Ez dibêjim yekitî yekitî yekitî.”

Soylû dazanîn ku bila dayikên aşitiyê û dayikên zarokên wan winda bûyî bigihin hev biçin li ber derê AKP’ê rûnin wiha berdewam kir: “Cihê çareseriyê ne li ber derê navenda me ye, li ber derê AKP’ê ye. Ez bang li wan dayikên li ber derê partiya me rûnişti jî dikim bila ew jî herin ber derê AKP’ê rûnin. Gelo di kîjan ol, pirtûkê de nivîsandiye ku evqas bi cenazeyan tê lîstin. Şehîdên me tên perçe perçe kirine. Perçeyên cenazeyan tevlî nav hev kirine. Ev di kîjan mirovahiyê de, misilmaniyê de, olî de ev tişt hatiye dîtin. Tu dîrokan de ev tişt nehatine dîtin. Demek ne edalet, ne mirovahî, ne îman, ne wijdan tune ye.”

‘Weke Erdogan gelek hatine û çûn’

Soylû dazanîn ku bang li hikumeta AKP’ê dike ku çareserî gelê kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi gelê kurd re ne rûnin ser maseyê, destê aştiyê nedin nikarin bi vî şerî gelê kurd biqedînin. Ev çil sal e yên weke Erdogan û Soylû gelek hatine û çûne. Gelek ji wan gotine me gelê kurd, PKK qedandiye. Bila xwe nexapînin, derewan nekin çiqas çûye zêde bûye. Cihê çareseriyê Îmraliye, Gelê Kurd e, gereke destê aşitiyê bidin hev. Gelê kurd jî lazim e destê xwişk û biratiyê bide hev û bi hevre rast bin. Ji bo ku em bigihin armanca xwe. Wekî din tu rê û rêbazên me tunin. Yên ku winda bike û rûreş bibe dîsa dewleta AKP’ê ye.”

Soylû herî dawî got: “Hevaltî pir giran e. Doşeka wan axe, balîfa wan kevir e, lihêfa wan esman e. Dîsa destê xwişk û biratiyê didin hev. Em wan bifikirin û destê xwişk û biratiyê bidin hev îşelah em ê serbikevin.” AMED 

 

Dikarî Biecibînî