Mam Celal di sala duyemîn de tê bibîranîn

Mam Celal du sal berê îro koça dawî kir. Di salvegera duyemîn a koça dawî ya Mam Celal de bi hezaran kesan desteyên gulan danîn ser gora wî û bi rêzdarî bi bîr anî

Sekreterê giştî yê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Mam Celal Talabanî du sal berê îro, koça dawî kir. Bi boneya duyemîn salvegera koça dawî ya Mam Celal, îro bi tevlêbûna gelek welatî û nûnerên YNK’ê, li ser gora Mam Celal a li Dabeşanê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Berpirsên YNK’ê û alîgirên wê li gel bi sedan welatiyên herêmê, ji bo bîranîna Mam Celal qesta goristanê kirin. Girseyê posterên Mam Celal hil dan û destegul danîn ser gora Mam Celal.

Merasîma bîranînê ji saet serê sibehê 08.00’an de dest pê kir û dê heta êvarê saet 17.00’an berdewam bike. SILÊMANÎ