Çeteyê DAIŞ’ê: Êrîşa li dijî kurdan xeletî bû û vê xeletiyê dawî li me anî

Ji serçeteyên DAIŞ’ê Yago Alexandre Rîedîjk ê holandî diyar kir ku bi ser Tirkiyeyê bi hêsan tev li DAIŞ’ê bûye. Rîedîjk ku xeletiya herî mezin a DAIŞ’ê êrîşkirina kurdan bû û vê xeletiyê jî dawî li wan anî. Rîedîjk da zanîn ku di navbera dewleta tirk û DAIŞ’ê de peyman heye

Yek ji çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hatiye girtin jî, Yago Alexandre Rîedîjk (27) ê holandî ye ku hevjînê Şamîma Begum a ku Ingilistanê ew ji welatîbûna xwe derxistiye. Di gelek komkujiyan de tiliya çete Rîedîjk heye. Çete Rîedîjk niha li girtîgeheke bi ewlekariya bilind a li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê girtin. Çete Rîedîjk ji ANF’ê bi Serkan Demîr re axivî. Çete Rîedîjk di dawiya sala 2014’an de çûye Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bûye. Rîedîjk naxwaze navê xwe yê di nava DAIŞ’ê de bibêje û di 21’ê çileya 2019’an de tevî hevsera xwe Şamîma Begum ji aliyê hêzên HSD’ê ve hate girtin.

Li gorî raporên îstîxbarata Holandayê Rîedîjk di nava DAIŞ’ê de xwedî roleke çalak e û gelek komkujî kirine. Bi hinceta ku tev li DAIŞ’ê bûye li Holandayê der barê wî de doz hate vekirin û 8 sal cezayê girtîgehê li Rîedîjk hate birîn. Rîedjîk beriya tev li DAIŞ’ê bibe, li bajarê Arnhem ê Holandayê kete bin bandora jineke misilman. Di 17 saliya xwe de jî ol guhert û piştî ku ol guhert çû mizgeftên li Arnhemê û selefî nas kirin.

‘Polîsan dizanîn ku em ê tev li DAIŞ’ê bibin lê em berdan’

Çete Rîedîjk anî ziman ku dema li Arnhemê bû timî diçû mizgefta fasiyan û mizgefteke tirk a bi navê Ayasofya û ev tişt anî ziman: “Perwerdeya olî ya li van mizgeftan dihate dayin jiyana min guhert. Di sala 2013’an de ji bo ku tev li komên cîhadperest ên Sûriyeyê bibim min bi hin kesan re têkilî danî. Di mehên dawî yên sala 2014’an de ji bo tev li DAIŞ’ê bibim min berê xwe da Almanyayê. Ji wir jî bi balafirê çûm Stenbolê û derbasî Dîlokê bûm. Li balafirgeha Dîlokê polîsan ez sekinandim û çend pirs kirin. Dizanin ku dê biçim Sûriyeyê tiştek nekirin. Piştre endamên DAIŞ’ê yên ku bi rêya înternetê min têkilî bi wan re danî bi taksiyê ez ji otêla li Dîlokê wergirtim û birin deverekê. Li wê deverê jî bi dehan mirovên ji welatên cuda hebûn ku ji bo tev li DAIŞ’ê bibin hatibûn. Di êvarê de bi saya endamên DAIŞ’ê em bi rengekî bê pirsgirêk di sînor re derbasî Sûriyeyê bûn. Endamên DAIŞ’ê yên çekdar li aliyê din ê sînor em pêşwazî kirin û em ji Cerablusê birin mêvanxaneyekê.”

Li Reqayê tê perwerdekirin

Di berdewamê de jî çete Rîedîjk got ku li Cerablusê sê rojan dimînin û wiha pê de çû: “Piştre em birin Reqayê û li 2 mehan li kampa Reqayê me perwerdeya leşkerî dît. Piştre bi rengekî çalak tev li hemû xebatên DAIŞ’ê bûm. Ez li Reqayê bi Şemama Begum a 15 salî re zewicîm. Hemwelatiya Ingilistanê bû. Ji zarokên me yek jê li Baxozê û yê din jî li kampa HSD’ê jiyana xwe ji dest da.” Rîedîjk di demekî kin de navê wî hate bihîstin dibêje ku wî çek bi kar aniye lê cihên ku lê şer kiriye û komkujiyên ku kirine nabêje.

DAIŞ’ê weke terorîst qebûl nake

Çete Rîedîjk qala komkujiyên xwe nake lê dibêje ku DAIŞ’ê li gorî qanûnên şerî li navenda Reqayê gelek komkujî kirine. Rîedîjk di berdewamê de jî wiha got: “Ji bo ku sivîl bên tirsandin, cesedên kesên dihatin kuştin li navenda bajar dihatin hiştin. Sûcên ku kirine jî li ser cenazeyê wan dihat nivîsandin. Gelemperiya kesên dihatin kuştin misilmanên sivîl bûn û bi sîxuriyê dihatin sûcdarkirin. Ji ber ku min xwest ji DAIŞ’ê veqetim, 7 mehan di girtîgehê de mam. DAIŞ’ê gelek îşkence li min kir. Gelek tiştên ku min der barê DAIŞ’ê de nedizanin, ez li wir jê haydar bûm lê nikarim bibêjim. Poşmanim ku tev li DAIŞ’ê bûm.” Çete Rîedîjk hê jî DAIŞ’ê weke rêxistineke terorê nabîne û sûcdar nake.

Peymana veşarî di navbera Tirkiye-DAIŞ’ê de

Herî dawî jî çete Rîedîjk ev tişt anî ziman: “Şerê DAIŞ’ê yê li dijî kurdan şaştiya herî mezin bû. Ez fêm nakim bê ka DAIŞ’ê çima êrîşî kurdan kir. Ji bilî kurdan tu hêz li ser vê axê nebûn ku bikarin me têk bibin. Nizanim çima ev şaştî kirin. Tu sûdekê vê êrîşê nebû û vê êrîşê dawiya me anî. Di serî de Tirkiyeyê, gelek dewletan piştgirî da me. Mînak; me li dijî rejîmê şer dikir lê di heman demê de me petrol difirotê. Têkiliya me bi Artêşa Sûriyeya Azad re hebû. Piraniya çekên me li ser van dihatin. Beşeke mezin a petrolê me difirot Tirkiyeyê. Gelemperiya hewcehiyên me li ser Tirkiyeyê dihatin pêşwazîkirin. Bi Tirkiyeyê re peymanek hebû lê kesekî nedizanî. Bingeha vê jî wiha bû; ‘Tu tev li karê min nebe, li dijî kurdan şer bike, ez ê jî hemû pêwîstiyên de peyda bikim’. Bi vî rengî bû.” QAMIŞLO

Dikarî Biecibînî