Kedkarê zimanê kurdî prof. Îzedîn Mistefa Resûl koça dawî kir

Navenda Nûçeyan

Nivîskar, rewşenbîr û yek ji kedkarên zimanê kurdî prof. Îzedîn Mistefa Resûl di 85 saliya xwe de li Silêmaniyeyê koça dawî kir. Resûl ji bo pêşxistina wêje û zimanê kurdî kedeke mezin dabû

Profesor Îzedîn Mistefa Resûl di sala 1934’an li bajarê Silêmaniyeyê ji dayik bû. Yek ji nivîskar û rewşenbîrên bi nav û deng ên kurdan e. Di warê ziman û wêjeya kurdî de gelek ked daye. Resûl îro li Silêmaniyeyê di 85 saliya xwe de koça dawî kir.

Îzedîn Mistefa Resûl di jiyana xwe de gelek pirtûk nivîsandin û li Iraqê jî beşdarî çalakiyên siyasî bû. Di sala 1958’an de li Bexdayê, Rêveberiya Xwendina Kurdî damezirand. Resûl ji sala 1949’an heta roja koça dawî, endamê Hizba Komunist a Iraqê (Hizba Şîuya Iraqê) bû.

Nêrînên wî yên li ser Ocalan

Resûl di 4’ê nîsana sala 2018’an de bi boneya salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Rojnewsê re axivî bû û qala kêliyên hevdîtina xwe ya bi Ocalan re kiribû. Resûl, Ocalan di dîroka Kurdistanê de weke têkoşerekî mezin pênase dike û ji bo kesayeta Ocalan wiha dibêje: “Ocalan hizbekî mezin ava kir. Di dîroka gelê kurd de hizba herî bi hêz a kurdan e. Li beşa herî mezin ê Kurdistanê de jî.”

Hevdîtina li Bekayê

Di berdewamê de jî Resûl balê dikişîne ser hevdîtina xwe ya bi Ocalan re û wiha didomîne: “Min Apo li Şamê dît. Çend caran jî min li mala Mam Celal dît. Rojekî ez vexwendim û çûm Bekayê. Mam Celal li Şamê naveroka hevdîtinê ji min pirsî. Wê demê ez jî serokê Yekitiya Nivîskaran bûm û min got ku me qala wê kiriye. Ocalan bi xwe navê nivîskarekî got û pirsa ‘Tu serokê fîlan kesî jî yî?’ kir. Min got belê. Dema min ev yek ji Mam Celal re got, Mam Celal keniya û got; ‘Diviya tu bigota ne serokê wî me.’”

‘Tirkiye nikare PKK’ê ji holê rake’

Ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser PKK’ê jî Resûl wiha di got: “Tirkiye nikare PKK’ê ji holê rake. Temamiya cîhanê guherî lê dewleta tirk neguherî. Di tv’yan de gotin ku li Efrîkayê jî tiştekî bi navê Kurdistanê hebe dê têk bibin. Rêveberên wan bi xwe jî tirk nînin. Xeyala dewleta osmanî dikin. Lê ne ev xeyal dê pêk bê û ne jî dê bibin siltan. Ocalan di dîroka kurdan de nav û têkoşereke mezin e. Me di hevdîtinan de qala gelê kurd, wêjeya kurd, Ehmedê Xanî û pêşeroja gelê kurd kir. Her wiha me behsa pêşeroja kurdan kir. “